"Vîn û berxwedaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya tirkiyê û hevkarên wî mezintir e"
Rêveberiya buroya Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Almaz Romî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ya li herêmên Rêveberiya Xweser nirxandin. Almazê destnîşan kir ku dewleta tirk dixweze xwe li ser tunekirina gelên herêmê mezin bike.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk xwe weke hêzeke rewa li Sûriyê dibîne, ji ber vê gelek herêm dagirkirin e. Li hember dagirkeriya tirkiyê Rêjîma Baas`ê û hêzên navnetewî yên berpirsên herêmê bê helwest dimînin. Li rex herêmên ku hatine dagirkirin Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Bab, Ezaz û Cerablos, dewleta tirk rojane êrîşî gundewarên li ser xetên sînor û herêmên dagirkerî dike. Li ser vê bingehê ji destpêka meha Tîrmehê dewleta tirk bi dijwarî gundewarên Şehbayê, Minbic, Tiltemir, Zirgan, Eyn Îsa û Kobanê bombebaran dikin. Di vê çarçoveyê de rojane jin, zarok û mêr yan jiyan xwe ji dest didin, yan jî birîndar dibin. Her wiha ziyanên madî jî dighêjin mal û milkên gel.
Di vê çarçoveyê de endama meclîsa jin ya PYD`ê Almaz Romî êrîş û gefên dewleta tirk, her wiha bêdengiya hêzên navnetewî yên li herêmê ji ajansa me re nirxand.
"Bi hemû rêbazan hewil dide ku şoreş, destkeftî û pirojeya me têk bibe"
Almaz Romî di destpêkê de behsa êrîş û gefên dewlet tirk yên cur be cur li ser hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Dewleta tirk bi dîroka xwe ya hovane û xwîn rij tê nas kirin, bi taybet di van demên dawî de ji çêkirin komkujî, dagirkerî û binpêkirina zagoanan di asta cîhanî de deng da. Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û amedekariyên raghandina pirojeya Rêveberiya Xweser, dewleta tirk dest bi kiryar û êrîşên xwe kir. Di destpêkê dewleta tirk bi riya Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Çeteyên DAIŞ`ê di destpêkê de li Kobanê hatin tunekirin û bi saya şervanên YPJ/YPG û QSD`ê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bin zordariya Çeteyan hatin rizgar kirin. Bi vê gavê re xeyalên dewleta tirk hatin tune kirin û pirojeya netewa demokratîk berferhetir bû. Mirov dikare bêje di demeke ku serokê tirkiyê Erdogan li benda ketina Kobanê, hebûna DAIŞ`ê tune bû. Ji lewra dewleta tikr maska xwe danî, bermahiyên Çeteyan birêxstin kir û ew kirin xizmeta xwe."
"Herêmên ku hatine dagirkirin, di encama komployeke navnetewî de dagir bûn"
Almazê di domandina axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa herêmên dibin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wî de: "Dewleta tirk pilana xwe ya vegerandina serdema împaratoriya Osmaniyan ji bajarê Efrînê destpê kir. Ji lewra me dît ku 72 baleferên şer, çekên herî giran û çeteyan êrîşeke hovane bir ser Efrînê de. Gelê Efrînê û şervanên wê 58 rojan li ber xwe dan, lê ji ber ku komployeke navnetewî li ser Efrînê dihat kirin, Efrîn hat dagirkirin. Mirov dikare hêrsa dewlta tirk ji tunebûna çeteyên DAIŞ`ê ji rêbazê êrîşên wan nas bike. Ew kiryarên herî hovanî û der exalqî li hember gelê Efrînê bi kar tîne, her wiha xwezaya wê talan û wêran kirin, goristanên pakrawanan xirab dike û guhertineke demografî ku li dijî zagonên navnetewî ye pêk tîne. Her wiha heman rêbaz û kiryar li Serêkanî û Girê Spî jî tên bi kar anîn. Li ser vê bingehê dewleta tirk her tim xwe li ser tunekirina vîn û hebûna gelekî, mezin dike û piropogandaya xwe dike."
"Nikarin dagirkeriyê berferh bikin, dixwezi aramî û ewlehiyê xirab bikin"
Almazê dirêjî da axaftina xwe û wiha pêde çû: "Ji dema dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî, liv û tevgera dagirkeriya dewleta tirk li ser sînoran û endiyên şer yên Şehba, Minbic, Tiltemir, Zirgan, Eyn Îsa û hews zêdetir bûye. Ew ji ber ku nikarin dagirkeriya xwe berferhtir bikin, dixwezin bi van êrîşan aramî û ewlehiya herêmê xirab têk bibin. Em dibînîn ku dewleta tirk li gundên ser sînor komkujiyan çêdike, jin û zarokan hedef digre. Ya herî balkêş jî ku her demekê bi balefirên xwe yên bê mirov deverekê bombebaran dike, ziyanên mirvî û madî çêdike. Li rex van kiryaran qaşo di navbera dewleta tirk û Rûsiya yê de hevpeyman hatiye îmze kirin. Lê em dibînin ji bilî xala dewriyên hevbeş, tu bendên hevpeymanê nayên pêk anîn. Ji ber vê dewleta tirk bi awayekeî serbest û rehet dikare herêmê bombebaran bike û komkujiyan çêke."
"Wê herêmên me vegerin û emê statûya xwe ava bikin"
Endama meclîsa jin ya PYD`ê Almaz Romî helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember êrîş û dagirkeriyê parve kir û wih dawî li axaftina xwe anî: "Bê guman em dîrok û rastiya dewlta tirk baş nas dikin. Heger ew li bajarên xwe ewqas kiryaraên hovane pêk tîne, wê li herêman me jî pêk bîne. Em dibêjin bêdengî û bê helwest mayîna hêzên ku li van herêman hevpeyman îmze kirine, hevkarên hevin. Cudatir em ti şiruvayan nabînin. Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, emê ji bo avakirina statûya xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî ranewestin. Ji ber vê pilanên dewleta tirk û hevkarên wan ne pêkanin û wê bi sernekevin."