Li Belûcistanê 15 jinan ji ber xemsariya tibî jiyana xwe ji dest dan

Li parêzgehên Sîstan û Belûçistanê yên Îranê, di sala 2021’an de 15 jinên ducanî ji ber nebûna lênerîna tenduristiyê yekser piştî zayînê mirin.

Navenda Nûçeyan - Polîtîkayên cudaxwaz li Îranê canê mirovan digire û herî zêde jî di navê de jin û zarok hene. Tenê yek ji van wekî nepêkanîna pêdiviyên bijîşkî û bêparkirina derfetên tenduristiyê derdikeve pêş. Li parêzgeha Sîstan û Belûçîstanê di sala 2021’an de 15 jin ji ber nebûna lênihêrîna bijîşkî piştî zayînê mirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li gel kêmbûna îmkanên li eyaletê, kêmbûna pîrik, hemşîre, bijîjkên pispor, cerrah û personelên tenduristiyê jî didome. Nebûna nivînan di beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Çabaharê de jî pirsgirêkek din e ku nexweş û welatî pê re mijûl dibin.