Hevseroka SES: Ji bo pandemî xilas bibe divê ji sedî 65’ê civakê bê aşîkirin

Hevseroka Şaxa SES’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak diyar dike ku ji ber şewbaya Covid 19 dema kesîmên zêde yên civakê xwe aşî bikin wê pandemî xilas bibe, ji bo pandemî bi temaî xilas bibe divê ji sedî 65’ê civakê werin aşî kirin.

 
Amed – Rayedarên Tendirustiyê û Rêxistina Istasikên Tirkiyê (TUIK)  hêjamara aşiyan ya li dijî Covid 19’ê  di 4’ê Sibatê de diyar kiribûn. Li gora daneyan ew navçeyên ku hêjmarên wan zêde û herî kêm xwe aşî kirine Colemêrg, Agirî, Şirnex, Sêrt, Riha, Mêrdîn, Mûş, Bidlîs, Çewlik, Wan û Amed ê. Ji ew dîroka ku aşî hatî diyarkirin hata niha tablo nehatiye guhertin.
‘Daneyên aşîyan bi mere nayên parvekirin’
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amdeê Yildiz Ok Orak dibêje ji ber bê baweriya civakê li beramberî aşiyê û  ji ber sisetema rendewî girtinê gelek hêdî bi rêve diçe û eve jî bandarê li van hêjmaran dike û got: “Xebatên aşiyê mijarek me eleqeder dike ye. Em weke SES û TTB me çend caran jimara daneyên aşîyan  ji rêveberên tendirustiya bajar xwest, lê belê wana weke hercaran cardin hêjamara daneyan bi mere parve nekirin. Li ser vê yekê me ji dest bi xebatan kir. Me bi bijîjkên malbat û yekineyên ku aşîyan dikire hevdîtin pêkanî. Di nava civakê de yên ku aşîyê red dikin hene, gelên li herêmê ji sîstemê bawer nakin û ji ber vê ji xwe aşî nakin. Ji ber vê ji rolê herî mezin dikeve ser milê wezirê tendirustiyê.  Ji ber ji roja yekê heta niha bi awayek şefaf nêzî mirovan nebûye, ji ber vê jî mirov ji ew çareseriyên ku ji wan re tên gotin bawer nakin. Sedemek din jî yê xwe aşînekirinê ji ber sîstema rendevuyan gelek kêm kar dike ye. Li herêmê gelek kesîman ev sîstem pêk neaniye.  Temenên ji 65’an zêdetir gelek jiwan xwendin û nivîsandinan nizanin. Evane ew daneyên ku me xwe gihandinê ye.  Lê belê ji ber ketina rêjeya aşîkirinê divê li daneyan werin temaşekirin. Lê weke me gotî me daxaza daneyan kiriye lê rejeya daneyan bi mere nayên parvekirin.”
‘Divê hemû xwe aşî bikin’
 Orak bal kişand li ser dema hemû kesimên civakê xwe aşî nekin pandemî xilas nabe, ji bo pandemî xilas bibe pêwiste ji sedî 65’ê civakê were aşîkirin û wiha dom kir: “Dema hemû xebatkarên dibistanan neyên aşîkirin vekirina dibistanan gelek bi xetere, heman tişt ji sektore xizmetê re jî derbazdare. Divê hemû kes were aşîkirin. Tenê xwe aşîkirina qismekê pîştî demekê wê disa bibe sedema pandemiyê. Niha zarok ne di takvîma aşiyan dene. Wê dibistan piştî demekê werin vekirin. Lê pêwiste ji beriya dibistan werin vekirin divê yên têgihiştî werin aşîkirin. ji bo pandemî bi temamî xilas bibe divê ji sedî 65’ê civakê were aşîkirin yann jî sistema bergiriyê were li beramberî nexweşiyan were xortkirin.” 
‘Ji ber kijan sedeman hêjmara weqayan kêm bûye em nizanin’
Orak da zanîn ku: “Herî dawi di navçeyan de hêjmara weqayan da diyarkirin ku rewşa bajarên li qadê me dît ku ne xirabin. Lê belê di meha Heziranê di daxuyaniyan de dan diyarkirin ku rewşa weqayên li Amedê başe. Ji bo heman rewş cardin dubare nebe divê tedbir li gora qademeyan werin rakirin. Hêjmara aşiyan niha di kijan astê deye em nizanin. Ji ber kijan sebeban hêjmara weqayan kêm bûye em nizanin.”
‘Em bi  hewildanên xwe pêvojoyê di şopînin’
Orak da nişandan ku ew weke sendika û TTB bi hewildanên xwe pêvajoyê di şopînin û got: “Li qadê û nexweşxaneyan niha rewş başe, heta niha hêjamara nexweşan kême, serlêdanên nexweşxanyê jî kêmin, em di wê hêviyê dene ku ev rewş wisa bi dome.  Emê bi şopînin ku di kijan şert û mercan de aşî tên kirin û di derbarê niceligê de emê taleba rêjeya daneyan bikin. Di vê rewşê de ji bo tendirustiya gelê me têkoşînek hevpar şerte.”