Ji bo tendusristiyê feydeyên sîrê

Sîr hem di aşxaneyan de ji bo tamê hem jî di nexweşxaneyan de ji bo dermankirinê tê bikaranîn.

Navenda Nûçeyan – Sîr a di hemû aşxaneyan de tê dîtin û gelek sudên wê hene pelên wê stûr, şemitokî û bi bêhnek tûj e. Bi hêsanî mezin dibe û dikare li seranserê salê di avhewa ya germ de were çandin û di dawiya buharê de tê rakirin.
Mirovan zêdeyî heft hezar sal berê bikaraniye, welatê wê yê despêkê Asyaya Navîne. Demeke dirêj li Rojhilata Navîn xwarinek bingehîn bû. Sîr li Asya, Afrîka û Ewropa wekî biharat tê bikar anîn. Ew ji hêla Misriyên kevnar ve dihat zanîn û ji bo armancên pijandin û dermankirinê dihat bikar anîn.
Feydeyên sîr bêhejmr in, ji ber vê yekê hûn wê li seranserê cîhanê di hemû aşxaneyan de dibînin. Sîr ji hêla taybetmendiyên başkirinê û feydeyên tenduristiyê ve yek ji wan sebzeyên herî navdar e, ji ber ku ji demên kevnare ve di gelek dermanên alternatîf de dihat bikaranîn. Gelek belge hene îsbat dikin ku çavkaniya van karanîna bi hezaran sal e, li şaristaniyên cihêreng ên cîhanê belav bûye. Di lêkolînên vê dawiyê de jî têkiliyek rasterast di navbera sîr û pêşîlêgiritina pirsgirêkên cur be cur ên tendursitiyê de isbat kirine.
Bi gelemperî sîr li xwarinê tê zêdekirin da ku tameke xweş bide wê, her wiha ew ji bo tenduristiya laş gelek pêkhateyên bikêr tê de hene. Sîr li dijî nexweşiyên curbecur disekine û laş ji pirsgirêgên tenduristî diparêz e. 
Feydeyên sîrê
Sîr hêza pergala parastinê zêde dike, ji ber vê yekê 12 rojan xwarina sîr pêşî li pêşketina sermê digir e. Ji bo daxistina tansiyonê tê karanîn, kolesterol başt dike û pêşî li nexweşiya alzayîmir digir e. Di heman demê de laşê mirov ji jehrê paqij dike, ji bo hestî jî başe û pêşî li nexweşiya penceşêrê digir e.