Dr. Dawan Hîwa: Bila jin li hember penceşêra memikan hişyar bin

Pispora nexweşiyên memikan Dr. Dawan Hîwa, da zanîn ku Cotmeha Pembe mehek ji bo hişyarkirina li ser xetereyên penceşêra memikan û rêbazên pêşîlêgirtinê ye û diyar kir ku divê jin li hember nexweşiyê xwedî îrade bin û bi rêkûpêk muayeneyên xwe bikin.

DERÎN REHÎM

Silêmanî – Meha ku her sal wekî "Cotmeha Pembe" tê zanîn, ji bo hişyarkirina jinan a derbarê xetereyên penceşêra memikê û rêbazên pêşîlêgirtina nexweşiyê de ye. Jinên li seranserê cîhanê, bi beşdarbûna pêvajoyên kontrolkirina zû, piştgiriyê didin vê kampanyayê.

Penceşêra memikê, nexweşiyek ku şaneyên memikê bi awayekî neasayî û bêkontrol zêde dibin e. Ev cûre penceşêra ku bi avahiyên bingehîn ên wekî kanalên memikê an jî lobulan destpê dike, dikare bi rêya damarên xwînê û girêkên lenfê li derveyî memikê belav bibe. Her çend dikare bandorê li mêr û jinan bike jî, penceşêra memikê di jinan de pir caran çêdibe. Tenê di sala 2020’an de ji bo nêzî 2.3 milyon jinan penceşêra memikê hatiye teşhîskirin, 670 hezar ji wan mirine. Ji ber ku salane zêdetirî milyonek bûyerên nû tên teşhîskirin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê meha Cotmehê wekî mehek ji bo têkoşîna li dijî penceşêra memikê û hişyarkirina jinan destnîşan kir. Bi vî awayî tê armanckirin ku pêşiya teşhîskirina nexweşiyê ya dereng bê girtin.

Pispora nexweşiyên memikan Dr. Dawan Hîwa, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî.

‘Rêbazên dermankirinê hene’

Dr. Dawan Hîwa, da zanîn ku ev meh ji bo jinan bibîrxistina kontrolkirina rewşa xwe ya tenduristiyê ye û got: “Yek jî rêbazên hişyariyê jî kontrola memikên xwe ye. Berê penceşêra memikan nexweşiyeke tirsnak bû ku bû sedema mirina gelek kesan, lê niha bi saya pêşketinên di dermankirina penceşêrê de û zêdebûna hişyariya civakî, rewş guheriye. Ger di qonaxeke zû de bê teşhîskirin, penceşêra memikê êdî ne nexweşiyek wisa ye ku mirov jê bitirse.”

‘Teşhîsa zû ya penceşêrê pir girîng e’

Dr. Dawan Hîwa, diyar kir ku herçend cureyên din ên penceşêrê hebin jî, girîngiyeke zêdetir didin penceşêra memikan û wiha axivî: “Ji ber ku ger di qonaxeke zû de bê dîtin, şansê başbûnê gelekî zêde ye. Ger hûn di memikên xwe de guherînekê bibînin, bêyî derengxistinê serî li bijîşkek bidin. Teşhîsa zû, şansê başbûnê zêdetir dike. Her guherîn an jî nîşaneke di memikê de, divê ji aliyê pisporekî ve bê nirxandin. Ne her girêkek di pêsîrê de penceşêr e; dibe ku girêkên bêzerar (ne penceşêrî) jî bin. Cûdakirina van her duyan tenê bi muayeneya bijîşkî pêkan e. Mînak guherînên wekî kişandina serê memikê ber bi hundir ve, derketina şilekeke bi xwîn û zelal an jî êşa li devereke taybet a memikê, dibe ku nîşanên penceşêrê bin. Divê ev hemû ji aliyê bijîşkek ve bên kontrolkirin, ji ber ku ji bilî penceşêrê, nexweşiyên din ên pêsîrê jî hene ku pêdiviya wan bi teşhîsa bijîşkî heye.”

‘Werziş û xwarina tendurist rîska penceşêrê kêm dike’

Dr. Dawan Hîwa, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ne pêkan e ku mirov tenê sedemek ji bo pêşketina penceşêrê destnîşan bike û wiha vegot: “Lê belê gelek faktor hene ku dema bi hev re tên, rîska penceşêra memikan li cem jinan zêde dikin. Faktorên wiha jî hene ku em dikarin wan kontrol bikin. Mînak xwarina bi awayekî tendurist, werzişa bi awayekî birêkûpêk û dûrketina ji titûn û alkolê, rîska penceşêra memikan kêm dike. Divê baldarî bidin dermankirinên jinên di qonaxa menopozê de ne. Di vê çarçoveyê de, mirov dikare vebijarkên heyî binirxîne, dema dermankirinê sînordar bike an jî balê bikişîne ser guhertinên şêwaza jiyanê.”

‘Ji bo parastina ji penceşêra pêsîrê mijandina zarokan girîng e’

Dr. Dawan Hîwa, axaftina xwe wiha domand: “Şîrdayîna zarokan di pêşîlêgirtina penceşêra pêsîrê de xwedî girîngiyeke mezin e. Teşwîqkirina jinan a ji bo şîrdayîna zarokên xwe, him ji bo dayîkê û him jî ji bo pitikê gelek sûdmend e. Tu delîl tune ne ku nîşan bidin emeliyatên estetîk ên memikê rasterast dibin sedema penceşêrê, lê pêvajoyên wekî danîna împlantên sîlîkonê dikarin pêkhateya tevna wê deverê biguherînin. Ev yek dikare bibe sedem ku tûmoreke potansiyel bê veşartin an jî teşhîskirina wê bi derengî bikeve. Mînak nexweşek me hebû ku bi penceşêra memikan a qonaxa çaremîn hatibû, penceşêrê êdî belavî pişikan jî bûbû. Mixabin, em gelek caran rastî rewşên wiha tên. Jinê diyar kirî ku tûmorê di nava çar salan de tevahiya pêsîra wê girtiye. Her çend kêmasiya amûr, bijîşk û karmendan li her cihê ku nexweşên penceşêrê lê tên dermankirin pirsgirêkeke hevpar be jî, Silêmanî di warê lênêrîna nexweşên penceşêrê de ji gelek bajarên din baştir e.”

‘Di dermankirina penceşêrê de piştgiriya civak û malbatê pir girîng e’

Dr. Dawan Hîwa, diyar kir ku rewşa derûnî ya nexweş gelek girîng e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Nexweş çiqas kêm bi stres û fikar bijî, ewqas dikare bi awayekî baştir baweriya xwe li pêvajoya dermankirina xwe bîne. Lewma civak û malbat, di warê dayîna piştgiriya derûnî ya nexweş de roleke pir girîng dileyizin. Jin îro zêdetir xwedî agahî ne, lê dîsa jî pêwîst e bêtir bala xwe bidin ser xwe. Teşhîsa penceşêrê nayê vê wateyê ku 'mirineke zû' pêk were. Tu sedem tune ye ku jin bitirsin an jî şerm bikin. Em bang li jinan dikin, bila netirsin.”