Mêşa remilê û li herêma Xabûrê zêdebûna nexweşiya laşmaniya

Hemşîreya Navenda Tenduristiya a Ş.Lêgerîn Henûf Îbrahîm sedema zêdebûna nexweşiya laşmaniyayê û çawaniya dermankirina nexweşan nirxand û da zanîn ku ji bo çareserî ji vê nexweşiyê re were dîtin divê dewleta tirk ava Çemê Xabûrê berde.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Yek ji nexweşiyên ku herî zêde di vê havînê de, di nava civakê de belav bûye (laşmaniya) ye. Ev nexweşî bêtir li cihên ku av lê namîne ango kom dibe çêdibe. Bi rêya Mêşa Remilê, ev nexweşî belav dibe û ji zarok, jin, ciwan û kal û pîr pê dikevin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nava vê salê de ev nexweşî zêde bûye. Ji bo ku em bêtir vê nexweşiyê, sedem û çareseriya wê çi ye nas bikin, me berê xwe Navenda Tenduristiyê ya Ş.Lêgerîn li navçeya Til Temira Kantona Hesekê û hevdîtin bi Hemşîre Henûf Îbrahîm re çêkir.
Mêşa remilê çi ye?
Henûf di destpêkê de nexweşiya laşmanyayê ji me re pênase kir û wiha domand: "Mêşa remilê ew e ya ku nexweşiya laşmanyayê çêdike. Bi rengekî pir mezin ev mêş li herêmên me belav bûye. Yek ji sedemên ku dihêle ev mêş çêbibe û belav bibe, av e. Taybet di Çemê Xabûrê de ev mêş çêdibe û li gundên qiraxa çem, di nava şêniyan de belav dibe. Li golên ku av lê kom dibe û genî dibe, tirs jê heye ku nexweşî ji wir derkeve. Niha ji gundan li qiraxa çem dest pê kiriye û ber bi gundên hundir û navçeya Til Temirê ve tê. Ev xeteriyeke pir mezin e,
yek ji rengên êrîşan e."
“Rêxistinên mirovî alîkariyê nadin”
Henûf da payin ku ji ber rêxistinên mirovî alîkarî dida û derman li gundan direşandin ev nexweşî çênedibû lê niha rewş hatiye guhertin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ev sê sal in, nexweşî li gel me tunebû û ger derketibûya jî pir kêm bû, kesên nexweş bi qasî tiliyên destan bûn lê ji ber ku şaredariya gel ew derfet û derman li gel wê tune ye, pêwîstî pê heye ku rêxistinên mirovî dermanên vê mêşê bînin û bireşînin. Rêxistinên mirov alîkarî nedin, wê ev nexweşî bi rengekî pir mezin belav bibe."
Bandor û merheleyên mêşa remilê li ser çerm çawa çêdibin?
Henûf behsa mêşa remilê kir û ev agahî der barê wê de da: "Mêş bi rojê dernakeve, wexta derketin û gera wê, di saetên êvarê de ye û heya berbangê erka wê xilas dibe. Ev mêş nafire, lê heldiperike û yên ku li ser qatê duyem ê banan radizên, nagihîje wan. Di heman wextê de ev mêş bi çavan nayê dîtin. Hebûna wê mêşê 6 meh in û bêtir di havînê de çêdibe her wiha bi şevê giştî dixebite. Lê dema ku mêş tê ser çerm, kes bê hîs nake. Mêş hêkên xwe di bin çerm de çêdike, piştî mehekê ev heba leşmaniya li ser çerm tê dîtin, bêyî ku bixurê ango biêşe. Kesê nexweş bi rêya guhertina rengê çermê xwe û vebûna wê di laş de, nû bi nexweşiya xwe hîs dike."
“Derzî ne li dermanxaneyan li Heyva Sor tê peydakirin”
Henûf bal kişand ser peydakirina derman û derziyên vê nexweşiyê û ev yek anî ziman: "Derziyên vê nexweşiyê li dermanxaneyan û ne jî li nexweşxaneyan tê peydakirin. Ev derzî tenê li gel Heyva Sor a Kurd tê peydakirin, ew jî bi rêya rêxistinên mirovî re tê. Em jî bê pere li kesên nexweş dixin, armanca me jê ew e ku alîkariyê bi rewşa gel a aborî re bikin û nexweşiyên wan derman bikin û êşa wan sivik bikin. Ger ku melhema wê hebûya baş dibû lê ji ber ku ev nexweşî di bin çerm de ye, encax bi derziyan bikaribe baş bibe."
“Laşmaniya nexweşiyeke pîs e”
Henûf çawaniya dermankirina vê nexweşiyê bi bîr xist û wiha got: "Em bi giştî 8 caran derziyê li cihê ku ew nexweşî derketiye dixin, di hefteyê de du caran. Piştî ku 8 caran derziyê li nexweş dixin, em 15 rojan navberê didin wan, da ku bibînin ev nexweşî bi dawî dibe yan na. Dema ku namire û bi dawî nabe, heman heb li cihekî din ê laş derdikeve, ji ber ku ev nexweşiyeke pîs e. Em derziyê li dora hebê dixin û bêtir li dest û ling û rû derdikeve. Laşmaniya ne nexweşiyeke ku ji mirovekî diçe mirovekî din, berovajî wê bi rêya mêşê tê. Ger ku mêşek derbasî malê bibe, dikare biçe ser çermê hemûyan û wan pê bixe."
Çareserî: Berdana ava Çemê Xabûrê ye
Henûf bi vê bangewaziyê ji rêxistinên mirovî û dewleta tirk a dagirker re dawî li axaftina xwe anî: "Heya ji me tê, em hewl didin vê nexweşiyê derman bikin lê ji bo ku ev mêş bimre û ev pirsgirêk bi rengekî bingehîn were çareserkirin, pêwîstî bi reşandina dermanan heye. Divê ku ev nexweşî were sînordarkirin. Ger ku berdewam bike wê metirsiyên pir mezin bi xwe re bîne û hejmareke pir mezin ji gel pêkeve. Cihê ku heb lê derkeve jî heya dawiya temen jî cihê wê dimîne û bi emeliyên xweşikbûyînê jî naçe, ji ber ku cihê derzî lê dikeve çermê wê jî dimre. Her wiha divê ku dewleta tirk jî ava Çemê Xabûrê berde da ku av biherike û ew golên ku genî bûne biçin. Ji ber pirsgirêka yekemîn û dawî ya vê nexweşiyê av e. Her çiqasî av kêm dibe, nexweşî zêde dibin, her çiqas av biherike jî wê gelek nexweşî derman bibin, ji xwezayê heya lawiran û mirovan."