'Herî zêde qada tendirûstiyê para xwe ji rêgiriyê digire'

Hevseroka Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehba Eliya Mihemed qala bandora rêgiriya Hikumeta Şamê li ser qada tendirustî kir got: "Ji ber rêgiriyê herî zêde ziyanê dibîne qada tendirustî ye.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Li seranserî salên koçberbûna gelê Efrînê û cihbûna wan li Şehbayê, Hikumeta Şamê rê ser herêmê girtiye. Yê herî zêde zirarê ji vê dorpêçê dibîne qada tendirustî ye ji ber ne alavên tendirustî û ne jî derman dihêlin derbasî herêmê bibin. Li gor derfetên heyî û kêm dîsa jî Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehba alîkariyan pêşkêşî gel dike û deriyên nexweşxane û nuqteyên xwe yên tendirustî ji milet re negirtine. Her wiha xizmetên ku pêşkêş dikin jî belaş in.

Der barê zehmetiyên ku qada tendirûstî li Şehbayê dibîne, Hevseroka Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehba Eliya Mihemed ji ajansa me re axivî.

'Herî zêde qada tendirustî para xwe ji rêgiriyê digire'

Eliya Mihemed di destpêka gotinên xwe de behsa astengiyên ku gel li Şehbayê dibînin, her wiha bandora dorpêçê ser qada tendirustî kir û wiha pê da çû: "Seranserî salên koçberiyê li Şehbayê milet astengî û zehmetiyên dijwar dibînin. Ji destpêka ku şêniyên Efrînê koçî Şehbayê bûne û Hikumeta Şamê dorpêçê avêtiye ser herêmê û nahêle pêdîviyên jiyanî derbasî herêmê jî bibin. Yê herî zêde ziyanê ji rêgiriyê dibîne qada tendirustiyê ye, ku ne alavên tendirustî ne jî derman bi hêsanî derbasî herêmê nabin. Em heya derman û pêdîviyên tendirustiyê, derbasî herêmê dikin gelek astengiyan ji hêla Hikumeta Şamê ve dibînin. Ev zehmetî ji destpêka koçberbûna me ji Efrînê û heya vê kêliyê berdewam e. Her daxwaz dikin berxwedana gel bi rêya siyasetê biçewîsînin lewra ev rê li ser gel didin girtin."

'Bi qutkirina avê nexweşî zêde bûn'

Eliya Mihemed di nava gotinên xwe de da xuya kirin ku li Şehbayê du nexweşxane û 6 nuqteyên tendirustî tên heye û wiha qala kar û xebatên xwe kir: "Li Şehbayê 2 nexweşxane û 6 nuqteyên tendirustî ku dikevin xizmeta gel hene. Nexweşxaneya Avrîn ji destpêka koçberbûna gel di rewşek awarte de hate vekirin û ev bû 6 sal di xizmeta gelê xwe de ye.
Her wiha nuqteyên me li navçeyên herêmê hatine belavkirin û tê de alîkariyên destpêkê tên pêşkêşkirin heya ku nexweş digîhêje nexweşxaneyê. Di heman demê de li nexweşxaneyê hemû beşên pêwîst hatine vekirin. Li kêlek wê bi qutkirina ava tendirustî li ser gel jî nexweşî zêdetir bûn lê dîsa me gelê xwe di nexweşxane û nuqteyan de pêşwazkirin û alîkariyên wan kirin."

'Deriyên nexweşxaneya Avrîn her ji her kesê re vekiriye'

Eliya Mihemed di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku ruxmî dorpêça heyî û kêm derfetan nexweşxaneya Avrîn deriyên xwe ji milet re negirtiye û wiha anî ziman: "Di nava rêgiriyê û ne peydakirina alav û pêdîviyên tendirustiyê, dîsa nexweşxaneya Avrîn deriyên xwe ji milet re ne girt û xizmetên bi belaş seranserî salên koçberiyê ji gel re pêşkêş dike. Ji muayeneya nexweş bigire heya dermankirinê, her wiha emeliyetên ku tên çêkirin jî li nexweşxaneyê belaş in. Li gor derfetên di destê me de em hewil didin alîkariya gelê xwe bikin û hinekî zexta dorpêçê li ser wan kêm bikin. Em carek din banga rêxistinên peywendîdar dikin ku mudexeleyî rewşa Şehbayê bikin û dorpêça heyî rakin, ji ber jiyana milet di xeteriyê de ye."