Şaciwan Behrûze: Werzîş beşek ji jiyana min e

Şaciwan Berûze ya di nava werzîşa melevanî ya cîhanê de di nava 7 hezar û 500 kesan de bû 8’emîn got “Werzîş beşek ji jiyana min e” û bang li jinan kir ku beşdarî werzîşê bibin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Şaciwan Behrûze ya ji Başûrê Kurdistanê ku di zarokatiya xwe de dest bi melevaniyê kirî û niha di werzîşa melevaniyê de gelek serkeftin bi destxistiye, di nava werzîşa melevanî ya cîhanê de di nava 7500 kesan de bû 8’emîn. 

Şaciwan Behrûze wiha behsa dema ku dest bi melevanî kir û got: “Destpêkê dema ku min dest bi werzîşê kir min ji melevaniyê destpê kir û temenê min 6 sal û nîv bû. Di hewuzek biçûk de min dest pê kir û piştre ez çûm gel melevanan û mamostayên melevanê. Ew gelek alîkariya min kirin û min karî beşdarî pêşbaziyan bibim. Pêşbaziya yekem beşdarî bûm temenê min ewqas biçûk bû, rê nedidan beşdar bibim. Di van pêşbaziyan de min karî pileya yekem bi dest bixim ev jî ji bo min destpêke bû ku berdewam bikim.”

Astengiyan derbas kir

Şaciwan Behrûze diyar kir ku beşdarî werzîşa lîstoka siyane li Îraqê ku ji melevan, piskilêt û bezê pêk tê bûye û gelek serkeftin bi dest xistiye û her wiha beşdarî melevaniya dirêj bûye û pileya yekem bi dest xistiye. Şaciwan Behrûz ewiha got: “Ez jî weke hemû kesê dema ku min dest bi kar kir, gelek pirsgirêk û astengî hate pêşiya min. Lê belê bi piştgiriya malbatê min û bavê min mîn karî karê xwe berdewam bikim. Her çend weke jinek ya civakê di dema karkirinê de rastî gelek rexneyan hatim. Niha jî di cîhanê de ez di nava 7 hezar 500 kesan de xwedî pileya 8’emîn im.”

‘Divê jin beşdarî werzîşê bibin’

Şaciwan Behrûze weke jinek ciwan ya Kurd kariye beşdarî melevaniya 800 metre bibe ku cara yekem bû ev pêşbazî li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin. Şaciwan Behrûze ya weke jin bi tena xwe beşdarî pêşbirkê bû li pêşberî 7 xortan pileya 2’yemîn bidest xist axaftina xwe wiha domand: “Werzîşa melevaniyê ji werzîşên din cûdatir e. Bi taybet ew kesên ku melevaniyê nizanîn gelek caran werzîşa melevaniyê wek werzîşek bi tirs dibînin. Ev jî dibe sedem ku hêjmarek kêm beşdar bibin. Daxwaza min ji jinan ew e ku beşdarî werzîşê melevaniyê û werzîşên din bibin. Ji ber pêwistiya me pê heye û ji bo tendûristî baş e.”

Şaciwan Behrûze axaftina xwe wiha bidawî kir: “Armanca min ew e ku beşdarî pêşbaziyên cîhanî bibim û bibim yek ji wan  xelata zêr bigrim û serê welatê xwe bilind bikim. Werzîş beşek ji jiyana min e.”