Du xûşk Rojîn û Rojbîn bênavber di bezin

Du xûşkên ji Urmiyê Rojbîn Cehanî ya 17 salî û Rojîn Cehanî ya 24 salî ya bi serkeftinên xwe yên di qada wezîşê de li Îranê dibiriqin.

Navenda Nûçeyan - Jin li her derê nîşan didin ku ew ‘destê xwe davêjin çi pêktinîn.' Du xûşkên werzişvan ên bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, weke ku vê yekê îsbat bikin, toza maratonên Îranê diavêjin.
Rojîn Cehanî ya 24 salî,di pêşbirkên nava Urmiyê de bû xwedî rekora 200 û 400 metre ya atletîzmê. Rojîn Cehanî ku ne tenê bi werzîşa bezînê re eleqedar e, di heman demê de rêvebera Klûba Çiyageran a Jinan a Avrînê ye û hilkişîna çiyayên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê organîze dike.
Rojbîn Cehanî jî di pêşbirkên 200 metre û 400 metreyî yên Îranê de cara yekem di heştan de ma. Rojbîn Cehanî jî wek maratonê di çiyageriyê de jî bi xwişka xwe ya mezin Rojîn re dimeşe.