‘Xweseriya Şengalê dê bi azadiya Rêber Apo misoger bibe’

Berdevka TAJÊ Rîham Hico derbarê pengava azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin axivî û got, “Xweseriya Şengalê dê bi azadiya Rêber Apo misoger bibe.”

HÊVÎ EZDA

Şengal – Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico li ser pêngava ku di 21’ê cotmehê de ji bo azadiya fİzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û ji bo Xweseriya Şengalê dane despêkirin ji ajansa me re axivî. Rîham diyar kir ku tevlibûna civaka  Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî ya pêngava azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, tê wateya misogerkirina statuya Şengalê û diyar kir ku xweserî û azadiya Şengalê wê bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkan be.

‘Fikrên wî gerdûnî ne’

Rîham Hico di destpêka axaftina xwe de komployê şermezar kir û wiha got: “Di serî de em komploya ku di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelên welatparêz hat pêkanîn şermezar dikin. Bi komployê dagirkeriya xwe ya Rojhilata Navîn kir hedef. Baş dizanin ku ger serok Apo nekin hedefa xwe, fikir û felsefeya wî azad be wê di Rojhilata Navîn de li gorî berjewendiyên xwe  pêşketinên mezin çênebin. Ji ber ku fikrên wî ne tenê ji bo netewek tenê bû. Fikrên wî gerdûnî ne, ji bo hemû netew û pêkhateyan in, çaraseriya krîzan di nava xwe de dihewînin. Ji bo wê jî xwestin wî fikrî dîl bigrin û berjewendiyên xwe zêdetir li ser Rojhilata Navîn sepandin. “

‘Komplo li ser hemû civakan bû’

Rîham Hico diyar kir ku komployê li ser tevahî Rojhilata Navîn bandora xwe kiriye û wiha got: “Ji dema dîlgirtina Rêber Apo ve heta niha em binêrin, em dibînin ku dagirkirkera li Iraq, Sûriye û gelek cihên cuda bi şêwazên leşkerî û şêwazên fikrî didomin. Gelek cihan perçe kirin û zihniyeta xwe li ser Rojhilata Navîn pêk anîn. Komploya ku pêk hat li ser serok Apo bû, civaka Êzidî jî di hedefê de bû. Cihekî ku çand û bawerî lê bi hêz be û kokên xwe berdabe dîrokê dikin hedef. Mînak di şexsê civaka Êzidî de baweriya Êzidî kirin hedef. Di şexsê civaka Kurd de, çand, civak, rastiya Kurd zimanê Kurdî kirin hedef. Ji bo ku civaka Ereb ji rastiya xwe dûrkeve bi êrîşan kirin hedef. Em van tevan dibînin û dizanin ku komplo di şexsê serok Apo de li ser hemû civak û pêkhateyan pêk hatiye. Komplo ne tenê bi destên dewletek û neteweyekê hat kirin. Cîhan hemû dizane ku îrade, hêz û cesareta dewleta Tirk tunebû ku bi xwe serok Apo bigre. Hêzên navneteweyî bi komployeke mezin serok Apo dîl girtin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Piştî girtina serok pirsgirêkên li Tirkiyeyê zêde bûn, ji aliyê civakî ve, têkiliya Kurd û Tirk, aborî ekolojî û her alî de Tirkiye ber bi xirabûnê ve çû. Ji bo wê jî em komployê wisa digrin dest ku li himberî çand, bawerî, dewlemendî û jiyana gelên Rojhilata Navîn dibînin.”

‘Çanda jinên Êzidî bi fikrên serok zindî bû’

Rîham Hico diyar kir ku bi hatina şervanên azadiyê bi hewara Şengalê ve, wan fikir û felsefeya azadiyê di pratîkê de dîtine û wiha got: “Em weke jinên Êzidî her dem dibêjin mixabin me fikir û felsefeya serok Apo dereng nas kir. Jinên Êzidî zêde bi dîrokê ve girêdayî û xwedî zanisteke kevnar in. Xwedî bingeheke kevnar in li ser vê axê. Pêşengên civaka xwe ne û xwedî bawerî ne. Jinên Êzidî di serdemên berê de pêşengî ji civakê re kirine lê mixabin di sedsala dawî de bi riya şerên taybet û di bin navê parastinê de jin di malê de hatin hiştin. Di aliyê, siyasî, aborî û leşkerî de jin hatibûn dûxistin, tevî ku di dîrokê de wan pêşengtî kirine lê wê çanda kevnar a jinên Êzidî bi fikir û felsefeya serok Apo careke din derket holê û zindî bû. Pêşiya jinên Êzidî bi fikrên serok Apo hat vekirin.”

‘Ji bo pêkanîna fikrên azad pêwîst e em bi azadî bijîn’

Rîham diyar kir ku bi hatina gerîlayên azadiyê wan fikra azadiyê ji nêz ve nas kirine û wiha got: “Fikrên serok Apo ne tenê 10 sal in belav bûne. Hevala Şîlan, Bêrîvan Egal û bi dehan hevalên weke wan, ji beriya salên 90’an ve li Şengalê kar û xebatên bihêz kirin lê mixabin ji ber ku siyaseta rejîma Baasê li ser Şengalê dihat meşandin û piştî wê jî siyaseta PDK’ê li ser Şengalê hat meşandin ku ji ya Baasê xiraptir bû, zêde fikrên vê tevgerê beriya fermanê nehatibûn belavkirin li Şengalê. Lê piştî fermanê bi awayekî pratîkî hatin belavkirin. Bi hatina gerîlayên azadiyê û YJA-Starê me ev fikir ji nêz ve nas kir û em xwedî lê derketin. Ger me xwe birêxistin nekira em ê nikaribûna îro biaxiviyana. Fikrên serok Apo ne dûrî çand û pîvanên Êzidiyan in, pir zêde nêzî hev in.”

‘Riya me diyar e’

Rîham Hico diyar kir ku wan ji bo jiyana azad fikrên azad ji bo xwe hilbijartine û wiha got: “Em weke jinên Êzidî li ser esasê baweriya xwe çanda xwe, dixebin. Ji bo em li xwe xwedî derkevin û bihêz bikin û rast bijîn. Ji bo pêşengiya bi pîvan û dûrî berjewendiyên malbatî û eşîrtî em xwe perwerde dikin. Ji bo malbatek, civakek azad me fikir û felsefeya serok Apo ji bo xwe weke rehber diyar kiriye. Tişta ku Rêber Apo ji civaka Êzidî dixwaze ew e ku bi kêrî xwe were û civaka xwe birêxistin bike. Divê em mafên xwe misoger bikin û xweseriya xwe pêk bînin. Em jî li ser vî esasî têdikoşin û karê xwe dikin.”

‘Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne’

Rîham Hico diyar kir ku ew ê ji bo bidestxistina statoya Şengalê têbikoşin bikin û wiha anî ziman: “Cîhan bi giştî di nava liv û tevgerê de ye ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku em di pêvajoyekê pir bi zehmet de ne. Di nava pêvajoya hebûn û tunebûnê de ne. Li he rçar aliyên Kurdistanê û Şengal li ser gel talan, qirkirin, bêmafî heye. Dagirkeriya tirk bi hemû hêza xwe êrîşî herêmê dike. Hêzên azadîxwaz û demokrat dixwazin azadiyê pêk bînin. Hêzên desthilatdar jî dixwazin tunebûn û qirkirinê pêk bînin. Em jî weke civaka Êzidî, dixwazin bibin xwedî statu. Dijminê me jî dixwaze li pêşiya statoya me bibe asteng.”

‘Em ê vî fikrî belav bikin û pêk bînin’

Rîham Hico da zanîn ku pêngava wan li ser esasê şikandina tecrîdê û xweseriya Şengalê ye û da zanîn ku herdu jî ji hev ne cuda ne û got: “Pêngava ku me ragihand li ser esasê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye ji ber ku çarenûsa me bi ya wî ve girêdayî ye. Nêrîn û felsefeya serok Apo ji bo civaka Êzidî xwedî girîngiyeke mezin e. Armanca pêngava me jî ew e ku tecrîd bê şikandin û ev fikir bên berfirehkirin. Em vî fikrî belav bikin û pêk bînin. Pêngava me li Şengalê ji bo misogerkirina xweseriya xwe ye. Ji bo ku em bîrdoziya serokatiyê bi gel bidin naskirin, pêngaveke wisa ye. Ji meş û çalakiyan zêdetir, em ê civînan bi gel re çêbikin, bi gel re nîqaş bikin, pêvajoyê bi gel re parve bikin. Planên mezin li pêşiya me ne û pêngava me jî li ser vî esasî ye.”

Em dizanin ku komployek li ser me tê meşandin bi riya peymana 9’ê cotmehê. Em ê ji cîhanê re bidin diyarkirin ku em tu peymanan qebûl nakin. Tu hêzek li ser xwe qebûl nakin û wê tu carî şerê taybet bandorê li ser civaka me neke. Îradeya me bi destên me ye.”

‘Em îro xwedî îrade ne û bi xwe karûbarên xwe dikin’

Rîham Hico da zanîn ku civaka Êzidî îro bi helwest û îrade xwe birêve dibe ew jî bi saya naskirina fikir û felsefeya azadiyê ye û wiha got: “Her dem civaka Êzidî ji derve ve hatibû birêvebirin. Biryar ji derve li ser hatibû girtin. Tu fikir û planeke Êzidiyan tunebû. Hinek kes hebûn ku di parlamentoyan de cih digirtin, parêzer bûn siyasetmedar bûn lê belê ne ji bo civaka xwe bûn. Bi hatina fikrên Rêber Apo civaka Êzidî bi xwe hesiya û bû ya xwe.”

‘Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li siberoja Şengalê ye’

Rîham Hico di dawiyê de bang li her kesê kir ku xwedî li pêngava ku dane destpêkirin derkevin û wiha got: “Pêngava ku hatiye destpêkirin em weke tevgera jinan xebateke xwe ya esasî dibînin û li ser wî esasî em ê kar û xebatên xwe bidin meşandin. Li ser pêşniyarên dayikên Êzidî wê name ji serok Apo re bên nivîsandin û wê bi raya giştî re were parvekirin. Li her gundî dê li sînevîzyonê li ser jiyana serok Apo werin temaşekirin, semîner û çalakiyên giştî bên lidarxistin. Wê li ser pirtûkên serok perwerde bê dayîn û fikrên wî bên belavkirin. Xebateke sereke jî ew e ku em vî fikir û bîrdoziyê bi gelê xwe bidin naskirin. Banga me ji bo hemû civaka Êzidî ew e ku beşdarî vê pêngavê bibin. Ji ber ku azadiya serok Apo azadiya civaka Êzidî ye. Ger em bixwazin li Şengalê bi aramî bijîn û xwedî siberojê bin, lazim e em li Rêber Apo xwedî derkevin. Pêwîst e her kes xwedî li Şengalê, şehîdan, keda bi salan û li Şengala azad  derkeve.”