Jinên Xezayê yên bi penceşêra memikan ketine dermanan nabînin

Li Xezayê Samar û Sumaya yên du laşên westiyayî, ji ber pençeşêr, xela û penaberiyê êşên mezin dikşînin û dorpêça ku hatiye ferzkirin jî rê li ber dermankirinên wan digre.

REFÎF ISLÎM  

Xeza – Li Zîvala Xezayê, nexweşên penceşêrê barekî duqat hildigrin û bi taybetî jî ji ber nebûna dermanan û xelayê, rastî gelek zehmetiyan tên. Samar El-Ceal, yek ji jinên ku gelek nexweşînên wê hene û bi ser de bi nexweşiya penceşêrê jî ketî ye. Nexweşiya wê ya penceşêr, ji aliyê rastê ber bi çepê ve û piştre jî ber bi pişikên wê ve belav bûye û îhtîmaleke mezin heye ku di demek nêz de li hemû deverên laşê wê belav bibe. 

Jin di nav tundî û xelayê de li ber mirinê ne 

Di sala 2019' an de teşhîsa penceşêrê li Samar El-Ce'al hat kirin û piştî seansên dirêj ên kemoterapiyê, baş bû. Lê piştî demek, penceşêra wê dîsa vegeriya. Di destpêka şerê li ser Xezeyê de biryar hat dayîn  ku mastektomî li ser wê bê kirin, lê şer û koçberiya wê ya ber bi Refehê ve bû sedem ku ew têkiliya xwe bi bijîşkê xwe re winda bike. 

Samar El-Ce'al, di dema koçberiyê de bi gelek zextan re rû bi rû ma. Ji ber ku hevjînê wê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate girtin, ew û zarokên xwe di bi şert û mercên dijwar de man. Samar destnîşan kir ku wê demê di canê wê de bêhalbûnek destpê kiriye, ji ber vê yekê çûye nexweşxaneyek li herêma navendî. Samar da zanîn ku li wir bijîşkan jê re gotine ku penceşêr di memika wê ya din de belav bûye. Samar êdî nizanibû ka ew ê çawa rewşa xwe di nav xizanî, koçberî û nexweşiyê de birêve bibe. 

'Tumor di pişikên min de belav bûye' 

Samar El-Ce'al, wiha axivî: "Ez bi zorê dikarim fikra penceşêra memika xwe ya yekem qebûl bikim, lê veguhestin karesatek bû û bandorek mezin li min kir. Min sewq kirin ku ji bo dermankirinê herim derveyî welat, lê tevî ku Rêxistina Tendrustî ya Cîhanê jî bi min re di nav peywendiyê de ne jî, ez nikarim ji ber qedexeyên Îsraîlê biçim. Niha tumor belavî pişikên min bûye û îhtîmale ku zû belavî deverên din ên laş jî bibe heye. Lê belê tirsa min ne nexweşî bi xwe ye, ditirsim ku zarokên xwe bê dabînker bihêlim. Hevjînê min ji girtîgehên Îsraîlê bêkar hate berdan û îşkenceyên ku li girtîgehê dîtiye, li dijî min û zarokên xwe bikar tîne.”

'Rewşa tenduristiya min xirabtir be' 

Samar El-Ce'al, ji bo peydakirina dermanên êşê gelek zehmetiyan dibîne. Samar wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tenduristiya min her roj xirabtir dibe û ji ber kêmbûna xurek û pêdiviyên xwarinê jî ev rewş girantir dibe. Gelo piştî porê min weşiya dê niha diranên min jî biweşin? Bi hêvî me ku wek beriya şer vegerim û dermanên xwe bistînim. Ez bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dikim ku hewl bidin ji Zîvala Xezayê min derxin ku ez bikaribim tedawiya xwe bikim û ji nexweşiya xwe rizgar bibim." 

Sumaya El-Kafarna ev 5 salin bi nexweşiyê re têdikoşe 

Sumaya El-Kafarna, ji sala 2020'an vir ve ye ku vê nexweşiyê dikşîne û di hemû qonaxên dermankirinê re derbas bûye. Sumaya El-Kafarna pêşî dest bi kemoterapiyê kir, piştre tumorê di sîngê wê de ku ber bi binçengê wê ve belav bûbû rakir û herî dawî jî radyoterapî û terapiya hormonal dît. Sumaya El-Kafarna destnîşan kir ku piştî destpêkirina şer, ferq kiriye ku nexweşî di wesleyên din ên laşê wê yên mîna  kezeb, stû û hewzê de belav bûye û êşa wê roj bi roj zêdetir bûye.

Sumaya El-Kafarna, di pişt, hestî û zikê xwe de êşên giran dikşîne. Her cure dermanên êşbir tunene, ev jî êşa wê girantir dike. Weqfek, bi wê re têkilî datîne û dermanek ku ji bo biroj bikar bîne dinvîse. Lê Sumaya El-Kafarna, dermana xwe şev bikar tîne da ku bikaribe di demjimêrên dirêj ên şevê de razê.

Xela bandorek neyînî li ser nexweşiya wê kir 

Sumaya El-Kafarna, niha li bendê ye ku wê sewq bikin û here derveyê welat li wir bê dermankirin. Ger bê sewqkirin dê  êşa wê kêm bibe û bikaribe kemoterapî, terapiya biyolojîk, îmmunoterapi, terapiya hormon û radyoterapî bistîne û piştre emeliyat bibe. Suamya da zanîn ku rewşa heyî û xela bandorek neyînî li ser nexweşiya wê kiriye û xirabûna tenduristiya wê zêde kiriye. 

Gihîştiye qonaxa çaremîn a nexweşiyê 

Tirsên Sumaya El-Kafarna roj bi roj zêde dibin, ji ber ku fermanên valakirina bajarê Xezayê zêde dibin. Hevjînê Sumaya El-Kafarna jî di şer de birîndar bûye û 5 zarokên wan hene. Sumaya da zanîn nikare berpirsiyariyên xwe yên ji bo zarokên xwe bicîh bîne û nikare bêyî kursiyê bi teker derkeve derve. Sumaya diyar kir nexweşiya wê gihîştiya qonaxa çaremîn û bang li hemû rayedarên eleqeder kir ku ji bo dermankirinê tavilê wê ji Xezayê derxin.