Weqfa Jina Azad a Sûrî li navçeya Girbawî semîner da

Bi armanca hişyarkirina civakê ji xeteriya vîrûsa Koronayê re û xurtkirina zanista wekheviya di navbera jin û mêr de, Weqfa Jina Azad a Sûrî hemleyek dabû despêkirin. Yekem çalakiya wan semîner li navçeya Girbawî ya girêdayî Kantona Qamişlo hate dayin.

 
Qamişlo – Weqfa Jina Azad a Sûrî des bi çalakiyên hemleya xwe ya ji bo hişyarkirina civakê di aliyê tenduristî bi navê “Korona ji nû ve xwe nû dike”û beşa wê ya din di aliyê zanistî de bi navê “Jin û malbat” de kir. Çalakiye yekem a hemleyê semîner li navçeya Girbawî a Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dayin.  Semîner li navenda Kongreya Star a navçeya Girbawî bi tevlîbûna jinên navçeyê hate li dar xistin.   
Wekhevî di navber jin û mêr de
Endama Weqfa Jina Azad a Sûrî  Hesîna Mihemed jiyana jinan di nava civak û malbatê de anî ziman û wiha des bi şîroveya xwe kir: “Her kes dizane di nava dirêjahiya dîrokê de jin bi gelek cureyên tundiyê re rû bi rû mane.  Gelek cureyên tundiyê hene yek jê zewaca bi temen biçûk e, di vê mijarê de ne heqiyeke pir mezin li jinan tê kirin. Pêwîst e em civakê di vî alî de bighînin têghiştinekê û ne hêlin ev mijarên wiha di nava me de derkevin pêş û bibe çandek.  Dema em hemû jin destê xwe bdidin hevdu û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, wê demê em dikarin bi rengekî wekhev û azad bijîn.”
Parastina ji vîrûsa Korona
Rêveberiya beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad Melîke Hesaf der barê xweparastina civakê ji vîrûsa Koronayê des bi dayina semînera xwe kir û wiha got: “Ev demeke dirêj e vîrûsa Koronayê li Herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê belav bûye.  Her car gelê me tedbîrên pir baş digrin û li gorî biryaran tevdigerin, lê pir caran jî seranser nêzî vê nexweşiyê dibin û nema weke berê tedbîran pêk tînin. Bi rastî ev rewşeke cidî ye û pêwîst e çareseriyeke demdirêj em jêre deynin. Bila tu kes nebe sedema bi dawîbûna li jiyana mirovekî din, ji ber ev vîrûseke pir xeter e. Pêwsît e her kes li paqijiya kesayet, mal, kolan û bajarê xwe baldar be û ji vîrûsê xwe biparêzin.”
Pêwîstiya civaka me bi hişyariyê heye
Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Gurbawî  Fadiye Cîhad bal kişand ser girîngiya dayina semîneran ji bo hişyarkirina civakê ji rewşên xeter e û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di nava kirîza niha herêm têre derbas dibe, pir caran civaka me ji rewşên sereke û xeter ne baldar in, ji bo wê pêwîst e her em di nava hişyariyê de bin. Ev erk jî dikeve ser milê me hemû jinan, ji ber herî zêde yên ji van rewşan zirarê dibînin jin û zarok in. Em dixwazin hemû mirovên civaka me di nav wekhevî, hezkirin, azadî û jiyaneke bi tendurist bijîn.”
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.