Pîra zarokên penaber Nazdar

Destê şifayê Nazdar Geverî ya 70 salî bûye dermanê gelek derdan. Di nava ceribandinên bijîşkiya 47 salan de pîra Nazdar gelek dermanên xwezayî çêkiriye û jê encamên baş girtiye.

HÊVÎDAR TALÎ-DÎLAN KORHAN
Musil - Nazdar Geverî li navçeya Gevera Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê mezinbûye. Ji nava pel û pincarê mêrgên zozanên derdorê dermanên xwezayî çêkiriye. Niha jî li Wargeha Penaberan ya Mexmurê ya ser bi bajarê Musilê yê Îraqê ji bêderfetiyê li gorî tecrubeyên xwe yên salan nexweşan derman dike û hê jî pîra zarokan a dest bi şifaye.
Berî bijîşkiyê ji nava lêvên pîra Nazdar çend hevok ji jiyana wê wihane: “Ez ji navçeya  Geverê me, dayika çar keçik û çar lawika me. Çîroka jiyana min a penaberiyê ji buhara 1994’an despêkiriye. Wêdemê em penaber bûn hatin Etrûşê, li wê derê jî min karê xwe berdewam kir. Ji wê çîroka penaberiya min û di navê de jî peyîwira min a pîrika zarokan dom kir. Li kampên Nînova û Nehdaran ji bêderfetiyan dema diçum gel jinên ducanî ku dê zarok çêbibe min gelek zorî dikêşa, lê belê li gel hemû zoriyan jî zarok bi tendirust di hat dinyayê û dayik jî başbû. Sala 1998 em hatin Mexmurê li vêderê jî min karê xwe berdewamkir. Ji bo zarok bi tendurist bên dinyayê bi dayikên wan re çum nexweşxanên Musul û Hewlêrê. 26 salî min dest bi vî karî kiriye, 47 salin berdewam dikim. Zarokên bi destên min dayîkbûne li Çelê, Geverê û gelek deverên dinê jî he ne.” 
Pîrê da zanîn ku ji derveyî zarokên xwe wê şîr daye gelek zarokên dinê û wiha domand: “Dema pêwîst dikir min şîrê zarokên xwe daye zarokên bi destê min hatine dinyayê. Ew hemû neviyên min in. Niha mezin bune, hinek zewicîne, hinek jî niha zarokên wan hene. Ber zarokan de min parastina dayîkê û zaroka wên-wan dikir. Di nava destê min de tu caran dayik nemiriye, zarokên wan siwarkî yan jî xelet ne hatiye dinyayê.”
‘Pêdiviya jinên ducanî bi tevgerê heye’
Nazdar Geverî bilêv kir ku pêdiviya jinên ducanî gelek bi tevgerê heye û wiha pêde çu: “Jina ducanî û nexaze zarokê wê bê tendirust be pewiste gelek hereketan bike. Li gel tevgeran di xwarinê de jî baldarbe û hemû xwarinan nexwe. Dema dayîk tendirustiya xwe ne parêze zarok di aliyê nerênî de bandor dike. Li gund xarinên me hemû xwezayî bûn, lê niha hemû xarin kimyayî ne. Nexweşxane li gund nebû, dema nexweşiyek hebûya jî bi dermanên xwezayî me baş dikir. Weke jiyanê nexweşî û derman jî xwezayîbûn. Ji ber wê pêdiviya me bi nexweşxwane û dermanên kîmyayî nebû.”
‘10 sale ez lênûsê li gel xwe digirim’
Pîra zarokên Mexmurê Nazdar Geverî destnîşan kir ku wê gelek caran zarokên penaberan bi cawê çadiran pêçaye û wiha dom kir: “Di penaberiyê de derfetên me nebû, min zarok bi ruyê cadirê di peça û didanî ber dayîka wan. Demekê heyetek hat ser rewşa wargehê lêkolîn kir. Hatin ez dîtim û xwestin ez qala karê xwe bikim. Min jî demên ku zarok bi betena çadirê pêçayî ji wan re vegot, gelek bandor bûn. Lênûsek dan min û gotin ew zarokên ku li ber destê te tên dinyayê di deftera xwe de navê wan binivîsîne. Ji wê rojê heta niha ez navan dinivisim. Navê dayîk û bavan li gel ê zarokan dinivîsim. Dema navê zarokê nezanim jî navên ku jê hezdikim lê dikim û dinivîsim. Ev nêzî 10 salane ez vê defterê li ger xwe digrim. Hijmara zarokên min di defterê de qeyd kirîn ji 200’an zêdetire. Li vêderê min di nexweşxaneya Şehîd Hogir de jî kar kiriye. Heta niha kî hatiye malê tu caran min dest vale neşandiye. Niha hemû dayîk diçin nexweşxaneyên taybet bi dirav zarokên xwe tînin dinyayê. Dema zarok tevger dike û dayik bê quwetbe pewîste zu bibin nexweşxaneyê.”