Li Helepçe hamleya şiyariya penceşêra pêsîrê

Dê li Helepçeyê seminerên ji bo şiyariyên di derbarê penceşêra pêsîrê de bên dayîn. Di heman çerçeve de ji bo xebatkarên tendirustiyê yên Helepçeyê semînerek di derbarê penceşêr û meha şiyariyê de hate dayîn.

Helepçe– Dê li Helepçe û derdorê wê semînerên di derbarê şiyariyên ji bo penceşêra pêsîrê bên dayîn. Li rêveberiya giştî ya tendirustiyê ya Helepçe ji aliyê bijîşkên pispor ve semînerek ji bo endamên tendirustiyê di derbarê meha hişyariyê û rênimayên penceşêra pêsîra de hate dayîn.
Bijîşka pispor ya nexweşiya penceşêra pêsîrê Ajîn Heme Tofîq di derbarê semînerê de ji ajansa me re axivî û got: “Di meha şiyarîkirina jinan ji bo nexweşiya penceşêra pêsîrê de me senîrek ji bo endamên tendirustiyê da. Ji bo ku ew jî di aliyê xwe de gel şiyar bikin pêdivî pê hebû despêkê ew di  vê mijarê de xwedî agahîbin. Emê pişte hişyariyên zêdetir li Helepçe û dewruberê wê belav bikin. Ev cûra penceşêra pêsîra belave, ji heşt jinan yek jê pênceşêra pêsîrê pêra peyda dibe, di heman demê de mêr jî ji viya para xwe digrin. Di vê rewşê de mêr bi rêjeyek kêmtir ji sedan yek jê ev nexweşî pêre peyda dibin.”
Bizîjk Ajîn da zanîn ku di semînerê de bal hat kişana li ser ka çawa xwe bi parêzin ku nexweşiya penceşêra pêsîrê pêre peyda nebe û wiha berdewam kir: “Ji ber venêrîn zêdebûye, hema bêje hemû jin dikarin xwe bigihînin navendên memografiya û rewşa xwe ya tenduristiyê li ber çavan re derbasbike nexweşiya penceşêra pêsîrê kêm bûye. Mirov dikare bêje ji sedî 25 mirina ji ber penceşêrê kêm bûye.”
Li Helepçe ji ber nebûna navendek Memografiyê jin neçarin biçin bajarên dinê. Ji ber vê bijîşk Ajîn daxwaz dike ku di demek nêz de navendek Memografî were çêkirin da ku jin bikarin sûdê ji bigrin. 
Dê li Helepçe semînerên ji bo şiyariya penceşêra pêsîrê dewam bikin.