“Yekitiya Kurdan temînata hebûna wan e”

Li hemberî rewşa li Rojhilatê Kurdistanê û êrîş û bombebaranên dagirkeriyê yên li ser Başûr, hemwelatiyan diyar kirin ku riya çareseriyê yekitiya Kurdan e.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Li hemberî hemû êrîş û dagirkeriya ku ji aliyê dijmin ve li ser xaka Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tê kirin, hikumet û desthilatdariya Iraqê û herêmê wisa kiriye ku êrîş, dagirkerî, bombebaran û heta digihîje qetilkirina azadîxwazan li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam bikin.

Ev êrîş û bombebaran bûne sedema têkdana jiyana hemwelatiyên sivîl, ji destdana jiyana hemwelatiyan, bi cihhêlana cihên niştecihbûnê û gundan û yan jî rojane ji ber van êrîşan ziyanek mezin digihîje zeviyên çandiniyê û lawirên hemwelatiyan. Ji ber bêdengiya hikumeta hikumetê divê gel û hemû hewelatî yekgirtî bin û piştgiriya hev bikin û li dijî dagirkerî û tundîtûjiya dijmin bisekinin.

Der barê êrîşên dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku gel bi yekitiya xwe li hemberî van êrîş û bombebaranê bisekinin.

“Xwesteka gel a yekitiyê heye, desthilatdar û partiyên cuda rêgirî dikin”

Sirwe Nûrî der barê yekitiya gel de diyar kir ku yek ji sedemên serkeftina gelê Kurd yekitî ye ne tenê li Başûr li hemû parçeyên din û wiha got: “Weke Kurdek divê pirsgirêka Kurd li her cihê hebe û weke pirsgirêka xwe bibînin û xebatê bikin, gel ji bo xwe hest bi van berpirsyariyan dike lê belê desthilatdar, hikumet û partiyên cuda rêgiriyê li yekitiya dengê me dike. Lê belê hê jî beşek gel imtimaya yekitiyê nîn e. Dema ku desthilatdariya hikumeta bilind di nava xwe de alozî hene, Kurd li şûna ku dengê xwe bike yek û xebateke yekitiyê bide meşandin, piştgiriya aliyên cuda dikin. Ev jî wisa dike ku pirsgirêka Kurd çareser nebe.”

“Divê zarokan fêrî hezkirina niştimanê bikin”

Sirwe bi bîr xist ku girîng e hemwelatî imtiyada nîştiman hebe lê belê mixabin ciwan ji nîştimanê hez nakin. Sedema vê ya sereke jî hebûna desthilatdariya ku jiyan li hemwelatiyan zeft kiriye, ji ber qeyrana ku yek li pey yekê ciwan di rewşeke bêkariyê de ne û wiha got: “Di perwerdeyê de divê hezkirina niştimanê li dilê zarokan de hebe heta ku mezin dibin. Dema hikumet û desthilat zemînek ji bo avakirina niştimanek çêbike, wê demê wê hemû ciwan ji niştimanê hez bikin. Gel divê xwedî li xwe derbikeve û hişyar be, ji bo pirsgirêka Kurd hewldana yekitiyê bidin.”

“Divê piştgirî ji bo hemwelatiyên Rojhilat were dayîn”

Ronak Mehemed der barê yekitiya gelê Kurd de da zanîn ku divê Kurd bibin yek û bi hev re li hemberî dijmin bisekinin û xwe û xaka xwe biparêzin û got: “Divê yekitiya gel hebe, ji bo bidestxistina azadiyê li hemberî dijmin bisekine. Ez weke jinek piştgiriya xwe ji bo Kurdên li Rojhilat nîşan didim û divê tevahî gel piştgiriya wan bikin, ji ber ew jî Kurd in.”

“Divê yekitiya gelê Kurd hebe”

Wezîre Emer destnîşan kir ku nabe Kurdek cudahî bixwe nava xwe û Kurdên beşên din, ji ber dema rewşek nexweş li ser beşeke gelê Kurd de were divê yekitiya wan hebe. Her çend partî û desthilatdar hevkarî nakin divê Kurd bi xwe hevkariya hev bikin û wiha got: “Her dem Kurd tên çewisandin, dema Kurd li Başûr hatin çewisandin xwe sipartin beşên din, niha li Rojhilat divê em dil û canê xwe bikin yek û piştgiriya hev bikin. Divê her kes ji aliyê xwe ve helwestê li hemberî dagirkeriyê diyar bike û li hemberî tundîtûjiya hikumetê bêdeng nemîne.”