Li Xezayê jin li dijî qirêjkirina hawirdorê jî têdikoşin

Jinên Xezayê di nava şerê ku li bajar didome de, li dijî gelek rewşên awarte têdikoşin. Yek ji wan jî têkoşîna li dijî qirêjkirina hawirdorê ya ku zirarê dide tendirustiya fizîkî û derûnî, derdorê qirêj dike ye.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Jinên li Zîvala Xezayê, nêzî du salan e di nava şer de. Li dijî bêhnên ji amûrên şer ên ku bêhna wan diçikîne şerekî bêeman dimeşînin. Li bajar ji ber bikaranîna bi tonan bombeyên fosforê, fuze û çekên din ên em kîmyewî, pergala akolojîk serûbin bûye, bû sedema nexweşiyên ku qet başiya ji wan tune ye. Mercên ji ber şer jî li vê rewşê zêde dibin û mirov neçar dimînin her roj ji bo çêkirina xwarinê agir vêxin, plastik û qumaşan bişewitînin. Her wiha “ocaxa agir” ku jê re ‘muharraka’ te gotin, ji ber ku Îsraîl nahêle sotemenî bikevin Xezayê weke alternatîf tê bikar anîn. Ev yek hemû zirarê didin hawirdorê, karbonê zêdetir dikin. Ên ku herî zêde zirarê dibînin jî jin, zarokên keç, nexweş û extiyar in.

Xeza dişewite jin bi êşan bêhnê dikşînin

Amanî El-Misrî dibeje ku ji şerê Cotmeha 2023’yan vir ve artêşa Îsraîlê wê demê bi tonan bombeyên fosfor avêtiye Xezayê û dûre jî bi tonan fuze barandiye. Amanî El-Misrî diyar dike ku ji vê yekê herî zêde jinên ku nexweşiyên wan ên bêhngirtinê hebûn bi bandor bûne. Amanî El-Misrî, diyar kir ku dema bomberan zêde dibe maskeyan dide zarokên xwe û hevjînê xwe, bi saya wê dema ku malên wan bêyî ku hişyarî were kirin tên bombekirin zarok bi maskeyan bêhnê digrin û got: “Tarîtî û xweliyê her tişt daqurtand, me tenê dengê hev dibihîst. Piştî sê saetan komên parastina sivîl hatin me rizgar kirin.”

Amanî El-Misrî rojên xwe yên beriya şer bi bîr anî û wiha domand: “Li Xezayê hevsengiya hawirdorê baş bû. Li her derê dar hebûn, ji ber bayê deryayê hênik bû. Li bakur û başûrê wê eraziyên çandiniyê yên mezin hebûn. Dema bêhna me teng dibû, me zarokên xwe digirt em diçûn nava zeviyan. Niha li ku ne ew der? Hêzên Îsraîlê her derê serûbinî hev kirin.”

Amanî El-Misrî, got ku tevahiya rojê, ji ber agirê ku tê vêxistin û bêhna kanalîzasyon, egzoz û dûxanê serdest e ji ber wê jî kêzikên ku heta niha nehatine dîtin derdikevin. Her wiha diyar kir ku keça wa biçûk, ji aliyê kêzikek ku bijîjk jî navê wê nizanin ve hatiye gezkirin û agirê wê derketiye.

Amanî El-Misrî got ku ne tenê keça wê hevalek wê ya nêz jî wiha bûye û got: “Hevala min bi şev dema diçe tuwaletê, ji nişkavên çavên wê nedîtin. Bijîjk got ku ev yek ji ber bomberana zêde û gazên jehrî çêbûye.”

Têkoşîna li dijî qirêjiyê

Li gorî Amanî El-Misrî  “ocaxa agir”, ango cihê hilberandina mazota senayî ya ku plastîk û lastîk lê tên şewitandin, hevsengiya xwezayî ya ku mabû jî bi temamî tune kir û got: “Nêzî 4 km ji dûrve dûmaneke reş û tarî bilind dibe. Ji ber bêhna wê ya bi hehr mirov nikarin bêhnê bigrin. Dema bêhn dikeve cilan ji naçe.”

Amanî El-Misrî da zanîn ku nexweşiya ku her dem bi jinan re heye, bêhalî, westandin, kuxik, bêhgirtin, grîb û û herikîna pozê ye û got: “Ez derman bînim jî feyde nake lewre mercên derdorê heman in, ji ber vê bêhnê em baş nabin.”

Amanî El-Misrî diyar kir ku dibe di demên pêş de nexweşiyên penceşêr, gurçik û yên kronîk werin dîtin û dide zanîn ku jin bi çandina daran li derdora mal û konên xwe hewl didin oksîjenê hilberînin û wiha bi dawî dike: “Ez hêvî dikim gaz bikeve Xezayê, jin êdî neçar nemînin agir vêxin û van ocaxên agir werin rawestandin.”