Li Darfûrê şewba kolera bi lez belav dibe

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku li eyaleta Darfûra Bakur ya li rojavayê Sûdanê bûyerên kolerayê zêde bûn.

Sûdan – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), îro daxuyaniyek weşand û ragihand li bajarê Tawîla ya girêdayî eyaleta Darfûra Bakur, 300 jê zarok zêdetirî 1 hezar û 180 bûyerên kolerayê tomarkirin û herî kêm 20 kes jî jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku zêdetirê 500 hezar kesên ji pevçûnên tund reviyane, xwespartine herêmê. Ji 30’ê Tîrmehê vir ve li 5 eyaletên Darfûrê bi giştî 2 hezar û 140 bûyerên kolerayê hatin tomarkirin û herî kêm 80 kes jî jiyana xwe ji dest dan.

640 hezar zarokên bin temena 5 salî bi gefê re rû bi rû ne

UNICEF’ê destnîşan kir ku zêdetirî 640 hezar zarokên bin temena 5 salî bi gefa tundî, nexweşî û birçîbûna zêde re rû bi rû ne. Sala borî li Darfûra Bakur du qat zêdebûna hejmara zarokên kêmbûna xwarinê ya akût dijîn, bûyerên koleraye û mirinên têkildarî kolerayê zêdekir.

Di daxuyaniyê de hate balkişandin ku bi taybetî ji ber kembûna pêdiviyên jiyanî yên wek aşî û xurekên dermankirinê yên amede, xeteriya mirinê zêdetir dike û hate diyar kirin nûkirina malzemeyên alîkariyê, ji ber bi temamî astengkirina xwegihandina mirovî û talankirin an jî êrişen li dijî karwanan, her ku diçe dijwartir dibe.

Her wiha UNICEF’ê, ragihand ku li bajarê EL-Obeîd ya li eyaleya Kordofan ya li Sûdanê ji bo 70 hezar kesên ji cih û warên xwe bûne û ji bo gelên xwecihî alîkariya tenduristî û xurekê gihandiye; di warên tenduristî, av, paqijî, sanitasyon, hijyen û beşdariya civakê de mudaxeleyên rizgarker pêkbîne.

UNICEF’ê bang li hikûmeta Sûdanê û hemû aliyên eleqeder kir ku li Tawîla û hemû eyaletên Darfûrê ji bo zarokan xwegihandina mirovî ya ewle, domdar û bilez mîsoger bikin û diyar kir ku bivê yekê hê zêdetir pêşiya mirina zarokan bigre.