Nexweşiya Cedrî El-Mai li kampên Idlibê bûye metirsiyek belavker

Ji ber germahiya zêde, belavbûna çalên vekirî yên kanalîzasyonê û bikaranîna ava nepaqij, nexweşiya Cedrî El-Mai di nava zarokên kampên Idlibê de belav bûye.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Bi hatina havînê û bilindbûna germê re, êş û azarên gelên li bakurê Sûriyê girantir dibe. Kon wan ji gerama havînê naparêzin, ev yek dibe sedema xirabûna rewşa tenduristiya giştî. Ji ber germahiya zêde, belavbûna çalên vekirî yên kanalîzasyonê û bikaranîna ava nepaqij, nexweşiya Cedrî El-Mai di nava zarokên kampên Idlibê de belav bûye. Cedrî nexweşiyek viral e û pir zû belav dibe.

"Rewşa wê ya tenduristiyê zû baş nabe"

Leyla El-Ejda ya 10 salî ji ber germahiya xwe ya bilind piştî bi nexweşiya Cedrî El-Mai, nikarîbû bi şev razê. Leyla El-Ejda bi dengekî hêdî dibêje ku hemû laşê wê diêşe û piştî belavbûna heban li hemû laş û rûye wê nikare ji malê derkeve.

Dayika Leyla El-Ejda, Meryem El-Sibhî ya 35 salî ku li kampên sînorî yên Atmayê dimînin, got ku piştî ku nexweşî bi awayekî berfireh li kampê belav bûye, keça wê jî bi nexweşiyê ketiye û wiha pê de çû: "Tevî ku min keça xwe bir nexweşxaneyê û dermanên guncav jî dan wê, lê rewşa wê ya tenduristiyê zû baş nabe."

"Nexweşî bi lez û bez li laş belav dibe"

Kerîme El-Yûsif jî ya 42 salî tirsa xwe ji belavbûna nexweşiyê di nav endamên malbata wê de anî ziman û wiha got: "Nexweşî bi lez û bez li laş belav dibe û bi şeklê germahiyek bilind û pizrik û pişikên ku werimî ne û bi avê tije dibin xuya dibe. Zarokên min jî bi vê nexweşiyê ketin. Ji bo pêşîgirtin û kontrolkirina belavbûna nexweşiyê di nav malbata xwe de, min rê û rêbazên pêşîlêgirtinê bi veqetandina alavên xwarinê û cîhê razanê şopand."

"Divê laş nekeve ber avê ji ber ku ew dikare belavbûna wê zêde bike"

Li ser nîşaneyên nexweşiya Cedrî El-Mai Dr.Rewan El-Mihemed wiha got: "Destpêkê weke deqên sor xuya dike ku dibe sedema xurînek giran ku ji zik, rû û piştê dest pê dike û zû li seranserî laş belav dibe. Piştre hemû dibin hebên tijî av. Tiştê herî girîng ew e ku divê laş nekeve ber avê, ji ber ku ew dikare belavbûna wê zêde bike."

Rêveberiya Tenduristiya Idlibê di çend rojên borî de 650 haletên nexweşiya Cedrî El-Mai li dibistan û kampên parêzgeha Idlibê eşkere kir.