Giyasêvik ji bo dermanan tê xebitandin

Nebata giyasêvikê a di dermanxaneyên xwezayî de tê xebitandin û dermanê gelek derdane, dikeve nava avê û ji bo paqijkirina birînan jî tê karanîn.

 
Navenda Nûçeyan - Nebata giyasêvikê bi taybetî ji nexweşiya jinan a mehane re û gera xwînê sererast dike. Ev giha bi tirkî bi navê “Beyaz cîvanperçemî, sari cîvanperçemî û kandîl çîçegî” tê zanîn. Giyasêvik ji bo nexweşiyan tê bikaranîn û pelên wê bi pirç in. Dema tav li gihayê giyasêvikê dixe bêhneke tûj belav dike û ji gihayê çay tê çêkirin. 
Taybetî nîvro diçinin, li gorî dibêjin dema nîvro diçinin suda wê zêdetire. Piştî çinînê jî bi rojan didin ber tavê ji bo ziwa bibe. Piştî ziwa dibe dikarin bi her awayî bi kar bînin. Kesên ku dixwazin çaya giha çêkin divê 20 gram giha bixin nava lîtreyeke avê û 15 deqe dema xwe bigre. 
Tê zanîn ku gihayê giyasêvikê ji birînan re jî gelek baş tê. Ji bo vê jî 100 gram tevli pelên wê dixin nava ava cemidî û rojekê di nava avê de dihêlin. Paşê ava cemidî tevli ava kelandî dikin û cihê ku birîn lê çêbûye dixin nava avê û 15 deqeyan di nav avê de dihêlin. Giyasêvik ji gelek nexweşiyên jinan re baş e û tê bikaranîn. Yek ji wan jî nexweşiya menopozê ye.