Fêrgeha Bamûk ji bo zarokan derfeta werzîşê ava dike

Fêrgeha Bamûk di sala 2021’an de hatiye damezradin, armac dike ku ji temenê zaroktî ruhê werzîşê zindî bike û beşdariya zarokan di werzîşê de zêde bike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe - Li herêma Helepçe ya Başûrê Kurdistanê  komek werzîşvan di sala 2021’an de fêrgeha Bamûk ji bo werzîşê damezrandin. Di vê fêrgehê de keç, xort û zarok werzîşê fêr dibin da ku bibin  werzîşvan û beşdarî pêşbaziyan bibin.

Mamostaya fêrgeha Bamûk Şadî Elî der barê avakirina fêrgehê de wiha got: “Di destpêkê de ez bi xwe lîstokvana tîma Sirwanî ya Helepçe bûm. Di sala 2007’an heta 2019’a min di lîst. Piştî tîma me belav bû, min nexwest ji werzîşê dûr bikevim û min fikirî ku fêrgehekê werzîşê ji bo keç, xort û zarokan  ava bikim û min dest bi amadakariyên wê kir. Armanca me em fikrê xwe bi cih bikin û bi awayek xwebexşî sê mamosta divê fêrgehê de xwendekaran fêr dikin, da ku werzîş bimîne û pêş bikeve.”

‘Salên pêş asta werzîşa keçan baştir bû’

Di demê bûrî de li Helepçe werzîş baş pêşdiket, der barê asta beşdariya werzîşê ya zarokên keç de mamoste Şadî Elî wiha got: “Salên bûrî lîstokvanên keç baş hebû, lê belê niha ne başe. Her çendê niha pêdawîstî heye, ji bo beşdariyê daxwaz nîne, yên ku bejdarî werzîşê dibin wê heta sê mehan temam bibin.  Divê hemû zarok berê xwe bidin werzîşê da ku werzîş pêşbikeve.”