Sudên dara tûyê û fêkiyên wê yên reş û sipî

Tuyên sipî û reş fêkiyek biharê despêka hemû fêkiyan digihe û herî zêde jî zarok pê şa dibin, li gel tama xwe ya xweş ewqas jî di aliyê tenduristiyê de bi sude.

Navenda Nûçeyan - Her çiqas lêkolîn li ser tûspî û tûreşkê kêm hatibin kirin jî ji dîrokê heya roja îro gelek hekîman wek dermanên bi bandor bikar anîne. Tû darek fêqîyan ji binemala tûyan e. Di bingehî de du awayên wê hene, tûspî û tûreşk. Ferqa navbera wan a mezin rengê tû û mezinahîya darên wan e. Dara tûspîyê 10- 30 mitro û ya tûreşk ê 4-7 mitroyan bilind dibe. Belgên tûyan wek dilan e û kesk in. Alîyê derva biriqok ê navê mat e. Di nîveka belga wê de rehek ji serî heta binî heye, ew reh di herdû alîyên belgê de şaxan vedide. Serê çimên belgan hinekî tûj û rexên wan xetxet in. Li ser welatê tûyê dîtinên cuda hene. Lê ya ku piranîya pispor li ser li hev dikin; welatê tûspîyê Çîn û yê tûreşkêjî Îran û Kurdistan e. Dîroka tûreşkê baş nayê zanîn. Lê ji alîyê medenîyetên kevnar ên Îran, Mezopotamya û Misrê ve jibo dermanên serma û edavgirtin, rêyên xwarinê, jibo boyax û şerabê dihat xebitandin. 
Qaşîlên dara tûyê; aramiyê çêdike, tansonê dadixe û kurmên nava ruviyan davêje derve.
Pelên wê; antîbakteriyale, şekerê xwînê dadixe, xuhdanê çêdike û bi rêya xuhdanê laş pak dike, li gorî hinek lêkolînan pelên wê ji bo êşa diranan başe, dema yekî diran bi êşe pelek tuyê bixe devê xwe û bi xavî biçu dê êşa didan bide sekinandin.
Libên wê hem yên reş hem jî yên sipî; ruviyan dide xebitandin, ji bo mîdê dibe alîkar, îltihaba qirikê ziwa dike, çerm bihêz dike, baya laş derdixe, antîoksîdanek bi hêz e, pêşî li penceşêrê digire, kolestrola laş bilind dike, ya xirab dadixe, xwînê çêdike, bedenê bihêz dike, agirê laş dadixe, cigera reş û sipî bihêz dike, qebizbûnê nahêle, heke zêde bê xwarin îshalê çêdike.
Ligorî lêkolînvanên tendûristiyê tê gotin ku, heke mirov belga tûya şîrîn, belga tirî, belga hejîra reş, bi ava baranê bikelîne û porê xwe xe, wê porê mirov reş be.