"Bila derziya HPV bêpere be"

Pêşniyar hat kirin ku derziya HPV ji bo zarokên temen 9-12 salî û ji bo mezinan bêpere were dayîn û divê sala 2022’yan "Sala Têkoşîna bi HPV û Hişyarbûnê" re were îlankirin.

Navenda Nûçeyan- Daxwaza derzîlêdanê ya li seranserê Tirkiyê ya li dijî penceşêra devê rehmê ya vîrusa HPV (Human papilloma virus)  dibe sedem, hat rojeva Mmeclisê. Di pêşnûmeqanûna ku ji hêla parlamenterên jin ên HDP’î ve hat şandin de, pêşniyar hat kirin ku derziya HPV ji zarokên temenê wan 9-12 salî û ji bo mezinan bêpere were dayîn û divê sala 2022’yan "Sala Têkoşîna bi HPV û Hişyarbûnê" re were îlan kirin.
Pêşnûmeqanûna ku ji hêla wekîla HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik ve hat îmzekirin, daxuyaniyên jêrîn cih girt:
"Mesrefa van derziyên ku her dozek wan 2 milyar derbas dibe ji bo gelek beşên civakê lêçûnek pir mezin e. Ji ber vê lêçûnê, derzî ji hêla gelek kesan ve nayê çêkirin. Derziya HPV hem li keç û hem jî li xortan dikare ji 9-12 salî dest pê bike û ji bo jinan bê sînorê temen tê bikaranîn. Niha, kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê derzî bi kar bînin, neçar in ku bi qasî 600 lîreyê ji bo yek dozek bidin. Bi tevlêkirina derziya HPV di bernameya aşîkirina neteweyî de, dikare bi pereyê kêmtir pêşî li penceşêrê were girtin û jiyana bi hezaran jinan were rizgarkirin.”
Wekîla Rihayê Ayşe Surucu jî di hinceta pêşniyara xwe de diyar kir ku butçeya jinan tune ku xwe ji gelek cureyên penceşêran, bi taybetî pencenşêrê devê rehmê biparêzin û got; "Tevlibûna derziya HPV di bernameya aşîkirina neteweyî de ji bo tenduristiya gel mijarek mecbûrî ye."
Wekîla Mûşê Guluştan Kiliç Koçyîgît, di hinceta pêşniyara xwe de cih da wan gotinan: "Girîng e ku bêyî dem were windakirin derzî bikeve nava sîgortayê û mirov formula ji hêla her kesê ve bêpere were stendin derbasê jiyanê bike. Heya îsbatkirina ku derziya HPV pêşî li nexweşiyên penceşêrê digre jî divê bibe sedemek bes ku derzî li dijî vîrusê bêpere were peydakirin. Ji bo vê sedemê, pêwîste ku mirov lêdanê derzî bixe nav bernameya aşîkirina neteweyî û  bi awayekî bêpere gihîştina her kesê ya wê derziyê were pêkanîn.”
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal 570,000 jin bi penceşêra devê rehmê ku bi lêdana derziyê re dikare pêşî lê were girtin, dikevin. 311,000 jin ji ber vê vîrusê jiyana xwe dest didin.