Zeyneb Murad: Ji bo parastina berjewendiyên Kurdan a pêwîst emê bikin

Şanda KNK’ê bi beşdarbûna Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li Hewlêrê serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir. Di serdanê de Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad got: “Bi Yekîtiya Parlamenteran re ezmûnek me ya dema borî heye. Em dixwazin karên baştir bikin û vî karê xwe bi dominin ta bigihe encamê. Ji bo parastina berjewnediyên gelê Kurd emê hemû hewldanan bidin.”

Hewlêr - Şandek Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd, serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir. Piştî serdana şandeya KNK’ê her dû aliyan daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin; “Ji bo yekîtiya Kurdan çêbibe, emê kar û xebatên xwe xurtir bikin.”
Endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî got: “Me behsa rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî kir. Bi taybet pirsgirêkên li hemberî Kurdistan û netewa Kurd tên, hate guftugo kirin. Helwesta me û Kongreya Netewî ya Kurdistanê nêzî heve, emê bi hevre hewl bidin pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî yên Kurd de çareser bikin.”
“Em dixwazin ji bo parastina deskeftiyên Kurdan xebatek baş bikin”
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî di heman daxuyaniyê de axivî û got: “Rewşa di nava partiyên siyasî yên Kurdistanê de hate guftugo kirin. Bi Yekîtiya Parlamenteran re ezmûnek me ya dema borî heye. Em dixwazin karên baştir bikin û vî karê xwe bi dominin ta bigihe encamê. Ji bo parastina berjewnediyên gelê Kurd emê hemû hewldanan bidin.”
Tê payîn şandeya KNK’ê ji bo yekîtiya netewî ya gelê Kurd, bi partî û saziyên Başûrê Kurdistanê re jî werin gel hev.