Wekîlên jin ên HDP’ê diyar kirin ku xweparastin mecbûrî ye

Wêkîlên HDP'ê Zuleyha Gulum, Nuran Îmîr û Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişandin ser gelek mijarên mîna zêdebûna komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê, şîdeta li dijî jinan, polîtîkayên bêcezakirinê yên AKP'ê, biryarên darazê yên ji bo mêran û betalkirina Peymana Stenbolê û diyar kirin ku yekane rê ew e ku jin di her qadê de xwe bi rêxistin bikin û mekanîzmaya xweparastinê bi pêş bixin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed -  Ji 20’ê Adarê û vir ve ye biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê bi Biryarnameya Serokomariyê hat girtin. Gelek jin hatin kuştin, tacîz, tecawiz û şîdeta sîstematîk her ku diçe zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê rojane 3 jin tên qetilkirin, sûcdar bi cezayên biçûk tên xelatkirin û hikûmet erka xwe naynin cih. Dema ku jinên li seranserê Tirkiyeyê bi xemgînî li vê pêvajoyê temaşe dikin, hewl didin ku dengê xwe bigihîjînin aliyê din. Jinên HDP'î komkujiyên jinan ên zêde dibin nirxandin û bal kişandin ser polîtîkayên jinan ên hikûmetê.
"Pêşiya şîdeta mêr hat vekirin"
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku piştî biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ket meriyetê, bûyerên şîdet, tacîz û kuştina jinan ên li dijî jinan zêde bûne. Zuleyha Gulum got ku li gorî nûçeyên meha Tebaxê ku em niha tê de ne, 14 jin hatine kuştin û ev hejmar her ku diçe zêde dibe û got ku ev nîşana wê yekê ye ku rê li ber şîdeta mêr hatiye vekirin.
"Hikûmet ji kuştinên jinan berpirsyar e"
Zuleyha Gulum got ku ji ber rêveberiya siyasî ya ku mecbûr e tedbîrên parastin û pêşîlêgirtinê bigre, berpirsiyariyên xwe bi cih neaniye cînayetên jinan pir zêde bûne û wiha pê de çû: “Hikûmet, bi taybetî ji vekişîna Peymana Stenbolê û bi polîtîkayên ku şîdet û cudakariya mêr li dijî jinan kûrtir dikin û bi kuştinên jinan ên li pey hev berpirsiyar e. Bi rastî, ji derketina Peymana Stenbolê, ya ku mecbûr dike pêşî li ceza û yên din ên qanûnî yên li dijî şîdeta mêr li dijî jinan û LGBTI+yan bigre, ew tawanên bi cezayên giran rewa bike îlan kiriye.”
"Zîhniyetek mêranî heye ku kujeran fêrî parastinê dike"
Zuleyha Gulum diyar kir ku polîtîkaya bêcezakirinê û kêmkirina tevgerên baş, têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan asteng dike û di zêdebûna şîdeta mêr de rolek girîng lîstiye, dadgeriya mêran û hukûmetê polîtîkayên neyarîparêz û hevkariya komkujiyên jinan meşandine. Zuleyha Gulum wiha axivî; “Hema bêje hemû kujer daxuyaniyan didin ku ew nexweşên giyanî ne û ew ji bo namûsê jinan dikujin. Zîhniyetek mêranî heye ku kujeran fêrî parastinê dike. Ez dixwazim balê bikşînim ser parastina kujer Cemal Metîn Avcî yê ku Pinar Gultekîn, piştî bi xeniqandinê kuşt şewitand û di danişîna ku li Dadgeha Cezayê Giran a 3’emîn a Muglayê hat dîtin de got; "Baş bû ku Peymana Stenbolê hat betalkirin."
"Bi bidawîbûna peymanê re mafê wan ê jiyanê ket xeterê"
Zuleyla Gulum diyar kir ku betalkirina peymanê ku ji hêla beşek berfireh a civakê ve hate parastin; eşkere ye ku mafê jiyanê yê jinan û LGBTI+yê dê ji hêla dewletê bi xwe ve bikeve xeterê ku ew ê wan ji ber lêgerîna domdar, zewaca bi zorê, tacîz û şîdeta zayendî xeternak bike. Zuleyha Gulum dibejê: "Em dizanin her ku dewlet ji demokrasî, hiqûq, dadmendî û zelaliyê dûr dikevin, nêzî têkiliyên çete û hêzên mafyayê dibin û faşîzm bilind dibe," û azaftina xwe wiha domand;"Heya ku hemû kiryarên sûcên li dijî jin û gelan neyên cezakirin, têkiliyên veşartî û qirêj ên di sêgoşeya siyaset, sermaye û mafyayê de neyên eşkerekirin, ev pergal hemû saziyan mîna ahtapotê dê bigre nava xwe û tevahiya civakê pûç bike."
"Sûcdar ji kirina sûc dudilî nabe"
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku sedema herî mezin a zêdebûna komkujiyên li ser jinan polîtîkaya bêcezakirinê ya heyî ye. Nuran Îrmîr diyar kir ku sûcdar nayên cezakirin, tên teşwîqkirin ku sûcên nû bikin û wiha got: “Bi taybetî piştî ku par qanûna darvekirinê hat qebûlkirin, rakirina Peymana Stenbolê şîdeta li ser jinan zêde kir û kuştinên jinan zêdetir bûn. Zîhniyeta mêr bêyî ku dudiliyê bijî, sûc dike û dibêje, “jixwe dewlet, hiqûq û hêz li pişta min bisekinin û sûcên min jî tên nixumandin." Tacîz, destdirêjî, destavêtin û kuştinê ji bo xwe wekî mafekî rewa dibîne.”
“Divê mafên jinan bikevin bin temînatê”
Nuran Îmîr diyar kir ku divê mafên jinan di zûtirîn demê de li dijî komkujiyên tên jiyîn bên misogerkirin û anî ziman ku jin li her qadê bi şîdeta mêr-dewletê re rû bi rû ne. Nuran Îmîr got; “Hikûmet hem kuştina jinan û hem jî şîdeta li ser jinan tim di rojevê de dihêle û ji wan sûdên siyasî werdigire û di her firsendê de kiryarên kuştina jinan diparêze. Ji ber ku Peymana Stenbolê dema ku di meriyetê de bû jî nehat bicihanîn, pergala darazê ya mêran û polîtîkayên bêcezakirinê kujer diparêzin û jinên hatine qetilkirin jî sûcdar dikin. Ji ber vê yekê divê mafên jinan di zûtirîn demê de bên misogerkirin û bicihanîn. Bêguman, zêdebûna cînayetan ne bicîhanîna Peymana Stenbolê ye, ya sereke polîtîkayên dewletê ye lewma jin di hemû warên jiyanê de bi astengî û şîdeta pergala zilam-dewletê re rûbirû dimînin.
"Guhertin bi xweparastin û hêza rêxistinbûyî dibe"
Nuran Îmîr destnîşan kir ku hêza herî mezin a jinan xweparastina li dijî şîdet û komkujiyan e û diyar kir ku her guhertinek ku were kirin bi xweparastina jinan dibe. Nuran Îmîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Heya ku ev pergal bi rengek bingehîn neyê guhertin, dê ev polîtîkayan qirkirina jinan bidomin û wan bi şîdet û zordariyê re rûbirû bihêlin. Xweparastina herî mezin hêza rêxistinkirî ya jinan e. Jina rêxistinbûyî bihêztir dibe û neçar namîne. Her jina ku nikare xwe bi rêxistin bike rastî şîdeta mêr tê. Ji şîdeta nava malê bigre heta zordariya taxan û asta herî jor a dewletê, li dijî pergala serdest a mêr ku bi awayekî rêxistinî li dijî jinan disekine divê jin jî mekanîzmaya xweparastinê bi rêxistinbûna li dijî zîhniyeta mêr li her kolanê, li her taxê, li her malê bi pêş bexin. ”
"AKP dixwaze jinan ji qadên jiyanê derxe"
Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî diyar kir ku polîtîkaya mêtingeriyê ya AKP'ê bandoreke mezin li zêdebûna şîdeta li dijî jinan kiriye. Dîlan Dîrayet Taşdemîr got ku AKP jinên doza azadî û wekheviya li welat dikin naxwaze û wiha got: “Ew civakeke ku her kes jê re îtaet dike û radest e, dixwaze. Rêya vê yekê ew e ku jinan ji hemû qadên jiyanê, bi taybetî qada gelemperî derxin û di malê de heps bikin. Jinên ku li dijî vê yekê derdikevin rastî şîdeta mêr û dewletê tên. ”
"Tirkiye ji bo jinan welatekî bi ewle nîn e"
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku şîdeta li ser jinan hêzê ji hawirdora siyasî ya heyî digre û ev tişt gotin: “Bi rakirina mekanîzmayên parastina jinan êdî qirkirinek jinan heye. Tirkiye bûye welatek ku jin xwe di nav ewlehiyê de nabînin, li wir di her kêliyê de ji hêla mêran ve tên çewisandin, destdirêjî li wan tê kirin, an jî tên kuştin. Lewre hebûna wan a li derveyî bicihanîna peymanê jî hat dîtin ku di têkoşîna li dijî kuştina jinan û şîdeta li ser jinan de rolek astengker dilîze. Ji ber vê yekê, dema ku rapora şîdeta li ser jinan û kuştina jinan derket, di rewşek wiha giran de, vekişîna ji peymanê ji bo jin û zarokan xetereyek cidî ye."