Binevş li hemberî zekem û şobê ye

Di encama lêkolînan de derketiya holê ku binevş li ser nexweşiyên weke xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan bandorek baş û erênî dike.

Navenda Nûçeyan - Binevş di dest pêka biharê de di binê darên şilî, li nav hej, pej û li ber dîwaran, li rexên av û mêrgan xwe bixwe şîn dibe. Belgên wê kesk in û rexên wê xetxet in. Hinek wek dil, hinek wek gûrçik û hinek jî dişibin serê riman. Ji ber ku binevş nebatek bê navteng e, belgên wê û kulîlkên wê di reha mader de sererast derdikevin. Rehên wê di bin axê de wek ta dirêj dibin û li wir komek binevşan dadimezrînin. Kulîlkên wê gelek bêhnxweş û rengên wê binevşî , soremor, û peyazî ne. Di dinê de 400 cûreyên wê hene. Hinek ji wan bê bêhn in û li welatên Ewropa ji bo xweşikahî di baxçan de tên çandin. Li Kurdistanê bi qasî 15- 20 cûreyên wê hene.
Welatê binevşê Mezopotamya, Qafqas, Balqan û welatên Derya Spî ne. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê ji ber ku kulîlkek biharê ya bêhnxweş e, dibe ku dîroka wê xwe bigehîne demên berî mirovahiyê jî. Lê di medenîyetên di wan welatên lê şîn tê de, jibo derman hatîye xebitandin. Di mehên Nîsan û Gulanê de kulîlk û belgên wê, di payîzê de jî rehên wê tên berhevkrin û di sîberê de tên hişkkirin. Paşê di nava tûran an jî firaxek cam de devgirtî tên parastin.
Bandora binevşê li ser nexweşiyan
Hinek ji êrhatiyên wê yên tên zanîn û di dermanan de tê karanîn evin;  sîngê nerm dike û xwêhdanê dide, êşên ji bawîbûnê tên baş dike, xuranê dibire,  xasma jibo zarokên berşîr ku di serên wan de çerm radibe başe, destava zirav zêde dike, nexweşîyên rêyên destavê dikewîne û paqij dike, hemû awayên kul û pirzikên çerm ên şil û zuha dikewîne,  xwînê paqij dike,  zekem û şobê ji holê radike,  ji serêşên ji xwînê û sefrayê tên re dibe alîkar, li ser nexweşiyên xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan bandorek baş û erênî dike.