Felc bi awayekî bêdeng gefê li jiyana jinên Mexribê dixwe
Nexweşiya felcê, li seranserê cîhanê mîna duyemîn sedema mirin û seqetbûnê tê hesibandin û ji ber faktorên biyolojîk û civakî yên mîna ducanîbûn, zayîn, guhertinên hormonal, zexta malbatê û mudaxeleya dereng zêdetir dibe.
HENAN HERÊT
Mexrib – Felc, ne tenê rewşeke awarte ya tibî ye, di heman demê de pirsgirêkeke civakî û tenduristî ya belavbûyî ye. Dermankirina dereng gelek caran dibe sedema bêtevgerî, nikaribûna axaftin an jî mirinê; lewma hişyariya zû û tedbîrên pêşîgirtinê, li dijî vê "xetera bêdeng" pêdiviyek rojane ye.
Li Mexribê, her sal bi hezaran bûyer tên tomarkirin. Li gorî daneyên Enstîtuya Pîvan û Nirxandina Tenduristiyê, li welat salane nêzî 52 hezar û 561 bûyerên felcê çêdibin û ji wan 36 hezar û 508 bi mirinê bi encam dibin. Ev yek, ji bo rizgarkirina jiyanê û kêmkirina komplîkasyonan, hişyariya zû, mudaxeleya lezgîn vediguherîne xeta ewil a parastinê û ji bo parastina jinan û malbatên wan, girîngiya perwerdeya tenduristiyê radixe ber çavan.
Girîngiya hişyariya zû
Mamoste Rabia El-Alawî ya 52 salî ya ji Casablancanê, diyar dike ku dem bi dem serê wê dêşiya û destê wê yê r rastê ditevizî lê belê vê yekê mîna westandina xwezayî ya kar û berpirsyariyên malbatê dinirxand. Lê beriya salek dema ku xwe ji bo dersê amade dike, ji nişka vê lingê xwe bêhêz hîs dike û di axaftinê de zehmetî dikşîne. Ji ber ku zû naçe nexweşxaneyê, felc lê dide.
Rabia El-Alawî ya ku piştî mudaxeleya bijîşk û rehabîlîtasyonê vegeriya ser karê xwe wiha got: "Ger min nîşaneyan zûtir ferq kiribûya û biçûma nexweşxaneyê, encam dê pir baştir bûya. Ez niha dizanim her deqe girîng e û ez bi berdewamî tenduristiya xwe dişopînim."
Ev çîrok, girîngiya hişyariya zû û mudaxeleya lezgîn nîşan dide û di heman demê de astengiyên civakî yên mîna malbat û kar dikarin bibin sedema derengketina serlêdanên tenduristiyê û rîska tevliheviyan zêde bikin, radixe berçavan.
‘Jin ji ber berpirsiyariyên kar û malbatê xwe îhmal dikin’
Bîjîşk Bahija El-Asrî jî bal kişand ser vê yekê û got: "Mudaxeleya zû û serlêdana lezgîn ji bo nexweşxane yan jî navendeke tenduristiyê ya lezgîn, faktorên diyarker ên rizgarkirina jiyanê ne. Bi taybetî jî jin, ji ber berpirsiyariyên kar û malbatê bi gelemperî dereng serlêdan dikin."
Bahija El-Asrî, faktorên ku bandorê li ser felcc dikin şîrove kir û got: “Faktorên mîna tansiyona bilind, şekir, nexweşiya dil, cixare û obezîte hem ji bo mêran hem jî ji bo jinan derbasdar in lê faktorên mîna guhertinên hormonal, ducanîbûn, zayîn, bikaranîna dermanên kontrola zayînê û menopoz ji bo jinan hene. Her çendî hinek faktor dikarin bi şêwaza jiyana bi tendurist bên kontrolkirin jî hinek tişt irsî ne û li gorî temen û malbatê nayên guhertin. Lewma pêşîgirtin û hişyariya zû du gavên sereke ne.
Bahija El-Asrî, pêşniyar kir ku nîşaneyên mîna windakirina hevsengiyê, bêhêzbûna di dest an lingan de, zehmetiya axaftinê, serêşa dijwar a bê sedem û ne asayî yan jî guhertinên dîtinê yên ji nişka ve bên dîtin divê demildest li navenda tenduristiyê ya herî nêz serlêdan bê kirin. Bahija El-Asrî, da zanîn ku teşhîsa zû, di asteke girîng de encamên dermankirinê baştir dike.
Pirsgirêkên civakî û tenduristiyê
Li Mexribê, jin ji ber faktorên civakî di gihîştina dermankirin û teşhîsa zû de ji mêran zêdetir bi bandor dibin. Berpirsyariyên malbatê, kêmbûna derfetên çûnhatinê û nezanîna nîşaneyan tenê hinek ji van in.
Pispor, diyar dikin ku perwerdeya tenduristiyê ya berdewam dikare rêjeyên mirin û seqetiyê yên ji ber felcê kêm bike. Bahija El-Asrî, ji bo pêşîlêgirtinê çavdêriya birêkûpêk a tansiyona xwînê û şekir, xurekên bi tendurist, çalakiya fîzîkî ya birêkûpêk, kêmkirina stresê û parastina kîloyan pêşniyar kir û got: “Dema ku jin nîşaneyên zû bibînin, dikarin xwe û malbatên xwe ji encamên cidî biparêzin."
Felc, li seranserê cîhanê mîna duyemîn sedema sereke ya mirin û seqetbûnê tê hesibandin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, jin bi taybetî piştî menopozê ji bo dermankirina zû dereng serlêdan dikin, di bin xetera komplîkasyonê de ne. Mexrib, bi kampanyayên hişyariyê yên di qada pêşîlêgirtin û xizmetên tenduristiyê de mînakek nîşan dide û bi taybetî jî derengmayîna jinan di daxwaza alîkariya bijîşkî de digre dest.
Zehmetiya herî mezin, hişyariyê ya ji bo pêkanînên rojane ye û misogerkirina teşhîs û dermankirina lezgîn e. Ji ber ku ji bo nexweş her deqe girîng e.