Zagona li ser wekheviyê di hilbijartinan de ji bo jinan destkeftiyek e

Rêjeya beşdariya jinan di nav lîsteyên hilbijartinê de li Cezayîrê piştî danasîna qanûna wekheviyê di hilbijartinan de di destûra 12'ê kanûna 2020'an de zêde bû. Li gorî ku berpirsên Dezgeha Serbixwe ya Hilbijartinê Mihemed Şerfî daye xuyakirin ku hejmara navnîşanên ji bo namzedên hilbijartina qanûndayînê (hilbijartinê teşrî – zagonsaz) hatine qebûlkirin gihîştiye nêzî 1500'î.

NECWA RAHIM
Cezayîr- Hejmara namzedan di destpêkê de gihîşt 2490'î, beşeke mezin ji wan hatin redkirin ji ber ku hejmarek namzed bi dirav ve girêdayî bû û nedîtina pêdiviyên ji bo namzedan.
Hejmara navnîşanên ku ji bo namzediyê serlêdan kirin gihîştiye 2490'î ku tê de 25416'e namzed hene ji wan 12854 girêdayî partiyan in û 12562 ji wan serbixwe bûn.
Komek ji jinan ev bilindbûna temsîlkirina jinan di hilbijartina qanûndanînê ya 12'ê Hezîrana 2021'ê de wekî destkeftiyek demokratîk hesibandin lê li gorî parlamentera berê û seroka komeleya jinan Nefîsa Lehreş ku di hevpeyvînekê de gotibû: “Tevî vê jî ew nagihîje daxwazên jinan ên xwestî."
Nefîsa Lehreş ji ajansa me re axivî û wiha got: "Zedebûna kursiyên jinan di hilbijartinên qanûndayînê de yên pêşerojê, tişteke erênî temsîl dike ku tenê dikare doza jinan bike, mafên jinan biparêze û destkeftiyên zagonên wan biparêze."
Di heman çarçoveyê de rojnamevan Fatma El-Zehra ya ku namzed e di lîsteya azad (El-Hura)de di "Cezayîra Spî" bi hejmara 33'an de dibêje: "Berpirsên Hilbijartina Neteweyî ya Serbixwe di hilbijartinên pêşerojê yên qanûndanînê de hemû namzedên jin li gorî mercên hilbijartinê û wekheviya qanûnî  hatine tomarkirin û qanûna wekheviyê ji jinan re dadperwerî ye berovajî pergala kotaya ku ji jinan re bû. Ev qanûn piştgirî û teşwîqkirina beşdariya ciwanan di jiyana siyasî de ye çi jin be çi mêr be." 
Rêjeya qebûlkirina hejmarek bilind a namzedên jin ji bo hilbijartinên qanûndanînê yên 12'ê Hezîrana 2021'ê
Fatma Elzehra dibêje: "Piştî derbasbûna 18 rojan ji kampanya hilbijartinê, bi gelemperî qebûlkirina herdû zayendan heye. Di çarçoveya bernameya ku me nivîsandibû de di diyaloga taybet a endamên lîsteya azad a Cezayirê de ku 36 namzed li 18 namzedên jin û 18 namzedên mêr hatin dabeşkirin. Berovajî vê yekê li ser asta malperên tora civakî em bi hejmarek mezin ji şîroveyên neyînî û neqebûlkirina jinan ji namzedên jinên din re matmayî man." 
Wê li gotinên xwe zêde kir û got: “Ev ji ber xwezaya civaka Cezayîrê ye ku li hemû herêmên xwe hinekî girtî ne û neqebûlkirina çanda yên din li gel wan heye lê ev hemû demek dirêj û hewcedariyê dixwaze da ku ev zîhniyet bê guhertin û jin wekî kesên xwedî hiş, raman, hebûn werin dîtin û qabîliyeta baştirkirina nêrînên ku li ser jinêantên girtin li Cezayirê bikin."
Hêjayî gotinê ye ku kampanya hilbijartinên qanûndanînê li Cezayîrê di 20'ê Gulanê de hat destpêkirin, beriya dîroka wê ya 2022'an a hatiye diyarkirin.