Jinên nexweşên şekir li kampên Idlibê di bin xeterê de ne

Jinên nexweşên şekir ku di bin şert û mercên dijwar de li kampên Idlibê dijîn nikarin dermanên pêwîst bikirin û tedawiya xwe bibînin.

HADEEL AL-OMAR

Idlîb – Jinên ku li bajarê Idlibê yê Bakurê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de cih digrin, di gihandina tenduristiyê de jî pirsgirêkan dijîn. Bi taybetî jinên bi nexweşiyên kronîk nikarin derman bibin û dermanên xwe bi rêkûpêk bixwin. Yek ji van jinan Nima Al-Hessun a 46 salî ye ku nexweşiya şekir pê re çêbûye. Nima Al-Hessun ku divê di her xwarinê de dermanê şekirê hewce ne bi awayekî hevseng bixwe û got: "Xwarinên ku em dixwin jixwe kêm in û ji ber van şert û mercan ez nikarim parêzê bigrim."

'Dîtina çavên min pir kêm bûye'

Nima Al-Hessun diyar kir ku pêwîstiya wê bi kontrolên tenduristiyê heye û got: “Em koçber bûne û ez li kampan dimînim. Pirsgirêka me ya tenduristiyê heye. Em nikarin têdawî bibin û dermanan bikirin. Ji ber van rewşan rewşa min xerabtir bû. Tedawiya bi rêk û pêk nehat, bû sedema aloziyên tibbî. Niha çavên min baş nabînin.”

'Riya kirîna xwarinê nîn e'

Faryal Orabî yê 50 salî ku li kampên li bakurê Idlibê dijî, nêzî 10 sal in nexweşiya şekirê pê re heye. Faryal Orabî diyar kir ku nexweşiya wê ya dil jî heye û diyar kir ku pergala wê ya parastina bedenê zeîf bûye. Faryal Orabî got: “Em ji kêmasiya xizmetên dermankirinê gazinan dikin. Vebijarkên ji bo nexweşên li kampên jicîhûwarkirinê bi sînor in. Li vir, ji ber ku em ji ber xizaniyê zehmetiyan dikşînin, tu rê tune ye em xwarinê bikirin. Em nikarin dermanên buha bikirin. Ez hewl didim guh nedim nexweşiya xwe û gelek caran li dijî rewşa xwe serî radikim. Lê dibe ku rewşa min xirabtir bibe.”

‘Nexweşiyên kronîk zêde dibin’

Pispora nexweşiyên hundirîn bijîjk Suad Al-Osman destnîşan kir ku ji bo tedawîkirina pêwîst  navendên tibî di bin zextê de dimînin. Suad Al-Osman diyar kir ku di vê pêwajoyê de li herêmê di 200 kesan de di serî de nexweşiya şekir nexweşiyên kronîk hatiye tesbîtkirin.

‘Nexweşên şekir şêwazên jiyanê yên pêwîst pêk naynin'’

Suad Al-Osman diyar kir ku ji bo şekirê xwînê yê nexweşên şekir bixin bin kontrole bi gelek zehmetiyan re rû bir û tên û got: “Carna dermanê însûlîn ê biha ye divê bê kirîn.” Suad Al-Osman di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi taybetî divê şekira 1 û ya 2 bê tedawîkirin. Lê  ji ber derfetên zehmet nexweşên şekir şêwazên jiyanê yên pêwîst pêk naynin.”

‘Bi jinan re 2 cureyê nexweşiya şekir zêde dibe’

Suad Al-Osman amaje bi vê yekê kir ku li Idlibê bi jinan re 2 cureyên şekir zêde dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vê rewşê dibe ku di pêşerojê de zarokên wan jî bandor bibin. Ji ber ku nexweşiyên bi vî şeklî faktorên irsî roleke mezin dilîze. Di vê rewşê de ji şekira tîpa 1 xwe dûrxistin ne gengaz e. Divê di pêwajoya ducanîbûna jinan de ji bo ku pêşî li şekira ducanîbûnê were girtin alîkarî bê dayîn. Bi taybetî dermanên şekir di vê herêmê de her dem peyda nabin. Ji ber ku derman pir biha ye nexweş nikarin tedawiya xwe bibînin. Ev jî dibe sedema komplîkasyonê.”

Suad Al-Osman di dawiya axaftina xwe de got ku nexweşiya şekir di asta cîhanê de zêde bûye û bi bîr xist ku 14’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Şekir, Neteweyên Yekbûyî armanc dike ku hişyariyê li ser xetereyên nexweşiyê û pêvajoyên dermankirinê zêde bike.