“Zemîna rêxistinên çeteyan xwe dispêre dijminatiya Kurdan”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de got: “Zemîna herî girîng a ku van rêxistinên çeteyan ji Sûsûrlûkê dirêjî îro xwe dispêre dijminatiya Kurdan.”

 
Enqere - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî. Bûldan têkildarî Doza Kobanê ku 108 siyasetmedar jê tên darizandinê kir û wiha got: “Welat veguheriye agir. Hilweşandin, rizîn, qirêjiyên derdikevin holê, dizî, gendelî, bêhiqûq, bêewhlaqî, pergala mafya û çeteyan, pereyê tarî, derew, talan, heramî, serê xwe rakiriye û diçe. Ev tişt hemû bi hev re diqewimin, îqtidar çi dike? Li Sîncanê dadgehek AKP’ê ava kirine, derbasî ser kursî bûne, berê jî senaryoya wê çêkirine, di bin navê Doza Kobanê y bi fen û fût de xwedîgiravî wê HDP’ê bidarizînin. Îqtidar li ser sûc hat girtin û dixwaze bi vê Doza Kobanê xwedî li DAIŞ’ê derkeve. Belê em dibêjin; çawa ku li Kobanê bi ser nekebin wê li Sîncanê jî bi ser nekevin.” 
Pervîn Nûldan bal kişand ser têkiliya mafy-dewlet-siyasetê û wiha got: “Dîrok 3’yê Mijdara sala 1996’an. Bi qezaya Sûsûrlûkê re hevkariya sûc a tifaqa mafya-dewlet-siyasetê derket holê. Di belgeyên Sûsûrlûkê de derket holê ku dewlet di hundirê dewletê de ava kirine. Di wê qezayê de sûcên dijmirovane ku di salên 1990’î de li hember gelê kurd pêk hatin yek bi yek deşîfre bûn. Bi Darbeya 28’ê Sibatê re bi lezûbez ser meseleya Sûsûrlûkê girtin. Em hemû jî baş dizanin ku destê xwe nedan serkêşên Sûsûrlûkê. Sal 2021. Piştî çariyek sedsalê dîsa Tirkiye. Ev tişta berê qewimîbû carek din xwe di îqtîdara AKP-MHP’ê dide nîşandan. Têkiliya siyaset-burokrasî-mafya û sûcên ku hilberandine niha yek bi yek dertên holê. Sedema wê diyar e. Zemîna herî girîng a ku van rêxistinên çeteyan ji Sûsûrlûkê digihîne îro xwe dispêre dijminatiya kurdan û polîtîkayên tunekirina kurdan. Tişta ku pirsgirêka kurd çareser nake jî ev têkilî û qirêjî ne. Heta pirsgirêk çareser nebe, pergal demokratîk nabe. Banga birêz Ocalan a ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek girîng bû, lê berevajî vê bersvi dan bangê. Ya ku pêvajoya çareseriyê jî qedand, şirîkiya îro sûcan dike bû.” 
Pervîn Bûldan destnîşan kir ku karsazên kurd bi fermana mafya û dewletê yên wê serdemê ku îro navê wan yek bi yek tê eşkerekirin hatine qetilkirin û ser wan bûyeran hêj tarî ye û nehatine ronîkirin. Pervîn  anî ziman ku JÎTEM’a wê demê niha cihê xwe daye DAIŞ’ê û serdema niha jî gelek bûyer û komkujiyên wek JÎTEM’ê pêk anîn. Pervîn Bûldan destnîşan kir ku SÎHA’yên AKP’ê şûna Torosên Spî yên Mehmet Agar û Tansû Çîlleran girtine. Pervîn Bûldan anî ziman ku kujer û faîlên bûyerên di serdema AKP’ê de hatine kirin hemû ji aliyê îqtidarê ve tên parastin.