Taya Xwînçûyînê: Şewbek ku gef li ser jiyana mirova ne
Ji ber bi lez belavbûna taya xwînçûnê ya li bajarên Îraqê û herêma Kurdistanê amadekarî ji bo pêşîlêgirtina şewbê dikin.

RÊJNE SELAM
Helebce – Şewba Kongo yan jî jê re dibêjin Taya Xwînçûnê, ji vîrusek ajalên bi navê ‘gene’ derketiye. Ev vîrus li bajarên Ewropa, Balkan, Rojhilata Navîn û Asyayê her sal zêde dibe û belav dibe. Ev nexweşî bi riya lawiran dighê canê mirovan. Cara yekem di sala 1944’an de di şerê cîhanê yê duyemîn de serî hildaye. Ji sedî 40’ê kesan bi vê nexweşînê ketin. Piştî tomarkirina hejmara bûyerên taya xwînçûnê ya li bajarên Îraqê, herêma Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina vê şewbê ket nav liv û tevgerê.
Li sînorê bajarê Helebceyê ji ber zêdebûna ajalan, beytaran hişyariya xwarinên goştê sor û spî didin. Rêvebera Beytarên Bajarê Helebceyê Bijîşk Dilniya Farûq got: “Nexweşîna taya xwînçûnê, nexweşiyek vîrusî ye. Ji ajalan dighê mirovan. Ev nexweşîn bi riya xwarinan jî dighe ajalan û piştre jî ji ajalan dighê mirovan. Nexweşînek hevbeş a di nava ajal û mirovan de ye.”
Bi kijan ajalan re peyda dibe?
Beytar Dilniya Farûq têkildarî wan ajalên ku nexweşîna taya xwînçûnê pê re peyda bûne û şêwazê vedirîna mirovan, wiha got: “Ew ajalên ku ev nexweşî pê re peyda dibin, giyaxur in. Ev nexweşîna ku jê digrin ji sedî 10 heta ji sedî 40 dibe sedemê mirinê. Di demsala biharê de belav dibe. Ji ber ku niha demsala gene ye û demsala germahiyê ye, bi riya hev divedirin ajalan û her wiha zêde dibe. Divê em xwe ji vê nexweşiyê biparêzin. Divê xwediyê ajalan û cihên lê dimînin, bi dermanên taybet bişon.”
Çawa pêşî lê tê girtin?’
Beytar Dilniya Farûq derbarê şêwazê dermankirinê de wiha got: “Niha li saziya rêveberiya beytar 7 tîmên me hene. Ev tîm, her tim serdana wan cîhên ajal lê ne dikin û wan deran paqij dikin.”
’Divê em bi hemû aliyan rêgirî û amadekarî bikin’
Beytar Dilniya Farûq di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê xwediyên ajalan, cil û bergên taybet li xwe bikin û cilên spî û mildirêj li xwe bikin. Her wiha ajalên nexweş ji ajalên baş veqetînin û çareserî bikin. Divê hemwelatî û firoşgehên goşt, amûrên texte yên ji bo hûrkirina goşt bikar tînin, baş bişon û ji bo xwarinên din neyê bikaranîn. Ji ber vîrus bi riya bêhnê divedire, şîr û goşt divê pir bên kelandin.”
Di demên borî de û bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê, çend bûyerên taya xwînçûnê hatin tomarkirin.
Nîşaneyên nexweşînê
1- Di 3-7 rojan de nîşane derdikevin û nexweş tayek zêde digre, hemû beden diêşe. Bi taybetî pişt û mil diêşe, zik diçe û di vedireşin. Di qonaxên dawî de xwînçûyîn destpê dike.
2- Di rû de xwîn kom dibe, piştre xwînçûyîn destpê dike û di wê demê de jî divê were çareserkirin.
Riyên xweparastinê
1- Divê ji serjêkirina lawiran a li kolanê û ne zagonî dûr bikevin.
2- Ew kesên goşt difroşin, divê hemû rênmayên bijîşkî li berçav bigrin. Wek bikaranîna kêr û cil û bergên taybet. Di heman demê de bikaranîna dermanên din. Da ku nêzî lawir nebe. Ew kesên ku ji bo kirînê serdan dikin, divê werin agahdarkirin.
3- Divê mirov neçin cîhên ku gene lê ne.