“Jiberxwekirina zarok ji bo jinan xetera herî mezin e”

Hevseroka nexwaşxaneya Aykor Sîham Îsa da zanîn ku jinên ku hewl didin zarokên xwe ji ber xwe bikin divê beriya her tiştî li ser denduristiya xwe û zarok bifikirin û hesab bikin ku di demên pêş de wê çi bê serê herduyan.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di dema ducaniyê de hewldanên jiberxwekirin zarok bandorê li zarok dike, diraseta Emrîka ya nû ragihandibû ku dema dayik du canî be, yekser bandorê li zarok dike û dibe ku zarok beriya demên xwe de bê dinyayê. Zarokên ku beriya hefteya 37 bên dinyayê her bi nexwaşiyan re rû bi rû dimînin. Ji ber ku wê hê hemû lebatên zarok temam nebûne. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, ji sedî 30 ji jinên ducanî rastî zextên derûnî yan jî bedenî tên. Yek ji sedemên xetera ku li ser jinan çêdike mirin e, di heman demê de rehm bandorê di zehîvbûn û lewazbûnê di zarok de çêdike. Gelek  jin bêyî ku nêrîna wan bê girtin zarokan ji ber xwe dikin, piştî ku vîrusa koronayê jî derketiye holê û li hemû deveran metirsî daye avakirin, herî zêde bandorê li jinên ducanî dike, ev jî dibe sedem ku jin beriya zarok bînin dinyayê, zarokên xwe ji ber xwe dikin an jî tên kirin. Ji ber kirin dihêle ku bandor li ser mêjiyê zarok û dayikê bike, dibe ku ji ber kirin ji ber sedema şer bêyî, mînakên heyî û li ber çavan, dibe ku ji karesatên xwazayî yan jî  kesekî giran winda bike, ev jî dihêle ku bandorê li ser jiyana zarok û dayikê bike û bihêle ku her tim zarok û dayik di milê derûnî de nerehetiyek çêbike. Di vê çarçoveyê de Hevseroka nexwaşxaneya Aykor Sîham Îsa ji ajansa me re axivî.
"Beriya her tiştî tenduristiya mirovan girîng e"
Sîham da zanîn ku jiberxwekirina zarokan ne hêsan e û wiha got: "Ji berxwekirin bi giştî ji bo jinan nebaş e lê dema ku jiberxwekirin çêbibe wê demê jin rastî nexweşiyên cur be cur  tên û nikarin xwe ji ber nexweşiyan rizgar bikin. Gelek caran ev rewş bi me re çêbûne lê ez vê yekê şaş dibînim, dema ku bes dayik an jî bav bizanibin ku zayend çi ye, bi taybetî dema ku keç be yekser biryara jiberxwekirinê didin. Lê nahizirin ku wê di demên pêş de çi bandorê li ser wê dayikê bike, yan jî bandorê li zarokên pişt wî/ wê bike yan na. Ya her dem dibe qurban jî dayik bi xwe ye. Em wek nexwaşxane tu carî nahêlin ku jinek zarokê xwe ji ber xwe bike, tenê di hin rewşên awerte de, dema zarok di rehma dayikê de mirî be, yan jî xwîn gelek çû be, yan jî dema ku pirsgirêkên wê hebin em pê re dibin alîkar. Ji bilî van em tu kesî derbas nakin û bi wan re mijûl nabin. Em li ser ewlehiya dayik û zarok difikirin, ev nexwaşxane jî tenê ji bo jinan hatiye avakirin. Dema jineke zarokê/a wê bê dinyayê yan jî tu pirsgirêkên wê hebin deriyê me ji hemû jinan re vekiriye."
"Zanist riya rast li pêşiya mirovan vedike"
Sîham bal kişand ser mijara jiberxwekirinê û wiha pêde çû: "Gelek jin derbasî vê nexweşxaneyê bûne lê me hewl daye em bi hemû şêweyan bi wan re bibin alîkar lê hin jin dixwazin xwe ji zarokan xilas bikin û hin ji wan jî hevjînê wan dihêle ku ev zarok bên jiberkirin. Ev hemû ji ber hişmendiya civakê ya baviksalarî ne. Lê dema ku mirov ne zana be û ne di ferqa wê de be, helbet wê rojane jin zarokan ji ber xwe bikin. Ew ne di wê ferqê de ne ku wê çi bi vê jinê bê yan jî wê çiqas gunehan rakin, dema ku zarokek dixwaze vê jiyanê bijî û hin kes li pêşiya wan dibin asteng. Ev bi xwe kiryarekî li hemberî zarokan e. Belkî hin kes dibêjin em ê zarok ji ber xwe bikin û hew xilas dibe, peyv hêsan e lê dema ku mijar cidî be wê demê wê mirov bizanibe ku çi zirar digihîje wê dayik û zarokê. Her wiha dema zarok ji ber hat kirin, paşê bandora ku li dayikê dibe çi ye. Di milê derûnî de dayik ne rehet e û iltîhab di demên pêş de çêdibe êdî ev rewş xwe dubare dike. Hin dayik hene di demên pêş de zarokên wan çênabin."
"Em jinan ji xeterê rizgar dikin"
Sîham di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku zarokan ji ber xwe nekirin, ji bilî rewşên awarte û wiha bi dawî kir: "Jin bi xwe hesas û hestiyar in îcar bifikirin dema ku jin zarokên xwe ji ber xwe bikin wê rewşa wan çawa be. Dema çav li zarokan dikeve yekser bi wê êşê dihese û dihizire ku qetlek kiriye lê bê zanebûn, ev jî dihêle ku ew dayik her di nava wan xeyalan de be, di navbera wê hevjîn an jî zarokan de şer û pevçûn derdikeve. Bi demê re dayik pê dihese ku tiştek ji bedena xwe winda kiriye û wê çawa paşve bizivirîne. Li herêmên me gelek zawacên di temenê biçûk de tên kirin. Dema ku jineke ciwan be û ducanî be, em her kes di wê zanebûnê de ne ku jineke bi temenê biçûk hê biyolojiya wê temam nebûye û ducanî bûye, bixwaze zarok ji ber xwe bike wê zêdetir bandorê li bedena xwe bike. Li rex vê jî hin jin dema ku bixwazin bi taybetî jin berî ku bi xwîşk an jî cîranên xwe re parve bikin, di malê de tiştên herî giran radikirin ji bo zarok ji ber wan biçe. Ev bi xwe şaşîtiya herî mezin e û dihêle ku ew jin bi wê psîkolojiyê re bijîn."