Jinên ducanî yên li kampên Idlibê ji xizmetên tendirustiyê bêpar in

Li Idliba di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk de, jinên ducanî yên ku li kampan dimînin, ji ber kêmaniya di xizmeta tendirustî û bihaya zêde yê muayeneyê, bi awayek bi rêk û pêk kontrolên xwe yên tendirustiyê nakin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Li bajarê Idlibê yê li Bakurê Sûriyeyê ku di bin dagikeriya çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk de ye, ji ber kêmaniya di xizmeta tendirustiyê de bi awayek bi rêk û pêk jinên ducanî yên li kampan dimînin kontrolên xwe yên tendirustiyê nakin.

‘Ez kontrola xwe ya tendirustiyê bi rêk û pêk nakim’

Faten Nashwan a 27 salî ku 7 meh ducanî ye, yek ji wan jinan e ku kontrola xwe ya tendirustiyê bi awayek rêk û pêk nake. Ji destpêka ducanîbûnê ve heta niha ji ber bihaya zêde yê muayeneyê neçûyê gel bijîjkê xwe yê welidîna jinan. Faten Nashwan diyar kir ku ji ber hevjînê wê weke karker dixebite, pêwîstiyên rojane jî pêk naynin der barê zoriyên ku dikşînin de wiha got: “Ji ber ducanîbûnê êşa piştê ez dikşînim. Enfeksiyona vajînal bi min re heye. Ez çend caran çûm navendên tendirustiyê yên bê pere lê belê ji ber kêmaniya xizmeta tendirustiyê, min kontrolên xwe yên pêwîst ên tendirustiyê nekir. Li van navendan kêm pîrikên ku baş û perwerde dîtine hene. Ji ber em di kampan de dijîn, jiyan zehmettir dibe. Hevjînê min karekî baş nabîne. Der barê pêşeroja me de tirsên min hene.” 

‘Ji 3 mehê carekê ez diçim jinekolog’

Yek ji jinên ducanî Ola Al-Hassounat a 25 salî diyar kir ku ji ber bihaya zêde yê muayeneyê neçûye bijîjk û ji ber werza zivistanê germahî ji di nav de gelek mesref heye û wiha got: “Li Idlibê ji ber qeyrana aborî ya heyî xwarin û vexwarin jî di nav de di her astê de bandorê li jiyana me dike. Mesrefa bicihbûn, gihandin, perwerde û nexweşxaneyê her diçe zêde dibe. Ez her 3 meh carekê diçim jinekolog. Dewlet ji bo tendirustiya jinên ducanî û zarokên me tiştek nake.”

‘Klînîkên bê pere zêde ne lê têr nakin’

Sarah Al-Karim a 33 salî destnîşan kir ku ji ber bêderfetiyê diçe navenda tibê ya li bakurê bajarokê Qah û xizmeta tendirustiyê ya pêwîst nagire û got: “Piştî ku ez hîn bûm du meh ducanî me, min dest bi lêgerîna navendên bê pere yên ku xizmeta bingehîn a tibê didin kir. Min xwe ji navendên bê pere yên qerebalix dûr xist. Min serlêdana bijîjk û klînîkên taybet kir. Min dermanên ku mesrefa wan ayîdê me ne kirî.”

Sarah Al-Karim da zanîn ku ji ber zêdebûna xizaniyê û bihayê muayeneyê nikare biçe bijîjkê taybet û got: “Ji ber zêdebûna nexweşan mirov nikare biçe klînîkên bê pere. Bijîjk ji bo zêdetir li nexweşan mêze bike lez dike, der barê tendirustiyê de zanyariyên têrker nade.”

‘Neçar ma hejmara muayeneyên jinên ducanî kêm bike’

Jinekolog Walaa Al-Halabî bi bîr xist ku divê jinên ducanî her dem muayeneya tendirustiyê bikin û wiha got: “Di dema ducanîbûnê de pirsgirêkên tendirustiyê yên weke tansiyona bilind, diyabet, kêmaniya kalsiyumê derdikevin. Ji derveyî van pirsgirêkan, asta ava derdora pitikê gelek girîng e û divê ev av her dem were kontrolkirin. Bi giştî ji ber zêdebûna maliyetê, tunabûna dahat û derfetên kar û ji ber zêdebûna bihayê muayeneyê hejmara jinên ducanî yên tên muayeneyê kêm bûye. Ji ber vê hinekan biryar dane berê xwe didin tiba alternatîf. Di rewşên ku ne lezgîn in de, serlêdana bijîjkan îhmal kirin û piraniya wan berê xwe dan xizmetên tendirustiyê yên bê pere û erzantir.”

Jinekolog Walaa Al-Halabi bang kir ku bi taybetî jinên ducanî yên ku li kampên Idlibê dimînin divê navendên taybet ên ku xizmeta muayeneya jinekolog dikin werin vekirin.