Navenda Arî ji bo xizmeta tenduristiya civakê rojane deriyê xwe vedike

Weqfa Jina Azad li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinkirina xebatên civakî rolek aktîf girtiye ser milên xwe û xebatên xwe dimeşîne. Yek ji navendên girêdayî Weqfa Jina Azad navenda Tendursitiyê ya Arî ye.

RONÎDA HACÎ
Hesekê-Weqfa Jina Azad a Kantona Hesekê ji bo rêxistinkirina jinan gelek saziyên civakî ava kirine û bi rêve dibe. Yek ji van saziyan navenda Tenduristî ya Arî ye. Navenda Arî pêşxistina bikaranîna dermanê xwezayî di civakê de armanc dike û Ji bo ku jin di warê tenduristiyê de bibin xwedî agahî û tecrube di 12 ‘Cotmeha 2020'an de li taxa Miftî ya Bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Di hundirê wê de beşên zarok, jin û dermanên xwezayî, dermanxane û bijîşkên pispor cih digrin. 
Bijîşka dermanên xwezayî Fatma Salih da zanîn ku Navenda Arî ji bo xizmeta tenduristiya civakê hatiye vekirin û wiha got: “Bajarê Hesekê bajarekî mezin e, her çiqas nexweşxane û navendên tenduristiyê hebin jî hê pêwîstiya civakê pê heye. Bi teybetî piştî ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Serêkaniyê kir û bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn, Weqfa Jina Azad pêwîstî dît ku navenda Arî ji bo xizmeta tenduristiya civakê were vekirin. Di hundirê vê navendê de beşên jin, zarok û dermanên xwezayî hene, her beşek jî bijîşkên pispor tê de cih digrin. Dermanê ku ji aliyê van bijîşkan ve ji nexweşan re tê dayîn bi rengekî alîkarî tê pêşkêşkirin.”
"Em dixwazin bingeha tenduristiya civakê bi hebûna jinan bi hêz bikin"
Fatma diyar kir ku di hundirê navenda Arî de perwerdeya tenduristî ji jinan re tê dayîn û wiha behsa girîngiya wê kir: “Di hundirê navenda Arî de dewreyên perwerdeyê yên tenduristiyê ji jinan re tên vekirin. Ji ber ku civak bi destên jinan xwedî dibe. Civak bê jin nabe, ji ber vê yekê em bingeha tenduristiya civakê bi hebûna jinan dixwazin bi hêz bikin.Destpêka ku me navenda Arî vekir hejmara nexweşan kêm bû lê piştî ku her kesê dît ev navend ji bo xizmeta tenduristiya civakê û bi destên jinan tê birêvebirin berê xwe dan vê derê. Niha di rojê de nêzî 25 nexweş serdana me dikin. Em ê hemû derfetên xwe têxin bin xizmeta tenduristiya civakê.”
"Keşfkirina dermanan bi fedakariya jinan bi pêş ket"
Fatma bal kişand ser zindîkirina bikaranîna dermanên xwezayî di nava civakê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dermanên xwezayî ji bo tenduristiya mirovan pir girîng in, dermanekî nexweşiyan îlac dike û tu bandora wî ya neyînî tune ye. Di civaka xwezayî de jin di warê tenduristiyê de xwedî rolek pir girîng in, ji bo civakê ji nexweşiyan biparêzin gihayên xwezayî li ser xwe tecrube kirine û gelek ji wan jinan jiyana xwe ji dest dan heya gihîştin keşfkirina dermanên xwezayî. Ji bo wê jî em dixwazin bi keda destên jinan careke din dermanê xwezayî di nava civakê de bi pêş bixin. Ji her nexweşiyê re dermanek ji gihayê xwezayî heye. Kesên nexweş em ev giha ji wan re peyda dikin û rengên bikaranînê ji wan re dibêjin. Vekirina beşa dermanên xwezayî di navenda Arî de ji bo civakek tendurist û saxlem were avakirin e.”  
Nexweşa bi navê Werda Dîbo teqez kir ku li ser dermanên xwezayî rewşa wê ya tenduristiyê baştir dibe û wiha bilêv kir: “Nexweşiya min di rehan de ye, rehê laşê min pir hişk dibin. Ez nikaribû sibehê gav bavêjim. Bijîşkek nema ku ez neçûmê. Lê piştî ku min serdana navenda Arî kir û li gorî bijîşkên wê dermanên xwezayî pêşkêşî min kirin ez pir baş bûm. Ev navend navendek pîroz e. Em spasiya Weqfa Jina Azad dikin ku ev derfet ji bo civakê çêkir da ku wan ji nexweşiyan biparêze."