Jinên Xezayê xizmeta baş a tenduristiyê dixwazin

Li Xezayê ji ber kêmasiyên di xizmetên tenduristiyê de hem jinên ducanî hem jî yên nexweşên penceşêrê, bi pirsgirêkên cidî yên jiyanê re rû bi rû dimînin. Jin dixwazin xizmetên tenduristiyê baştir bin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Jinên li Şerîda Xezayê dibêjin xizmetên tenduristiyê yên zayînê li nexweşxaneyên bajêr têrker nîn in. Jin diyar dikin ku bi pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû dimînin, li benda xizmeteke baş in.

Yek ji jinan diyar kir ku ew ji ber êşên zayînê çûye nexweşxaneyeke li bajêr ku di çarçoveya sîgortaya tenduristiyê de, ji bo muayeneya tenduristiyê di rêzê de rawestiyaye û tevî çend seat derbas bûne jî xizmetek tenduristiyê negirtiye. Jina ku diyar kir piştî saetan ji bo muayeneyê çûye odeya bijîşk wiha got: “Lê tişta ku min matmayî hişt ew bû ku karyole bi qasî metreyek û nîv bilind bû derenceyek alîkariyê ku ez herim jor û dakevim jêrê tunebû. Erkdar tu alîkarî nekir. Li cihê zayînê nebaş nêzî min bûn. Gotinên nebaş gotin. Jin li nexweşxaneyên dewletê bi rewşên wiha re rû bi rû dimînin. Nikarin biçin nexweşxaneyên taybet ji ber ku lêçûnên zayînê pir zêde ne.”

Xemsarî bû sedema mirina pitikê

Jineke din jî serpêhatiyên xwe bi van gotinan vegot: “Ez di rewşeke nebaş de bûm û xemsarî bû sedem ku pitika min bimre. Ez destvala hatim malê. Min ji hemşîreyê xwest zikê min muayene bike. Tevî çend caran nebza wê/wî rawestiya jî tu eleqe nîşan neda. Piştî saetan hat û diyar kir nebza pitikê navêje. Li pey hev çend caran kulm li zikê min xist û piştre min sewqê cihekî din kir. Dema zarokên min hat girtin li odeya emeliyatê tenê mam.”

'Qanûn tên binpêkirin'

Koordînatora Yekîneya Alîkariya Hiqûqî ya Navenda Mafên Mirovan a Mervat El-Mezan Mervat El-Nehhal diyar kir ku mafê tedawiyê yek ji mafên bingehîn ên mirovan e ku divê neyê binpêkirin. Mervat El-Nahhal da zanîn ku gelek qanûnên herêmî û navneteweyî yên ku Filistînê îmze kirine hene û wiha got: "Li gorî peymanan divê li ser tenduristiya zayînê baldar bin, jin di dema ducaniyê de di hawirdoreke bi tendurist de bimînin û divê ji bo zayînê hawirdorek guncaw bê avakirin. Divê jin vê xizmetê ji destpêka ducanîbûnê heta zarokên xwe hembêz bikin bidomînin. Qanûnên mijarê gotinê tên binpêkirin û divê dema jin van binpêkirinan dijîn, bi fermî gilî li Wezareta Tenduristiyê bikin.

'Dorpeç gihandina dermanan asteng dike’

Mervat El-Nehhal destnîşan kir ku li bajêr li klînîkên biçûk û şaxên nexweşxaneyan lênêrîna periyodik heye û destnîşan kir ku ji bo dermankirin û derzîlêdana pitikan bernameyên taybet ên tendirustiya zayînê hene. Mervat El Nehhal wiha axivî: “Li cihên mijara gotinê, di pêkanîna emeliyatan de pirsgirêk hene. Di van klînîk û şaxên nexweşxaneyan de kêmasiya amûran heye û nexweş demeke dirêj êşê dikşînin. Li nexweşxaneyên li Şerîda Xezayê di asta xizmetê de kêmbûn heye. Ji ber dorpêça Îsraîlê ya ku ev nêzî 17 sal in li ser bajêr tê pêkanîn, derbasbûna alavên tenduristiyê û hin cureyên dermanan tên astengkirin.”

elektrîk qut dibe

Mervat El-Nehhal, da zanîn perwerdeya personelên tenduristiyê li dervayî welat digrin qels e û wiha got: “Lê belê ya herî xeter jî qutbûna cereyanê ye. Di hin rojan de 8 saetan elektrîk tê dayîn lê dema êrîş pêk tên ev heta 4 saetan dadikeve. Ji ber vê yekê di bin ronahiya rastiyek tibî de, berpirsiyariyên ku dikevin ser milên nexweşxaneyan hene ku amûr çawa demek zêde tên xebitandin û hemû beşên civakê ji vê rewşê agahdar in.”

Dermanên ji bo penceşêrê nayîn dîtin

Mervat El-Nehhal, diyar kir ku jinên xwedî rewşa aborî ya baş dikarin lêçûnên xwe li nexweşxaneyên taybet misoger bikin û wiha got: “Nexweşên penceşêrê jî rewşên zehmet dijîn. Îsraîl dermanên ku di nexweşiya penceşêrê de tên bikaranîn asteng dike. Ji bo li derveyî welat bên dermankirin destûr tê dayîn lê gelek ji wan nexweşan jiyana xwe jî dest didin.”