Zelal Cîger: Divê jin li dijî siyaseta şer bibin yek

Endama PYD’ê Zelal Cîger diyar kir ku di hemû şerên cîhanê de hêza ku hebûn, ziman û çanda gelan diparêze jin e.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba – Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelal Cîger rewşa siyasî ya Sûriyê nirxand. Zelal Cîger destnîşan kir ku hêzên serwer ên wekî Rûsya, Amerîka û Îranê hewl didin ku mayîna xwe li ser welatên Rojhilata Navîn ferz bikin.

Zelal Cîger got: “Em ditirsin ku krîzên li Rojhilata Navîn gur bibin, şer bigihêje welatên Ewropayê, krîza li Efrîqa, Asya Biçûk û Rojhilata Navîn kûrtir bibe. Hemû dewletên otorîter ji bo parastina xwe, ji bo xurtkirina rêveberiya xwe, ji bo hêz kirina kontrola xwe dixebitin. Aboriya gel xira dike, her tiştê ser û binê erdê talan dike, ev jî rewşa jiyana xelkê herêmê xirabtir dike.”

‘Sûcên dewleta Tirk zêde dibin’

Zelal Cîger bal kişand ser geşedanên li çar parçeyên Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Dewleta Tirk bi rêbazên cuda êrîşên xwe didomîne. Êrîş li herêmên ku hêzên xweparastinê yên li çiyayên Kurdistanê bi cih bûne pêk tên û li Bakurê Kurdistanê binpêkirin û sûcên li dijî gel û siyasetmedaran zêdetir dibin. Dewleta Tirk ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire, bi êrîşên xwe yên hevdem re hewl dide nasnameya gelê Kurd tune bike.”

‘Li Efrînê polîtîkaya şerê taybet tê meşandin’

Zelal Cîger bal kişand ku ew her roj dibin şahidê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî dikin û wiha got:

“Her cure sûcên li dijî mirovahiyê di serî de komkujî, îstîsmar, destavêtin û ziyan tê kirin. Jin û gelê herêmê bi polîtîkaya Tirkkirinê hewl didin asîmîle bikin. Hewl didin taybetmendî û wesfên herêmê biguherînin. Ev polîtîka bi taybetî li ser Kantona Efrînê diyar dibe. Li dijî Efrînê polîtîkaya şerê taybet hate meşandin. Gelek şêniyên Efrînê neçar man koçî bajarên weke Şehba û Helebê bikin, lê li dijî kesên vedigerin kiryarên dijmirovahî tên kirin.”

‘Krîz her ku diçe giran dibe’

Zelal Cîger da zanîn ku gelê Efrînê berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hilbijart û got: “Ji ber polîtîkayên şer, gel ji derveyî xaka Sûriyeyê koçî welatên Ewropayê dikin. Li hemberî krîzên ku gel dijîn, çareseriyên radîkal nayên çêkirin, berevajî vê krîz kûrtir dikin. Li ser rêyên koçberiyê mirov di behrê de dixeniqin.”

‘Divê gel li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bike’

Zelal Cîger destnîşan kir ku ji bo vegera gel a Efrînê divê şert û merc bên bicihanîn û ev yek jî bi derxistina dagirkeran pêkan e û got: “Divê gel jî li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe mezin bike û teslîm nebe. Li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em jî têkoşîna xwe bilind dikin.”

Zelal Cîger bang li hemû jinan kir û got: “Jin bi sedan sal in di hemû şer û pevçûnên cîhanê de bûne hêza parastina hebûn, ziman û çanda resen a gelan û pêwîste jin vê yekê îspat bikin. Divê jin careke din refên xwe bikin yek û divê em sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jinê.”