‘Li navenda Arî tiba xwezayî beşa bingehîn e’

Weqfa Jina Azad li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistinkirina xebatên civakî roleke aktîf girtiye ser milên xwe. Yek ji navendên girêdayî Weqfa Jina Azad navenda Tendursitiyê ya Arî ye ku tê de dermanên xwezayî beşek bingehîn e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Weqfa Jina Azad di sala 2015`an de hat damezradin û pêşxistina jinan di aliyê aborî, çandî, civakî û tenduristî de dike hedef. Di heman demê de ji bo xizmeta jin û zarokan her dem di nava kar û xebatan de ye. Yek ji navendên girêdayî Weqfa Jina Azad a tenduristiyê, navenda Arî ye. Li navenda Arî ya tenduristiyê, beşên zarok, jin, lazer, dermanxane û tiba xwezayî hene. Di her beşê de bijîşkên pispor cih digrin, derman û alîkarî tên dayîn û bijîşk, nexweşên ji hemû temenî control dikin û bi wan re dibin alîkar.

Beşa tiba xwezayî di navenda Arî de beşeke bingehîn e û xwedî roleke aktîf e di xizmeta civakê de. Hemû dermanên xwezayî di wê beşê de hene. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 navendên tenduristiyê yên girêdayî Weqfa Jina Azad hene. Li Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Tebqayê ev navend hene. Berpirsa beşa tiba xwezayî ya Bajarê Hesekê bijîşk Ehlam Seyîd e.

‘Em ê bingeha tenduristiya civakê bi hebûna jinan bi hêz bikin’

Bijîşk Ehlam Seyîd da zanîn ku Weqfa Jina Azad ji bo xizmeta jin û zarokan hatiye damezrandin û wiha axaftina xwe domand: “Civak bê jin nabe, ji ber vê yekê em bingeha tenduristiya civakê bi hebûna jinan dixwazin bi hêz bikin. Ji bo xizmetên civakê jî em dermanên li navendê weke alîkarî didin nexweşan. Pêşxistina tiba xwezayî yek ji armancên sereke yên vê navendê ye. Ji ber ku ev tib bi destên jinan hatiye afirandin û pêşxistin em dixwazin civekek xwedî tenduristî bidin avakirin. Zindîkirina tiba xwezayî zindîkirina dîroka jinên afrîner e.”

‘Navenda Arî navendeke alîkariya jin û zarokan e’

Bijîşk Ehlam Seyîd bal kişand ser girîngiya xwezayê û rola wê ya di dermanên nexweşiyan de û wiha anî ziman: “Eger em vegerin dîrokê em ê bizanibin çawa tiba xwezayî hatiye keşfkirin bi destên jinan. Em bizanibin ku jinan ji bo avakirina civakeke bi tendirust canê xwe feda kirine. Nebatên xwezayê li ser xwe tecrube kirine û bi vî rengî derman keşif kirine. Gelek ji wan bi vî rengî canê xwe ji dest dane. Yanî heya ku jinan xwezayê keşif kirin û gihandin asta bijîşkiyê gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan lewma tiba xwezayî tibeke pîroz e û bi kedeke mezin hatiye afirandin. Her giyayê di xwezaye de xwedî feydeyek e mezin e. Çi nexweşî hebe bêguman dermanê wê yê xwezayî heye lê pêwistî bi kesên pispor heye da ku bizanibin bi çi rengî were bikaranîn. Yên ku ev yek dan ser milên xwe jin in. Îro em di vekirina navenda Arî de keda bi hezaran salan diparêzin û civaka me jê sûdê digre. Navenda me navendeke alîkariya jin û zarokan e.”

‘Em ê xwedî li keda jinên pêşeng afrîner û bijîşk ên di dîrokê de derkevin’

Bijîşk Ehlam Seyîd wiha axaftina xwe domand: “Di beşa tiba xwezayî de em rojane nêzî 100 kesan pêşwazî dikin. Gelek zarok û jin tên ba me. Em di beşa fizîkî de derman çêdikin. Li gel me dermanê wezayî yên ji bo nexweşiyên ilthab, pirbûna şîrê dayikê, gurçik, zekem, ketina navikê, kurm û hemû nexweşiyan hene. Em heya dawî dixwazin xizmeta civaka xwe bikin. Di dîrokê de tiba xwezayî li pêş bû, lê di dema me ya îro de ev tib hat pişaftin û tiba bi kîmyewî hat pêşxistin. Em nabêjin ev tib bê sûd in lê xwedî bandorek neyînî li ser bedena mirovan jî heye. Em dixwazin careke din tiba xwezayî zindî bikin û wekî tiba anternatîf were bikaranîn. Weke jin erka me ew e em xwedî li jinên pêşeng, afrîner û bijîşk ên di dîrokê de derkevin.”

Bijîşk Ehlam Seyîd di dawiya axaftina xwe de bang li jin û zarokan kir û diyar kir ku deriyê navenda Arî ya Tenduristiyê ji seat 8 heta 3 ji bo xizmetê vekirî ye.