Li Minbicê laboratuara bijîjkî ya giştî xebatkarên wê jin hat vekirin

Salek li ser vekirina yekemîn laboratuara bijîjkî ku ji aliyê kadroyek bi tevahî jin ve tê birêvebirin, derbas bû. Kesên ku li ser vê laboratuarê disekinin hewl didin projeyê bi pêş bixin û bikin referansa bingehîn ji bo hemû laboratuarên li bajêr.

 
SÎLVA ÎBRAHÎM
Minbic – Di 14'ê Cotmehê de û di yekemîn salvegera şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku di 12'ê Cotmeha 2019'an de şehîd ketibû, laboratuara bijîjkî ku ji aliyê kadroyek bi temamî ji jinan pêk tê ve tê birêvebirin, hat vekirin.
"Ji ber ku hemû xebatkarên wê jin in, nexweş xwe rehet hîs dikin" 
Hemşîre Efaf El-Şêx ku yek ji damezrînerên laboratuara bijîjkî ye diyar kir ku ji ber hebûna alavên nûjen tê de, rêvebirina wê ji aliyê kadroyek tam jin ve û îlackirina bi pereyên pir kêm, ev laboratuar ji yên din cudatir e û wiha berdewam kir: "Ji ber ku hemû xebatkarên wê jin in, nexweş xwe rehet hîs dikin. Armanc ji birêvebirina vê Laboratuarê ji hêla kadroyek tam jin ve ew e ku asta jêhatibûna jinan û karîna wan birêvebirina her karekî bêyî alîkariya mêr, were nîşandan."
"Bi ruhê hevaltî û hevkariyê kar hêsantir dibe û serkeftî derbas dibe"
Hemşîre Zeyneb Hacî Ferec li ser cewherê karê xwe axivî û wiha got: "Di çarçoveya belavbûna vîrusa koronayê de, sterîlkirina laboratuarê ya rojane yek ji bingehên xebatê ye, ji ber ku em berpirsyariya jiyana nexweşan digrin ser xwe. Jin dema bi jinan re mijûl dibin xwe rehetir hîs dikin, ji ber vê yekê nexweşên jin herî zêde berê xwe didin Laboratuara me. Hin jin ji girtina xwînê ditirsin lewma bi me re rehtir in. Nexweş ji saetên sibehê ve tên û roj bi roj hejmara nexweşan zêde dibe. Her yek ji me bi tena xwe dikare bixebite lê bi rihê hevaltiyê û hevkarî kar hêsantir dibe û serkeftî derbas dibe."
Zeyneb anî ziman ku bi israra xwe wan îsbat kir ku ew dikarin bi tena xwe vê laboratuarê bi rêve bibin û wiha pê de çû: "Projeyek bi vî rengî asta xurtbûna jinan dide diyarkirin. Ji bo avakirina civakek ku jin tê de neyên biçûkxistin divê ev proje di qadên din re jî were sepandin."
"Pêwîst e Komîteya Tenduristiyê van projeyan xurtir bike"
Hemşîre Ala El-Xelef jî eşkere kir ku hemû cureyên tehlîlan tên kirin û wiha berdewam kir: "Em bi yek rih û dilî dixebitin û her yek ji me erkek wê ya taybet tune ye ji ber ku em hemû bi hev re dixebitin. Eleqedariya xweş bi nexweşan re bû sedema zêdebûna beşdariya nexweşan. Pêwîst e Komîteya Tenduristiyê van projeyan xurtir bike da ku asta jêhatîbûna jinan were nîşandan."