tendûristî

  • "Li Afganîstanê di 4 salan de 58 hezar dayik dibe ku bimirin!" 

    UNICEF'ê, hişyarî da ku wê li Afganşstanê di nava 4 salan de 58 hezar dayik ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest bidin û got: "Dibe ku ev yek di jiyanan de bibe sedema encamên tirsnak."

  • “Hewceye di zanistê de girîngî bê dayîna zimanê Kurdî”  

    Yusra Razyanî da zanîn ku ji ber ku tu pirtûkên bi zimanê Kurdî yên di warê tendirustiyê de bi destên wê neketin, biryar da di warê tendirustiyê de bi Kurdî pirtûk binivîsîne û li gel xwendekarên xwe pirtûkê amade dike.

  • Li Belûcistanê 15 jinan ji ber xemsariya tibî jiyana xwe ji dest dan 

    Li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê yên Îranê, di sala 2021’an de 15 jinên ducanî ji ber nebûna lênerîna tenduristiyê yekser piştî zayînê mirin.

  • Hekîma gundewarên Dêrazorê Aîda El-Mûdahî  

    Piraniya niştecihê Dêrazorê ji sûdên dermanên xwezayî bawerdikin û ji ber nexweşiyên xwe serdana hekîma gundewarên Dêrazorê Aîda El-Mûdahî dikin.

  • Xebatkarên tenduristiyê xwestin mercên wan ên xebatê baştir bibin 

    Endama SES’ê hemşîre Aynur Kor destnîşan kir ku di pêvajoya şewbê de herî zêde kedkarên jin ên tenduristiyê zehmetiyê kişandine û bi bandor bûne, der barê pirsgirêkên ku dijîn de diyar kir ku ew dixwazin şertên wan ên jiyanî baştir bibin. Aynur Kor da zanîn ku ji ber pêvajoya du sal in berdewam dike bi xebatkarên tenduristiyê re westandinek kronîk ava çêbûye û bal kişand ku gotinên ji bo başkirina rewşa wan nehatine dayîn bi cih nehatine.

  • Cezayîr salane 1500 bûyerên nû yên penceşêra zarokan tomar dike 

    Seroka Komeleya Neteweyî ya Dermankirina Zarokên bi Nexweşiya Penceşêrê, Nabila Boterfas ragihand ku Cezayîr salane 1500 bûyerên nû yên zarokên bi nexweşiya penceşêrê ketine digirin bin qeyîdan.

  • “Aşiya HPV ji bo parastina ji penceşêrê pêwîst e” 

    Aşiya HPV ya ku li hemberî pençeşêra rehmê parastina yekemîn dike, hê ne di nav berfirehiya sîgortayê de ye. Pêkanîna vê aşiyê ku jiyanê xilas dike, di derfetên aborî yên dawiyê de ger gotin di cih de be weke serwetê ye. Pispora Zayîn û Nexweşiyên Jinan Irmak Saraç destnîşan kir ku divê aşî ji bo her kesê bê pere be û dibêje ku aşî yek ji çekên li hemberî HPV’ê ye.

  • “Nebatên xwezayî dermanê gelek nexweşiya ne” 

    Bijîşka ji nebatan bi hostahî dermanên gelek nexweşiyan çêdike Asya Mihemed Ebdo ku ji temenê 30 salî ve bi xebata dermanê xwezayî re mijule wiha got: "Ez ji cureyên nebatan derman ji gelek nexweşiyên lozat û bewasîrê re çêdikim. Li gel wê jî cebariyê dikim, dema hestî ji cihê xwe derdikeve dicebirînim."

  • Heyva Sor a Kurd li Kobanê 9 sal in di xizmeta gel de ne 

    Navenda Heyva Sor a Kurd li Kobanê di dirêjahiya salên borî de li gorî defetên xwe xizmeta tendirustiyê ji bo zarok, jin û hemû kesan pêkêş dike. Xebatkarên wê diyar kirin ku ew ê kar û xebatên xwe bidomînin û navenda wan ji bo tevahî şêniyên herêmê vekiriye.

  • Bijîjka jin, li deryayên navnetewî, kûrtaja bi ewle dike 

    Dr. Rebecca Gomperts, li deryayên navnetewî yên cîhanê kûrtajê dike. Niha jî xwe amade dike da ku alîkarî bide jinên Emerîkayî.

  • Li gundê Jinwar şîfageriya jinan a xwezayî 

    Rêvebera Navenda Şîfageriya Jinan li gundê Jinwar Hêvîdar Herekol têkildarî girîngiya şîfageriya xwezayî her wiha feydeya wê ji bo jin û civakê got: “Em dixwazin rêbazên tedawiya xwezayî bibe sîstemek di nava civakê de û bibe bersiv ji hemû nexweşiyên ku derbasî canê mirovan dibin. Armanca alternatîfa me ya xwezayî ne em dermanên zanistî red dikin lê em alternatîfa wê çêdikin bi rengekî ku zirar li mirovan nebe.”

  • Ji bo tenduristiya jinên Şehbayê Komeleya Sawsan di xizmetê de ye 

    Zayîna Nore Mihemed a ku di komeleya Sawsan a li Kantona Şehbayê de dixebite dibêje: "Komeleya sewsan ji bo alîkariya gel bi taybetî jinan hatiye vekirin û pêdiviyên wan di rewşa koçberiyê de pêk tîne."

  • Mehrnoosh Jafarî ya qurbaniya estetîka sexte jiyana gelek kesan rizgar kir 

    Piştî Mehrnoosh Jafarî ya herî dawî li navenda cerahîya estetîk a sexte ya li Ehwazê ji bo emeliyata estetîkê ket ber kêrê, pispor careke din balê dikişînin ser modaya "estetîk" a li welêt. Li aliyê din organên Mehrnoosh a ji Ehwazê ji aliyê malbata wê ve diyarî kesên ku ji bo bijîn li benda organan bûn hat kirin.

  • Li Cezayîrê mirina zarok û dayikan girtin markaj ê 

    Dema ku Wezareta Tenduristiyê ya Cezayîrê mirina dayik û zarokan girt lêkolînê, daxuyanî ji aliyê wezîrê tenduristiyê welat ve hat dayin.

  • “Jiberxwekirina zarok ji bo jinan xetera herî mezin e” 

    Hevseroka nexwaşxaneya Aykor Sîham Îsa da zanîn ku jinên ku hewl didin zarokên xwe ji ber xwe bikin divê beriya her tiştî li ser denduristiya xwe û zarok bifikirin û hesab bikin ku di demên pêş de wê çi bê serê herduyan.

  • Ji bo parastina xweza û jiyanê di meha Mijdarê de çi werin mezaxtin 

    Di van rojên ku roj hêdî hêdî rûyê xwe dizivirîne û hewa wek payîzê tê, xwarinên ku ji aliyê Komeleya Ramanên Kesk ve ji bo parastina jiyana xwezayî, xweza û tenduristiya me her meh amade dikin hem xîtabê payizê hem jî xîtabê xurtkirina laşê me dike.

  • Li Minbicê laboratuara bijîjkî ya giştî xebatkarên wê jin hat vekirin 

    Salek li ser vekirina yekemîn laboratuara bijîjkî ku ji aliyê kadroyek bi tevahî jin ve tê birêvebirin, derbas bû. Kesên ku li ser vê laboratuarê disekinin hewl didin projeyê bi pêş bixin û bikin referansa bingehîn ji bo hemû laboratuarên li bajêr.

  • "Tevî bêhna wan a nexweş, sîr û pîvaz çeka li hemberî nexweşiyên xeternak in" 

    Hemdiya Hisên Kûtê dayikeke 69 salî ye da zanîn ku ew heya niha li mala xwe baxçeyên havînê û payîzê diçîne û berhemên wê bi cîranên xwe re parve dike di heman wextê de bal kişand ser fêdeyên sîr û pîvazan û da payin ku dibe bêhna wan nexweş be lê çeka mirovan a li hemberî hemû nexweşiyên herî xeternak sîr û pîvaz in.

  • Li Helepçe hamleya şiyariya penceşêra pêsîrê 

    Dê li Helepçeyê seminerên ji bo şiyariyên di derbarê penceşêra pêsîrê de bên dayîn. Di heman çerçeve de ji bo xebatkarên tendirustiyê yên Helepçeyê semînerek di derbarê penceşêr û meha şiyariyê de hate dayîn.

  • Yekemîn nexweşxaneya diyalîzê li Qamişloyê hat vekirin 

    Dermanzan Heyfa Hemo der barê projeya Navenda Diyalîza Gurçikan de got ku ji ber kêmbûna alav û pêdiviyên şûştina gurçikan pêdivî bi vekirina navendeke wiha hebû. Her wiha da zanîn ku projeya wan ne darayî ye û ew ê karûbarên xwe belaş pêşkêş bikin da ku êşên mirovan di warê tenduristî û darayî de sivik bikin.