Nexweşiya gurçikan

Nîşaneyên nexweşiya gurçikan û bi rêya dermanên xwezayî xweparastin.

 
Navenda Nûçeyan - Gurçik li binê qefesa sîng e li her du aliyên stûna bedenê tên dîtin. Yek ji lebatên bingehîn ên tenduristiya laş e, lewra ew ji parzûnkirinê berpirsyar in û qerêjiyê davêjin derve. Weke lebetên dinê yên laş hinek caran kêmanî têde derdikeve û nikare baş peyîwira xwe bi cîh bîne. Dema ku wiha dibe bandorê li bedenê hemûyê dike û teqez hewcehî bi çuyîna nexweşxanê tê dîtin. Herî zêde jî kevir li ser kom dibe û dema ew kevir dilive jî êşek bê eman bi xwe re tîne. Di van demên dawiyê de ji ber nepaqijiya avê kevirê ser gurçikan zêde tê dîtin. Ji derveyî wê jî hinek nexweşiyên kironîk jî bandorê li tevgera gurçikê dike û dihêle hîn zêdetir giran bibe. 
Hinek nexweşiyên dibin sedemê giranbûna nexweşiya gurçikan weke nexweşiya şekir, tansiyona bilind a kronik, enfeksiyona gurçikê û nexweşiyên ku pergala parastinê bandor dikin, wekî sle, îltîhaba zêde bandorê li gurçikan dikin û dihêle ku hîn zêdetir giran bibe.
Nîşaneyên nexweşiya gurçikan
Êşa serî ya zêde, birînên zirav di çerm de kêmbûna xwarinê, di dema derketina destnimêja zirav şewitîn an jî kêm buna wê, germbûna ku ji nişkave ser laş xuya dike, hestê bêntengî û bêhêvîbûnê, zêdebûna îltihabê hinek ji nîşaneyên nexweşiya gurçikê ne. 
Parastina bi dermanên xwezayî
Dermankirina gurçikan bi gihayan yek ji baştirîn cureyên dermankirinê ye.  Gelek cureyên gihayên xwezayî hene ku bandoreke erênî li gurçikan dikin û pirsgrêkên wan derman dikin. Hin ji wan jî ev in;
-El-hilb e: Tê pêşinyarkirin ku bi germî were vexwarin û ji bo dermankirina iltîhaba laş, nemaze gurçikan jî gelekî baş e.
-El-kirfis: Ji bo gurçikan girîng e, ji ber ku Botasyom û Sodyom ya di hundirê giha de parastina wan dike.
-Hindibê: Ji bo parastina gurçikan ji nexweşiyê girîng e.
-Bexdenûs: Rojane qedehek ji ava wê tê vexwarin, her wiha gurçikan ji pîsî û keviran xelas dike. 
Rêbazên pêşîlêgirtinê
-Rojane bi têra xwe 2-3 lître avê vexwin.
-Herî zêde fêkî û zebzeyan bixwin.
-Xwarinên ku xwêya wan zêde be nexwin.
-Dermanê ku êşê disekinîne zêde nexwin, ji ber ku bi demê re dibe sedema têkçûna gurçikan.
-Her roj têra pêdiviya laş razin.
-Gihayên ku gurçikan paqji dikin bixwin û ava wan vexwin.
-Ji tiştên ku ruhê we teng dikin, dûr bikevin.