Sudên fêkiya lîtşî

Lîtşî di cîhanê de yek ji fêkiyên herî hêja ye. Tê ragihandin ku ew ji 1500 sal berî zayînê ve, ji hêla kesên bi eslê xwe Melayî ne bi hezaran salan li başûrê Guangdong û Çînê hatiye çandin.

Navenda Nûçeyan - Fêkiya lîtşî li başûrê Çînê, başûrê Taywanê, bakurê Vîetnamê, Endonezya, Fîlîpîn, Taywan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şîn dibe. Fêkiyek xwedan bêhn û tameke xweş e, tama wê hem wekî tirî hem jî zebeşê ye. Her wiha tê de gelek mîneral û vîtamînên ku sûdê didin laş hene.
Dara lîtşî li deverên ku avhewaya wê bin-tropîkal e mezin dibe. Jîngeha wê ya xwerû jî başûrê Çînê û başûrê Hindistanê ye. Dar li derdora 5 heya 15 salan digire ku fêkiyê bide. Her wiha bêhna fêkiyên wê pir dişibe bêhna kulîlkê û bi gelemperî ji bo kokteyl û xwarinan bi kar tînin. 
Sûdên wê
Fêkiya lîtşî ji bo dayîna kîlo baş e, hêza pergala parastinê ya laş zêde dike, helandinê çêtir dike û çerm diparêze, tansiyonê kêm dike, alîkariya laş dike û hestî xurt dike, metabolîzmayê çêtir dike û ji metirsiya penceşêrê diparêze. Laş ji vîrusan diparêze.
Pergala parastinê xurt dike, di gelek vîtamînan de dewlemend e, nemaze vîtamîna C û li dijî înfluensza, serma û kuxikê baş e.
Lê ew mîna fêkiyên din nîn e, heke bi piranî bê xwarin ziyanê dighîne laşê mirovan. Hin bijîşkan diyar kirine ku xwarina zêde ya vê fêkiyê dê bibe sedema ziwabûna lêvan û carna jî xwîn ji poz bê.