Ji bo 435 hezar şêniyan 5 bijîjkên pispor ên zarokan

Çar sal di ser mirina Feyruz Polat re derbas bû. Dema ku 8 mehî ducanî bû ji ber nebûna bijîjka zarokan li Cizîrê, jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê heta niha di rewşa nexweşxaneyan de tu guhertin çênebûye. Jin bi saetan li ber deriyên bijîjkan li benda dora xwe disekinin. Li Cizîr, Silopi, Qilaban, Bêşebab û Basanê bi tevahî 435 hezar 626 şênî hene û ji bo bi sedhezaran kesî tenê 5 bijîjkên pispor ên zarokan heye.

 
Şirnex- Hikûmeta AKP’ê, di her fersendê de bi serbilindî behsa xebatên xwe dike û pesnê xwe dide. Li nexweşxaneyên dewletê yên vî bajarî ku 6 navçeyên wê hene, bi salan e alavên teknîkî û bijîjkî kêm in. Li gor daneyên herî dawî yên Enstîtuya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) a li ser rêjeya dûcanîbûna jinên vî bajarî kiriye, diyar bûye ku di rêza duyem de ye. Jinên bajar ji bo zarokên xwe bînin dinyayê neçar dimînin biçin Cizirê yan jî bajarên cîran. Ji derveyî xizmeta ji bo jidayikbûna zarokan, di hemû beşên tenduristiyê gelek zehmetî hene.
Li nexweşxaneyên navçeyên Bêşebap û Qilabanê, bijîjkeke zarokan tune ye. Jin ji bo zarokên xwe bînin dinyayê neçar in biçin Cizîrê ku 3 saetan ji van navçeyan dûr e. Her roj, bi sedan jin ji bo zarokên xwe bînin dinyayê diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku tênê li wê nexweşxanê 5 bijîjkên jinan heye. Ev yek di dema pandemiyê de dibe sedema qelebalixiyek zêde. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr li ser hesabê xwe yê medya civakî de peyama; "Jinên ducanî bi saetan li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li ber deriyê Beşa Jinekologan li benda bijîjkan dimînin. Tenduristiya jinên ducanî, di şert û mercên pandemiyê de tê paşguhkirin. Hewce ye ku ev pirsgirêk bi awayekî zû were çareserkirin” belav kir.
"Kêmbûna materyal û bijîjkan vê rewşê diafirîne"
Di nexweşxaneyê de tenê 5 bijîjkên zarokan hene. Lê hemû jî di heman demê de xizmeta polîklînîkê nadin. Bijîjk bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin hinek rojan peywirên wan ên emeliyat, nexweşxane û hwd, hene. Sekretera jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şirnexê Hatun Magi teqez dike ku tundiya tê jiyîn hem bijîjkan hem jî jinan mexdûr dike.
Hatun Magî destnîşan kir ku bi sedan nexweş ji deverên derveyî Cizîrê hatine nexweşxaneyê, pirsgirêk bi salane berdewam dikin û wiha domand: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê 5 bijîjkên welidandina zarokan hene. Yek ji wan ji ber peywira mecbûrî şandine. Bijîşkên ku di mînin jî ji ber rojên navberê û nobetê, pê re nagihîjin bi hemû nexweşan re eleqedar bibin. Ev qeyrana ku li Nexweşxaneya Cizîrê çêbûye bi salan e didome. Her roj bi sedan nexweşên ku tên nexweşxaneyê, ne tênê şiniyên Cizîrê ne. Nexweş bi gelemperî ji ber derfetên kêm û nebûna bijîjkan ji nexweşxaneyên navçeyên derdorê tên Cizîrê. Li nexweşxaneyên Hezex û Silopiyê gelek bêderfetiyên teknîkî hene. Bi salan e em van pirsgirêkan dikin rojev. Ji ber van pirsgirêkan, hem nexweş, hem jî pisporên tenduristiyê zehmetiyên cidî dikşînin.  
"Bijîşkên ku rewşê rexne dikin neçarî sirgûnkirine dibin"
Sekretera Jinan a SES’a Şirnexê Hatun Magî anî ziman ku bijîjkên ji vê rewşê gilî dikin neçarî surgûnkirinê dibin û wiha got: “Her roj bi sedan nexweş têne Cizîrê û ji ber ku ev nexweş li benda rêzê ne li nexweşxaneyan metirsiya vîrusa Koronayê (Covid-19) zêde dibe. Bijîjkên ji kêmasî û zehmetiyan gazin dikin an jî vê rewşê tînin Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar neçarî surgûnkirinê diminin. Ev mijar bi salan e di vê qonaxê de ye û pêdiviyên pêwîst ne ji  nexweşxane û ne jî ji bijîjkan re nayên bicihanîn.”
“Îdianameya der barê mirina Feyruz Pulat de nehatiye amadekirin”
Feyruz Polat a di Tebaxa 2017’an de li Cizîrê, 8 mehî ducanî bû û 31 salî bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji ber tunebûna bijjkên pispor jiyana xwe ji dest da. Doz ji aliyê malbata Feyruz Polat ve hatibû vekirin. Pîştî ev bûyer di çapemeniyê de belav bû hat zanîn ku du saet bi êşa xwe re hatiye hiştin û piştre wê neşandine nexweşxaneyeke cuda.
Cezayê bijîjkan hatiye teloqkirin
Di ser mirina Feyruz Polat re çar sal derbas bû. Di lêpirsînên îdarî û sûcan de hatiye diyarkirin ku tu pêşveçûn çênebûye. Dema ku têkildarî bûyerê lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin, tê de îdianame hat amadekirin, hat zanîn ku çar bijîjkên wê demê li nexweşxaneyê dixebitîn di çarçoveya lêpirsînê de bûne lê gav bi gav ev yek hatiye taloqkirin. Dema ku dosyaya lêpirsînê 4 meh piştî bûyerê hat amadekirin, tevî 4 salên borî jî îdianame nehat amadekirin. Di çarçoveya doza tezmînatê ya ku li Dadgeha idareyê ya Mêrdînê hatiye tomarkirin, lîjneya dadgehê dosya ji dozgeriya Cizîrê xwest. Dema ku Wezareta Tenduristiyê parastinek di çarçoveya dosyeyê de kir, li xwe mikur hat ku wê êvarê, di parastina xwe de gotiye ku li nexweşxaneyê qet bijîjk tunebûye û gotiye: “Ger bijîjkek tenê jî hebûya encam dê ne wiha bûya.”