"Tirsa me ew e ku nexweşiya laşmaniya mayînde bibe"

Endama Heyva Sor a Kurdistanê ya li Nexweşxaneya Şehît Lêgerîn û berpirsa yekem a dermankirina nexweşiya laşmanyayê Hemşîre Henûf Şahir behsa nexweşiya laşmaniyayê kir û da zanîn ku ew bi tirs in ev nexweşî mayînde bibe.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Laşmaniya nexweşiyeke ku ji mêşê pêk tê, ev mêş bi çavan nayê dîtin û di dema rozêrînê de derdikeve heya berbangê digere. Ev mêş dema ku diçe ser laşê mirovan, hêka xwe di bin laş de çêdike, piştî 15 rojan cihê wan hêkan sor dibe û paşê dibe nexweşî û êdî mezin dibe. Di dema ku hêk di hundirê laş de cihê xwe çêdike û ava dike naxurê û ne jî lê xuya dike lê piştî ku 15 roj derbas dibin xwe dide der. Sedema yekemîn a vê nexweşiyê ava qirêj a sekinandî yanî neherikîna avê ye. Qutkirina ava çemê Xabûrê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bû sedem ku ev nexweşî belav bibe û bigihîje asteke wisa ku zêdetirî deh hezar mirov ji navçeya Til Temir û gundewarên wê pê bikevin. Der barê vê mijarê de jî Endama Heyva Sor a Kurd a li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn û berpirsa yekem a ji nexweşiya Laşmaniyayê Hemşîre Henûf Şahir axivî.

"Hebaya salê (Laşmaniya) nexweşiyeke serdemê ye"

Henûf Şahir got ku heba laşmaniya nexweşiya serdemê ye û wiha domand: "Di her serdemê de gelek nexweşî derdikevin, hebaya salê ango laşmaniya nexweşiyeke ku di serdema me ya niha de derketiye. Ji dîroka 1'ê Tebaxa 2021'ê, heya Gulana 2022'an de ev nexweşî êrîşî herêma me kiriye ku em di wê tirsê de dijîn careke din dîsa vegere. Sedema ku ev nexweşî pir bû miçiqîna ava Xabûr û çiravê ku di hundirê wê de çêbûne ye. Berî çend rojekî dema ku lehî rabû û ava Xabûrê herikî, em bi hêvî bûn ku her biherike lê sekinî û ev ava ku di hundirê çem de ma wê ji nû ve alîkarî bide ku laşmaniya ji nû ve xwe zindî bike û dîsa êrîşî herêmê bike."

"Ji Tebaxa 2021'ê heya Gulana 2022'an me zêdetirî 30 hezar nexweş derman kirin"

Henûf Şahir da zanîn ku çirav mala mezin a mêşa laşmaniyayê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ger av neherike, bêguman wê ev mêş ji nû ve çêbibe û bi rengekî xurt xwe belav bike. Ji ber ku mala mezin a mêşê ava qirêj e. Ger ku ev ava lehiyê nehatibûya wê çirav zuha bubûya lê bi hatina ava lehiyê û sekinandina wê bêguman dîsa wê ev av kom bibe, bêhneke nexweş pêkeve, rengê wê ber bi reş ve here û paşê bibe nexweşî. Ji 1'ê Tebaxa 2021'ê heya Gulana 2022'an zêdetirî 30 hezar nexweşên laşmaniyayê me derman kirine. Niha nexweş kêm bûne lê neqediyaye, berê di rojê de me zêdetirî 400 kes derman dikirin lê niha bûye 40 heya 50 nexweşî."

"Çareya bingehîn reşandina derman û alternatîfa wê herikîna çemê Xabûrê ye"

Henûf Şahir da payîn ku çareseriya bingehîn reşandina dermanên kuştina vê mêşê ye û wiha pêl da gotinên xwe: "Çareya bingehîn reşandina dermanên ku van mêşan dikuje ye, di vî alî de divê ku hemû sazî û rêxistinên mirovî bi vê karesetê hîs bikin. Derman heye lê divê ku ev mêş were kuştin û biqede. Herêma ku herî zêde ev nexweşî lê belav bû Til Temir e. Lê wekî çareya alternatîf ava paqij e û herikîna ava çemê Xabûr e. Em bi hêvî ne ku rêxistinên ji destê wan tê, zextê li aliyên pêwendîdar bikin da ku pêşiya ava çemê Xabûr vebe û biherike."

"Ruxmî serkeftinê dîsa jî em bi tirs in"

Henûf Şahir bal kişand ser keda ku di vê salê de dane da ku rê li ber belavbûna vê nexweşiyê bigrin û wiha got: "Em wekî hemşîre spasiya her endam, hemşîre, rêveberî û her kesê ku dikaribû bi riya lêxistina derziyek û dayina dermanekî da ku rê li pêşya belavbûna laşmanyayê bigre, dikin. Ji ber ku ev nexweşî di zarokan û kesên temenê wan mezin de şîwandin çêkir. Em bi alîkarîdayîna hinek rêxistinên tenduristiyê û keda ku hatiye dayîn dikaribûn bi ser bikevin û bibin bend li pêşiya laşmanyayê. Lê em bi tirs in ji niha û şûnde wê çi bibe û nexweşî derbasî asteke çawa bibe. Çawa ku me Corona 19 ji bîr kir, em dixwazin Laşmaniyayê jî ji bîr bikin, ji ber ku nexweş êdî westiyane."

"Tirsa me ew e ku bibe "mêvanekî" giran li herêmê"

Henûf Şahir di dawiyê de ev tişt anî ziman: "Em bi hêvî bûn ku nexweşiya laşmaniyayê a ku wekî mêvanek derbasî herêmê bû zû biçe lê em di wê tirsê de ne ku bibe mêvanek giran, li herêmê bi cih bibe û temenê xwe dirêj bike."