Dîana Taurasî bû basketbolbaza yekem

Basketbolbaza jin Dîana Taurasî di tîma lîga basketbola jinan a Amerîkayê Phoneix Mercury de forma li xwe dike, di dîroka lîgê de bûye jina yekem a basketbolbaz ku benda 10 hezar derbas kir.

Navenda Nûçeyan- Dîana Taurasî di tîma Phoenix Mercury a yek jî lîga Basketbola jinan Amerîka WNBA de forma li xwe dike di dîroka lîgê de bûye jina yekem a basketbolbaz ku benda 10 hezar derbas kir.

Li WNBA di sezona normal de Phoenix Mercury, daxwaza Atlanta Dream kir. Phoneix Mercury di qadê de 91-71 serkeftin bi dest xist. Bi hejmara 42 serkeftin bi dest xist Dîana Taurasî, navê xwe li dîrokê nivîsand. Basketbolbaz Diana Taursa ya 41 salî, bû lîstokvana yekem a WNBA ku hejmara 10 hezar derbas kiriye.

Sê şampiyonî bi dest xistiye

Dîana Taurasî ku sê serkeftinên şampiyoniyê bi dest xistiye û 2 caran di fînalên WNBA’yê de lîstikvana herî girîng hat hilbijartin, piştî maçê di daxuyaniya ku daye de wiha got: “Ez xwe gelek baş hîs dikim. Hinek caran destên min germ dibin, îro jî wiha bû, ev bû maça min.”

‘Ez gelek serbilind im’

Endamê Komîsyona WNBA Cathy Engelbert, piştî serekftina Dîana Taurasî bi dest xist daxuanyî da û got: “Ez Dianaya ku di pîşeya xwe de qonaxên nû dinivîsîne û gihîştiye hejmara 10 hezaran ji dil pîroz dikim. Serkeftina Diana, xwezaya pêşbirkê, kêrhatiya wê ya bêhempa di basketbolê de weke belege ye, ji bo ez şahidiya vê dikim gelek serbilind im.”