Xebat û serkeftinên Neşwa El-Şerîf

Neşwa El-Şerîf serkeftinek di hevrûkirina karên xwe yên parlamento, ragihandin û sendîkayê de girtiye. Her wiha wekî cîgira navenda sandîkaya giştî ya petrolê jî dixebite.

NERMÎN TARIQ
Qahîre - Tevî ku Neşwa ducanî bû jî tu carî ev yek nebû astangî di demên xebatên hilbijartinê de. Li Helayib û Şeletînê, di 20’ê Çileya 2021’ê de di meclisa zagonsaz de sond xwar û soz da keçika xwe Kiyan. Piştre di televîzyonê de bi bernameya Hêviyên hemwelatî, me hevdîtinek li ser xebatên ku dê ji jinên Misrî re pêşkêş bikin pê re kir û me jê pirsî di zagonsaziyê de ev maf çi ne.
Helwestên ku bûn sedem hûn bikevin hilbijartinan çi bûn?
Daxwaz û dilsoziya min bi heval û dostên di nav kolan û taxên me de ku heye. Ez dixwazim piştgiriyê bidim wan. Her wiha hêviya min ew ku ez her dem di nava karên giştî û siyasî de bixebitim. Ez di 29 saliya xwe de bûm endama parlamentoyê.
Ji bo min mijara herî sereke ya jinan e. Divê ew bikaribin zagonên ku mafên wan di demên ducaniyê de biparêzin û piştî bizewicin jî bikaribin vegerin karên xwe bi kar bînin. Destûra ji bo dema welidînê jî divê hebe, ev ji mafên wê ne divê werin bikaranîn. Her wiha parastina karkerên ku li malan dixebitin dive hebe. Divê rêxistinên parastina civakî û tenduristî, bi taybetî karkerên paqijiyê ava bikin.
Planên we ji bo xwediyên taxa we El-Jîze çi ne?
Projeya yekem a ku ez li ser dixebitim ew e ku li Al-jîzayê rê û kolan û kehrîzeyên avê bidim çêkirin. Bi taybetî li devera wek Abo Al-Nimris, her wiha miletên taxa me li benda derfetên kar in. Em hewl didin hejmarek ji karkeran di fabrîqeyan di bi cih bikin. Ji ber ku ez endama hêza karkeran im di parlamentoyê de û bi riya bernameya min li ser kenala Sada hevrêziyên di navbera wezareta hêzên karkeran bê sazkirin.
Hûn wekî endama Meclisa Bilind a Ragihandinê rola xwe ya di hişyariya civakî de çawa dinirxînin?
Rewşa ragihandinê li Misrê xebat û geşedaneke bêhtir dixwaze. Ji ber vê yekê hewldana hevdîtina bi Seroka Meclisa Neteweyî ya Jinan Dr Maya Misrî ku kampanyayek li dijî sinetkirina jinan li Necui û gundewarên Suidê daye destpêkirin hebû. Ji ber ku gelên van herêman li televîzyon û medyaya civakî temaşe nakin lewre divê bi meleyê mizgeftê re têkilî daynin û dayikan bi riya perwerdeyên zanistî hişyar bikin.
Çima li Misirê jin mafên kar di fabrîqeya petrolê de tam bi dest naxin?
Ew jî vedigere baweriya rêveberiyên fabrîqeyan. Li gorî wan jin nikarin pêşketinan biafirînin ruxmî hebûna kesên pispor wekî Îman Al-Ajuz. Ji ber vê yekê divê hewldanên me di vî warî de jî berfirehtir bin.
Jinên li Misirê gelek destkeftiyên guncav bi dest xistine di van salên dawî de. Mînak hebûna heşt jinan di wezaretan de deskeftiyek mezin e ji bo jinên misrî û ji sedî 27 jin di parlamentoyê de cih digirin. Gavavêtineke baş e her wiha erkdakirina Dr Tewelî Awad seroka parazgeha Dimyatê serbilindiyek e ji me hemû jinan.
Zehmetiyên ku we di hilbijartinê de dîtine çi ne?
Helbet hinekî ducaniya min ez diwestandim ji ber sefer û cûnhatina bi wesayîdan. Min her tim ducanîbûna xwe vedişart. Ji ber ku civaka Suidê xebata jinên ducanî qebûl nake lê ev yek divê were derbaskirin. Di vî warî de dayika min alîkariya min dike û di demên pêş de ez ê keça xwe wekî endama Îtalî bi xwe re bibim meclisê.