Sewliye Xelîl 40 sale navikan rast dike

Sewliye Xelîl Mihemed a 80’ê salî 40 sal e bi dermanên xwezayî re mijûl dibe got: “Kesên ku navikan radikin divê vî karî baş bizane, ji ber ev karek hesase û dikare ziyanê bide nexweş.”

EMÎNE ROJ
Heleb - Sewliye Xelîl Mihemed a 80 salî ji gundê Qenterê yê navçeya Mabeta ya girêdayî herêma Efrînê -Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê ye piştî dagirkirina Efrînê li taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê jiyana xwe didomîne. Sewliye di nav taxê de gelek bi nav û denge ji ber ku karê rastkirina navikê dike der barê karê xwe de axivî. 
Sewliye der barê sûd û girîngiya dermankirina xwezayî de wiha dibêje: “Ez ji biçûkiya xwe de fêrî vê karî bûm. Ev zêdetirî 40 salên min vê karî dikim. Ev kar gelekî hêsan e lê di heman demê de her kes nikare vî karî bike, ji ber ku divê xwedî pasaport be, gerek baş e mirov vî karî bizanibe. Ji berê ve ez gelek xwe bi karê tiba xwezayî re mijûl dikim ji ber ku meraqa min li ser pir e. Yek ji karên ku ez dikim navikan radikim. Berê çûndina dixtoran ewqas ne li pêş bû hemû kesan bi tiştên xwezayî xwe tedawî dikirin lê zirarê wê qet tunebû û gelek fêde didîtin. Pir nexweş bijîşk ji nexweşiya wan fêm nakin diçin bi destên dayikan xwe derman dikin, dema ku navika mirov dikeve her tim hîs dike ku westiyaye û bi hin nîşaneyên din hîs dike. Hin ji nîşaneyên vê nexweşiyê dewixîn reşbûna li pêş çavên kesê nexweş, kesên ku navika wan dikeve dilê wan li hev dikeve ji xwarinê êdî nikarin xwarinê bixwin û di encamê de beden giraniya xwe winda dike û mirov kêm dibe.”
Sewliye di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi tu dermanên kîmyewî nikarin ketina navikan bînin cihê wê û wiha berdewam kir: “Dema navika mirov dikeve di encama rakirina tiştên giran de, tiştê ku hêza wî nîn e rake de dikeve û şûna navika ketî av digre, dema av girt bijîşk pê nizanin ev bi dermankirina xwezayî û dermankirina gihayî tê dermankirin. Tu dermanên kîmyewî jê re tune ne jê re nehatine dîtin. Dema ku navik tê rakirin di nava hefteyek de tê xuyakirin ku çawe baştir dibe, di encamê de xwarina wî baştir dibe êdî calaktir dibe her wiha ava ku ketiye navikê dema ku navik tê rakirin ava ku ketiye şûna navikê hêdî hêdî ji ber xwe ve diçe.”
“Deriyê min ji hemû kesên dixwazin vî karî fêr bibin re vekiriye”
Sewliye di axaftina xwe de bal kişand ser bandora ketina navikê li ser bedena jinan û wiha pê de çû: “Jina ku navika wê ketibe, çiqas tenduristiya wê başbe û nexweşî di laşe wê de tunebe û nexweşiyên jinan pê re tunebin jî ev jin nikare ducanî bibe. Çiqas biçe nexweşxaneyan kes ji nexweşiya wê nikare fêm bike û sedema ku nikare zarokan bîne nayê zanîn. Dema ku navika wê tê rakirin di heman demê de baş dibe û ducanî dibe. Ne tenê navikên jinan dikeve ya zarok, jin, mêr, ciwan, kal û pîran jî. Ez ji cîrana xwe fêr bûm navê wê fîdan bû ji gundê Meydanayê navçeya Reco ê girêdayî herêma Efrînê ye. Ew dayika du şehîdan bû. Wê şîret li min kir û ji min re got vê karî bizanibe tu çi zanibî baş e di demên pêşve wê alîkariya te bike bila tu her tiştî bizanibî. Mîna cebarkirina hestiyên şikestî û rakirina bûçikan ez hemû nexweşên xwe bê dirav derman dikim.”
Sewliye di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku deriyê wê ji hemû kesên ku dixwazin fêr bibin re vekiriye ji bo ku ev çand neyê windakirin û jibîrkirin û wiha bi dawî kir: “Di dema me ya niha de pir ciwanên me bi vê nexweşiyê nizanin. Dema dibihîsin ji dapîr û bapîrên xwe dipirsin ew matmayî dimînin ku çawa ev tişt dibe, piştî ku tên dermakirin êdî dibînin ku çanda me ya tendurustî çiqas dewlemend e. Ger em bi nifşên xwe yên din re nedin nasîn ew pir li deveran bigerin û dermanê xwe nabînin, ji ber vê ez dixwazim ew vê nexweşiyê bizanibin di heman demê de çawaniya dermankirina vê nexweşiyê bizanibin, ez dixwazim keç û ciwanên me yên nifşên nû bizanibin çawa vê nexweşiyê derman bikin. Heya ku ez dijîm ez ê hewl bidim wan fêr bikim deriyê min ji hemûyan re vekiriye. Li kêlek rakirina navikê ez hestiyên şikestî dicebirînim ger ling be yan dest be tiliyan û hwd. hemû hestiyan, miriyan dişûm, ez pir karan dikim cilan didirûm bê dirav. Ez ne kesek ezez im ez dixwazim hemû sûdê bigrin, armanca min ew e ku ez vê çanda me belav bikin ji ber ku di roja me yê îro de gelek tiştên me yên kevnar tên windakirin ji ber sedema pêşketina teknolojî.”