Bîsan Zaghara di behrê de avjenî û werzîşa bot dike

Bîsan Zaghara ya ku avjenî û werzîşa bot dike hewl dide jêhatîbûna xwe ya werzîşî bi pêş bixe û ji bo jinên ciwan klûbek veke da ku têgihîştina civakê ya serdest biguherîne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Jinên ciwan li bajarê Xezayê dikaribûn astengiyên ku rê li ber gihandina mafên wan, nemaze mafê werzîşê digirtin, rabikin û yek ji wan jinên ciwan jî Bîsan Zaghara ya ku avjenî û werzîşa bot dike ye. Bîsan Zaghara ya 17 salî xwedî gelek aliyan e û dikare ji yekê zêdetir çalakiyên werzîşê bike.

"Roja min bi çalakiyên werzîşê dest pê dike û diqede"

Li ser çalakiyên werzîşî yên ku dike, Bîsan Zaghara wiha got: "Roja min bi çalakiyên werzîşê dest pê dike û diqede. Sibehê ez hin temrîn û avjeniyê dikim, êvarê jî werzîşa bazdanê dikim. Min van çalakiyan tenê wek hobiyê digirt heta ku asoyên nû li ber min vebûn ku hiştin ez beşdarî pêşbirkên herêmî û navneteweyî bibim. Ez ne tenê di nav malbata xwe de me ku werzîşê wekî şêwazek jiyanê digre, gelek kes ji malbata min ji werzîşê hez dikin. Xwişka min şampiyoneke Filîstînî ye di bazdanê de û birayê min jî di nava hêzên ewlekariya deryayê de dixebite. Bavê min jî 20 salan di nav hêzên ewlekariya deryayê de xebitiye û her roj me bi xwe re dibir deryayê ji ber vê yekê em fêrî van werzîşan bûn."

"Gelek kesan bavê min rexne dikirin digotin çawa keçên xwe fêrî avjeniyê dike"

Bîsan Zaghara anî ziman ku piştî temenê wê bû 13 salî her ku bavê wê niyeta masîgirtinê dikir ew pê re diçû û wiha axaftina xwe berdwam kir: "Gelek kesan bavê min rexne dikirin ku çawa keçên xwe fêrî avjeniyê dike lê wî qet guh nedida gotinên wan. Federasyona Filistînê ya Werzîşa Botê di sala borî de ji bo keştiyên masîgiran pêşbirkek werzîşa botê li dar xist. Tevî ku min qet ev werzîş nekiribû jî tevli vê pêşbirkê bûm. Tevî hebûna pisporên werzîşa botê di pêşbirkê de jî lê bi israra xwe min pileya yekem bi dest xist. Xwişka min Esîl Zexra pileya sêyem bi dest xist. Piştî ku şampiyoniya herêmî ya dawî li Xezayê hat lidarxistin, ji nişka ve telefonek ji min re hat gotin ku ez bi ser ketime û êdî ez ê tevlî şampiyoniya navneteweyî ya li Îmarata Erebî bibim, ez bi vê yekê pir kêfxweş bûm. Min berê xwe da Îmarata Erebî û ev yekem car bû ku min sefer dikir."

"Ez hêvî dikim ku projeyek taybet li ser perwerdekirina keçan ji bo melevaniyê vekim"

Li ser dijwarî û astengiyên ku ew bi wan re rû bi rû maye, Bîsan Zaghara wiha anî ziman: "Li Xezayê tu aliyên ku piştgiriya me bikin tune ne. Min gelek caran hewl da ji bo jinên ciwan wek rahênera avjeniyê karekî bibînim lê min nedît. Niha ez li fersendeke rêwîtiyê û bursek digerim ku li derveyî welat bixwînim, bihêle ez daxwazên xwe pêk bînim. Ez hêvî dikim ku projeyek taybetî li ser perwerdekirina keçan ji bo melevaniyê vekim da ku çandeke civakî ya girîngiya beşdarbûna jinan di çalakiyên werzîşê de belav bikim."