Fêkiya bi bereket û xwedî sûdên bêhejmar: mişmiş

Dîroka wê xwe digîhîne 5000 salan. Cara ewil bi rêya Çîniyan derbasî Hindistanê bûye û li wir dest bi çandiniya wê hatiye kirin. Ji Hindistanê derbasî Îran, Kurdistan û Ermenistanê bûye. Lê ji ber ku di axa Kurdistanê de pir ber dida, Kurdistan bûye welatê wê yê duyemîn.
Navenda Nuçeyan - Qeysî, mişmiş, erûng, zerdele… Ev nav hemû li gorî herêman ji vê fêkiya ku gelek fêdeyên wê hene re tê gotin. Qeysî fêkiyeke wisa bi bereket e ku ger biharê teyrik li kulîlkên wê nexe û neweşîne, dawî li berhevkirina wê nayê. Dara wê bi qasî 3- 10 metreyan bilind dibe. Kulîlkên wê berî ku pelên xwe vekin dibişkivin û bi gelemperî spî ne. Belgên wê keskê tarî, biriqok û rexên wan bi gelemperî xetxet in. Piştî kulîlkên wê diwerin cihê wan fêkiyek kesk digire. Ew fêkî paşê mezin dibe, dibe fêkiyek zer, zerpeyazî, piravî û şirîn e. Di nava wan fêkiyan de dendikek qaşilê wê hişk û di nava qaşil de jî kakilek wek ê behîvan heye. Di bingehê de dibin du cure, yên dendik şirîn û yên dindik tahl. Bi gelemperî ji yên dendik tahl re “zerdele” tê gotin. Têdahiyên qeysî û zerdeleyê hema hema wekî hev in. Tenê têdahî û tama dendikên qeysî û zerdeleyê ji hev cuda ne. Dendika keysiyê şirîn e, ji bo çerez, rûn û aromayan;  zerdele di senayiya kosmetîkê te ji bo melhem û di senayiya dermanan de jî ji bo dermanan tê bikaranîn. Hinek welatên wekî Brîtanya dendika tahl ji bo nexweşên şekir bi kar tînin. Lê rojê ji 5 liban zêdetir divê neyê xwarin, an na wê kesê dixwe pê jehrî bibe.
Qeysî li axa Kurdistanê pir ber dide
Ji aliyê dîrokî ve welatê qeysiyê rojavayê Çînê ye. Dîroka wê xwe digîhîne 5000 salan. Cara ewil bi rêya Çîniyan derbasî Hindistanê bûye û li wir dest bi çandiniya wê hatiye kirin. Ji Hindistanê derbasî Îran, Kurdistan û Ermenistanê bûye. Lê ji ber ku di axa Kurdistanê de pir ber dida, Kurdistan bûye welatê wê yê duyemîn. 400 sal berî zayînê (milad) Îskenderê Bilqirnî (Makedonî) bi xwe re aniye Anatolyayê. B.Z. di sedsala yekan de, di dema şerê navbera Îranî û Romayiyan de bazirganên Ermenî qeysî bi xwe re birine Îtalya û Yewnanistanê. Lewre navê wê yê Latînî bûye “prunus Armenîka.”
Di sedsala 13’an de çûye Îspanya û Brîtanyayê, di sedsala 17’an an de çûye Fransa û Amerîkayê. Niha li tevahîya Asya Navîn, Amerîka, Afrîqa û welatên derdorên Derya Spî çandiniya wê tê kirin. Lê yên herî bi qalîte û nirxbilind ên bakurê Kurdistanê bajarên Meletî, Ezirgan, Xarpêt û Îdirê ne. Ji % 90 qeysiyên hişkbûyî yên diçin Ewropayê, ên van bajaran in. Salane 200 milyon dolar ji bazirganiya van keysiyan pere ji Tirkiyeyê re tê.
Piştî digihîjin tên berhevkirin û dendikên nava wan tên derxistin
Qeysî piştî ku digihîjin hem ji bo hişk bikin tên berhevkirin an jî ji bo bastêq, benî, rîçalê bi awayê ter tên bikaranîn. Hinek hema bi dendikên wan ve dikin nav tûrikên cemedparêz û dikin nav cemedxaneyê, hinek jî dema ku hê negihîştine kesk in dikin tirşî.
Têdahiyên qeysiyê: Proteîn, Rûn, Lîpîd, Karbonhîdrat, Hesin, Kalsîyûm, Nişasta, Sodyûm, Potasyûm, Şekir, Fosfor, Pektoz, Selîloz, Asîdên organîk, Madeyên Înorganîk, Vîtamîm A, B1, B2, B17, C û hwd.
Têdahiyên kakilên qeysiyan: Kasîyûm, Magnezyûm, Betakaroten, Siyonît  Vîtamîn A, Cureyên B, Na, K, Ca, Fe, Zn, Mn, Nî, Co û hwd. Heman têdahî di rûnê kakilê de jî peyda dibin.
Bikêrhatiyên qeysî û zerdeleyan: Bedenê ji mîkrob û kulan diparêze û çerm xweşik dike. Çermê bedenê diparêze û ji bo kewandina kul û birînan bi kêrhatî ye. Pêşiya birînên aşikê (mîde), rovîkên diwazdepêçî digire û ji bo qencbûna wan dibe alîkar. Teraliya roviyan ji holê radike. Pêşiya penceşêrê digre. Keziyên dil bi hêz dike û pêşiya kîlogirtinê digre. Gurçikan dixebitîne û bêzên sefrayê paqij dike. Ji bo bawesîrê bi fayde ye. îştahê vedike û xwînê çêdike. Westandina bedenî û ruhî hiltîne. Rehên mirov bi hêz dike û li hember bêxewiyê gelek baş e. Qebizbûnê bi dawî dike. Ji bo xweşikbûna çerm yekûyek e. Stresê hiltîne, xebitîna mejî bi rêkûpêk dike. Pêşî li zirara mêlakê (kezeb/cergê digre wan paqij dike. Roleke mezin ji bo tekûzî û zexmbûna hestiyan dilîze. Hêza zayendî zêde dike û kevirên gurçikan kêm dike. Tesîra alkolê tune dike û hwd.
Bikêrhatiyên rûnê dendikên qeysiyan: Çerm nû û zindî dike. Pêşiya qirmiçokên ji kalbûnê digre. Pinik û lekeyên çerm ji holê radike û hwd.
Ji ber fêdeyên zêde ev fêkî divê her dem were xwarin
Ji Zanîngeha Înonu ya li bajarê Meletiyê  Prof. Dr. Alî Otlu dibêje: “Me di lêkolîn û ceribandinên xwe de peyitand (tesbît kir) ku qeysî ji bo penceşêrê, têrnekirina mêlak, pêşîlêgirtina krîzên dil gelek bi kêrhatî ye. Her wiha me dît ku qeysî bandora alkolê ya neyênî jî hiltîne. Min ew lêkolîn û ceribandin bi Doç. Dr. Bayram Murat Asman, Doç. Dr. Feral Ozturk, bi weqfa lêkolînên qeysiyan li Meletiyê bi hev re pêk anî. Encamên lêkolînên me di kovareke zanistî de li dewletên YE’yê bi Îngilizî belav bû.”
Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Qeysî fêkiyeke xwedî sûd û nirxên zêde ye. Fêkiyek ji bo tenduristiyê pir bi feyde ye. Li ser pergala jiyanê ya tevahî, reh û hêrsê pir bi bandor e. Ji bo kesên hêrsok, kesên ku bi beden û mejiyê xwe karên giran dikin û diwestin, kesên bêxewiyê dikşînin zehf bi fayde ye. Kesên ku ev problem bi wan re heye, hewceye xwarina qeysiyan îhmal nekin. Qeysiyên piştî  xwarinan bên xwarin hezmê hêsan dikin, îştahê vedikin, xewê tînin, qebzê hiltînin. Her wiha qeysî pêşiya penceşêrê digrin û aramiyê didin bedenê. Faydeyên qeysiyên hişk ji yên ter zêdetir e. Xoşava wê jî gelek bi fayde ye û tu bandorên wê yên neyînî nîn in.”
Prof. Dr. Kurşat Aydin ê li Zanîngeha Selçuk Beşa Tibê ya Meram dibêje: “Hewce ye kakilên qeysiyan zêde neyên xwarin. Ji ber ku tê de ‘siyanur’ heye, ew made jehrek mirovkuj e. Bila kes bi şirînbûna wan nexape. Di salê de ji 100 kesan zêdetir (bi taybetî zarok) ji ber jehrîbûna dendikên qeysiyan tên cem me. Mixabin hinek ji wan zarokan jiyana xwe jî ji dest didin. Ji pênc lib (heb) an zêdetir xwarin ne baş e.”
Bikaranîn: 1- Rûnê wê 2- Maskeya wê 3- Qeysîkebab.
1-Rûnê qeysiyan: Tên şûştin ji bo aliyê hunduir 2-3 dilopên rûn berdidin ser pirtek şekir, pariyek nan an jî nîv fincan av û vexwin. Li ser çerm jî  bi çend dilopan masaj bikin.
1-Maskeya qeysî û sêvan: (Ji bo lekeyên reş, bizrik û xweşikbûna çerm) Mexzeme: Sêvek sor, ?irîn û bi avî, 4 qeysî,  nîv qedeha çayê av.
Çêkirin: Qaşilê sêvan bi ziravî tên jêkirin, sîsikên wê tên derxistin lê goştê derdora dendikan ê nerm  nayê jêkirin. Dendikên qeysiyan tên derxistin, av, sêv û qeysiyan pêk ve bi hev re di nava beroşekê de 6-7 deqîqe li ser agirê kêm tê kelandin. Paşê ji ser agir tê hilanin û di bilendirê re tê derbaskirin. Dema ku hinekî sar bibe didin ser çerm. 30 deqîqe paşê bi ava normal tê şûştin.
3-Qeysîkebab: Li gorî hewcedariyê dendikên hinek qeysiyên gihîştî lê hişk, ji wan tê derxistin. Goştê kutayî wekî yê kiftikan tê vestirandin, parçeyek qeysî yek kiftik li şîşan tên xistin û di firin an jî li ser manqalê tê sorkirin (wekî kebabên adetî bi bacan an jî bacanên re?) tê çêkirin.