Bi Yogaya Kundalin re xwe ji nû ve keşif bikin

Gelek ji me ne di ferqa bedena xwe de ne û ew stresa rojane mirov dijî zirara herî mezin e ku em didin bedena xwe. Ji bo em wê stresê ji bedena xwe derbixin bi kirina yogaya Kundalin re em dikarin bikevin rêwîtiya xwekeşifkirinê.

 
Navenda Nûçeyan- Jiyana me ya niha ji ber pandemî, qeyrana aborî û bêkariyê tijî setres e.  Dema bedena mirovan di nava stresê de be ev yek dibe sedema gelek nexweşiyên psîkolojîk û ruhî. Lê belê ev rojên ku tijî stress in em dijîn Ii ser me ferz dikin ku dive em xwe ji van stresan biparêzin. Belê çawa û bi kîjan şêwazan êm ê xwe biparêzin? Gelek ji me ‘Yogaya Kundalîn’ a ku mejî û bedena me baş dike bihîstine. Di dema pandemiyê de gelek mamosteyên Yogayê ew biryarên ku girtine û karên bi vî awayî ji bo mirov jê sûd bibînin bê heqdest dikin. Ji bo em xwe bigihînin wan pêwîst bû ku em di tora civakê de hinek lêkolîn bikin.
Yogaya Kundalin bi kêrî çi tê?
Dema bi awayekî rêk û pêk Yogoya Kundalin were kirin hûn ê xwe ji nû ve keşif bikin, baweriya mirovan zêde dibe, hûn dibin bi xwe, ji bo hûn jiyana bi tendirust bijîn bi we re dibe alîkar. Yogaya Kundalin li ser hestî û pergala sinêrê bandor dike. Wan bi awayek herî tendirust dixebitîne û beden digihîje halê xwe yê herî muazam. Hûn ê bi hêz û bi tendirust bibin, pergala sinêrê bi hêz dibe. Ji ber beden nerm dibe hûn ji birindarbûnê tên parastin, mêjî hin zêdetir dixebite. Hemû enerjiya negatîf a di bin mêjî de û travmayan bi enerjiya Yogaya Kundalini hûn ê keşif bikin û şifayê bibînin û hûn ê bigihîjin jiyana kêfxweş.
Pergala sinêrê bi awayek baş dixebitîne
Pîştî çend kêliyên dersa Yogoya Kundalin hûn ê xwe hin baştir hîs bikin lewre bandora wê gelek zêde ye. Yên ku dema bi sinêr û aciz dest bi dersê dikin, piştî ders xilas dibe di rûyê wan de kêfxweşiyek mezin çêdibe. Hûn ê hîn zêdetir bibin xwedî bedenek bi tendirust û hûn ê zindî bibin, çavên we dê bibiriqin û afrîneriya we dê zêdetir bibe. Sûda yekem ew e ku hûn cudahiya xwe ya hesas a di hundirê xwe de keşif bikin. Hêza bedena we û nermbûna bedenê zêdetir dibe. Xebitîna lebatan bi pergal dibe. Pergala sinêrê û bergirîkirinê gelek baş dixebite
Astengiyên hestan ji nav dibe
Teknîkên rehetbûnê yên beden û mejî rehet dikin, wisa dikin ku hûn bigihîjin aramiya hundirîn, ji stresê azad bibin û di demên teng de bi awayekî baş ji heqê her tiştî derbikevin. Bi teknîkên nefesê re kapasîteya cîgera spî berfireh dibe her wiha rîtma lêdana dil bi rêkûpêk dibe. Hem beden hem jî mêjî paqij dibe. Astengiyên hestiyarî ji holê radibin hûn dikarin ji bo xwe jiyana paqij û pozîtîf ava bikin. Ji ber ku pergala bergiriyê bi hêz dike û ji nexweşî û alarjiyan hûn dikarin xwe biparêzin. Hûn dibin xwedî wê kapasîteya ku hûn hemû xwestekên xwe bi cih bînin. Hemû xwestekên xwe hûn ê bikaribin wekî miqnetîzê bikşînin xwe. Kesayeta we bi hêz dibe, hûn ê bibin kesek xweşik û bi tendirust û ev wisa bi we re bi jiyana we re didome. 
Bi yogaya Kundalini hûn ê bi bedena xwe re li hev werin û hûn ê bikevin ferqa wê, hûn ê fêr bibin ka çi bikin çi nekin. Dema hûn tecrube qezenc dikin hûn ê vegerin ruhê xwe û hûn ê bigihîjin xala sifirê ya ku di hundirê we de ye.