Li Yemenê hemşîre û pîrik di nava zextên darayî û şertên zehmet de dijîn

Li Yemenê hemşîre û pîrik seatên dirêj, di şert û mercên pîşeyî yên dijwar de dixebitin, ji ber lêçûnên bilind ên jiyan û veguhestinê û kêmbûna derfetên kar ên stabîl, bi dijwariyan re dimînin.

REHMÊ ŞANZÛR

Yemen – Hin xebatkarên tenduristiyê yên jin li Yemenê bi zextek zêde re rûbirû ne ku dev ji karên dirêj berdin û karên zêde bikin. Di heman demê de gelek ji wan mûçeyên sabît nastînin û li şûna wê xwe dispêrin teşwîq an prîmên sînorkirî û derengmayî. Ev yek barê wan ê darayî girantir dike û mayîna di pîşeyê de dike dijwariyek rojane.

Rapor û lêkolînên li Yemenê li ser qada tenduristiyê hatine amadekirin, nîşan didin ku mûçeyên kêm û bêserûber, digel kêmbûna karmendan bûne sedema zêdebûna zextê ya li ser xebatkarên tenduristiyê. Her wiha hin ji wan neçar kirine ku li derfetên kar ên din bigerin an jî bi tevahî ji qadê derkevin.

Seatên dirêj ên ji bo teşwîqên sînorkirî

Xewla El-Malikî pîrikeke 25 salî ye û li beşa zayînê ya Nexweşxaneya Komarî ya li Taizê, ji bo rêjeyek ji mûçeya xwe rojane zêdetirî 10 seatan dixebite. Xewla dibêje: "Ji bo dabînkirina pêdiviyên min û malbatê mûçe têr nake. Tezmînata darayî ya ku ji hêla karmendên jin ve tê stendin ne li gorî hewildan û berpirsyariyên ku ew di nexweşxanê de digirin e.

Xewla El-Malikî da zanîn ku ew mûçeyên sabît nastînin, tenê teşwîq û rêjeyên darayî distînin ku carna dereng dimînin û bi rêkûpêk nayên dayîn. Xewla bawer dike ku lêçûnên jiyanê û veguhestinê yên zêde kar dijwartir kiriye, di demekê de ku tezmînata darayî êdî li gorî şert û mercên aborî yên heyî, nîne. Nebûna piştgiriya berê bandor li hem karmendan û hem jî nexweşan kiriye. Bi taybetî ji ber ku ew jinên ji malbatên kêmdahat digirin ku nikarin lêçûnên dermankirinê bidin.

Karmendên beşa zayînê jî bi pirsgirêkên derayaî re rûbirû ne

Pîrika zayînê Ahoud Qasim heman fikaran parve dike û destnîşan dike ku karmendên beşa zayînê niha di şûna mûçeyên sabît de, xwe dispêrin teşwîqên darayî yên kêm. Ahoud dibêje: “Hin xebatkarên jin di nexweşxanê de, ji sibehê heta saet 6'ê êvarê di berdêla teşwîqek darayî de li şûna mûçeyek sabît, seatên dirêj derbas dikin. Pirsgirêk ne tenê nirxa teşwîqê ye, bêserûberiya wê û bandora wê ya nehevseng jî li ser demjimêrên xebatê û berpirsyariyên ku ji hêla xebatkarên beşên zayînê ve têne hilgirtin e jî. Karker dema ku nexweşên ji malbatên xizan ên ku nikarin dermankirinê bidin digirin, bi pirsgirêkek din re rûbirû dimînin."

Barekî li derveyî cihê kar

Ev êş ne tenê krîzek berfirehtir a ku xebatkarên tenduristiyê li Yemenê pê re rûbirû dimînin e. Lêkolînek li ser ezmûnên xebatkarên tenduristiyê ya di dema pevçûnê de, destnîşan kir ku kêmbûna karmendan li hin tesîsan bûye sedema seatên xebatê yên dijwar. Lêkolîn aşkera dike ku di hin rewşan de dighîje 24 seatan ku bi kêmkirina mûçeyan û kêmbûna pêdiviyên bijîşkî re hevdem e. Ji ber vê yekê, hemşîre û pîrikên jin xwe bi hevkêşeyek dijwar re rûbirû dibînin.