Di dermanxaneyan de giringiya nebata kizber

Kizber nebatek bi şifa ya bi qasî xwaringehan cihê xwe di nava dermanxaneyan de jî girtiye.

 
Naveda Nûçeyan - Kizbera nebatek salane tê çandin, di nava salê de çerxa  gihandina wê temam dibe û tê rakirin. Kulîlkên wê piçûkin û rengê wan spî an pemikî ne. Pelê wê yê  hişkirî di gelek xwarinan de tê kar anîn. 
Di şaristaniya El-Şam de hatiye dîtin
Ji 2000 sal berî zayînê û vir ve despêkê şopên wê li şaristaniyên El-Şam hatiye dîtin û paşê jî li hemî deverên Asya, Afrîqaya Bakur û Ewrupa, bi demê re belavbûye û li welatên Deryaya Spî, Hindistan, Emerîka ya Başûr û Ewropa tê çandin. Her wiha li ser gorên Fîrewnan, kizbera wekî diyariyan dihat pêşkêş kirin.
Despêkê ji bo dermankirina birînan hatiye karanîn
Dema gihiştiye Çînê zêdetir di dermanxaneyan de weke derman hatiye karanîn. Ji bo dermankirina birînan, nexweşîya testîlan, qolon, romatîzim, şewitandin, enfeksiyon û birîna guh, rawestandina xwîna poz, kuxîn, pirsgirêkên mîzdankê, vereşîn û gêjbûnê hatiye karanîn. Di heman demê de ji bo zêdebûna şîrê jinên zaroşîr jî weke derman dihat dayîn.
Di hindirê wê de sudên weke linalool, borneol, paracimen, kamphor, geraniol, limonene, fabinein, kumarîn, flavonoîd, phthalates, potasiyûm, kalsiyûm, magnezyûm, hesin û vîtamîn C heye.